'Komxebata Keda Jina Koçber' a KESK'ê dest pê kir

  • 12:33 12 Adar 2022
  • Ked/Aborî
RIHA - Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên KESK'ê a Rihayê dest bi  "Komxebata Keda Jina Koçber" kir. Dê komxebat rojekê bidome. 
 
Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê dest bi  "Komxebata Keda Jina Koçber" kir. Dê komxebat rojekê bidome. Endamên şaxên KESK'ê yên Semsûr, Amed, Dîlokê, gelek jinên ji rêxistinên civaka sîvîl ên Rihayê beşdarî komxebata li Eywanan Tektek a Nevande Perwerdeyê ya Cotkariyê ya GAP'ê dest pê kir, bûn. Pankarên bi nivîsa "Jin jiyan azadî","Ji bo jiyan û ewlehiya kar em israr dikin" hatin daliqandin. 
 
'Jinan wekî karê erzan dibînin'
 
Li ser navê Platforma Jinê ya KESK'ê ya Rihayê Hevseroka EGITIM-SEN'a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axaftin kir. Ozlemê diyar kir ku kesên ji Sûriyeyê koç kirine bêtir li Rihayê ne. Jinan wekî karê erzan dibînin. Keda me nayê dîtin. Loma divê em bizanibin em ê xebateke hevpar a bi çi rengî bi penaberan re bikin. Loma em hêvî dikin ku em ê di komxebatê de kêmasiyan temam bikin."
 
'Jin wekî xenîmet tên dîtin'
 
Done Gevher Koyun a li ser navê Lijneya Rêveberiyê ya Jinê ya Navendê ya KESK'ê axivî diyar kir ku ew bi krîzeke koçberan rû bi rû ne. Doneyê diyar kir ku di şer de jin wekî xenîmet tên dîtin û got ev xebat me ji bo meşandina têkoşîna li dijî nîjadperestî, zayendperestiyê û cihêkariyê dest pê kir. 
 
Di komxebata ku wê ji çapemeniyê re girtî bidome de jin dê li ser mijarên cuda bisekinin. Doç. Dr. Emel Coşkun dê li ser mijara "Ji perspektîfa zayendî û civakî ya Tirkiyeyê jinên penaber û koçber" bisekine. Parêzer Dilek Aslan dê balê bikşîne ser mijara "Mafên jinên koçber û penaber a gihaştina piyasaya kar". Her wiha dê Pispora Xizmeta Civakî Dilet Latifeci jî balê bikşîne ser mijara "Zehmetiyên gihaştina heq û xizmetê ya jinên koçber û penaber".