ÎSÎG: Di 2 salan de 146 karkerên jin ji Covid-19’ê mirin

  • 14:06 11 Adar 2022
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Derbarê karkerên ku ji ber Covid-19’ê mirine Meclisa ÎSÎG’ê raporek amade kir. Li gorî raporê 146 karkerên jin û hezar û 254 mêr ji ber koronayê mirine. 
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya derbarê karkerên ji ber Covid -19’ê mirine, eşkere kir. Li gorî vê raporê bi kêmanî hezar û 400 karker ji ber koronayê mirine. Karkerên ku ji ber şewbê mirine 146 jê jin, hezar û 254 jî mêr in.  
 
Ji ber Covid-19’ê di adara 2020’an de bi kêmanî 14 karker, di nîsanê de 105 karker, di gulanê de 30 karker, di hezîranê de 13 karker, di tîrmehê de 16 karker, di tebaxê de 57 karker, di îlonê de 52 karker, di cotmehê de 53 karker, di mijdarê de 162 karker û di kanûnê de 242 karker mirine.
 
Di meha çileya 2021’an de 81 karker, di sibatê de 38 karker, di adarê de 36 karker, di nîsanê de 136 karker, di gulanê de 121 karker, di hezîranê de 15 karker, di tîrmehê de 3 karker, di tebaxê de 22 karker, di îlonê de 57 karker, di cotmehê de 37 karker, di mijdarê de 50 karker, di kanûnê de 28 karker mirine.
 
Di meha çileya 2022’yan de 20 karker û di sibatê de bi kêmanî 10 karker ji ber  Covid-19’ê mirine. 
  
Li gorî heman raporê hezar û 196 karkerên ji ber Covîd -19’ê mirine bi heqdestê xwe kar dikirin, bi tenê 204 ji wan li ser hesabê xwe kar dikirin. Li gorî hejmarê xuya dibe ku ji sedî 85’ê miriyan bi heqdestên xwe, ji sedî 15 jî li ser hesabê xwe kar dikirin. 
 
Bi tenê 176 karker ango ji sedî 12,57 karker endamên sendîkayekê bûn, hezar û 224 karker ango ji sedî 87,43 ne endamê tu sendîkayekê bûne. 
 
Temenê ku karkerên mirine wiha ye:
 
* Di navbera 18-27’an de 17 karker,
* Di navbera 28-50’î de 606 karker,
* Di navbera 51-64’an de 598 karker,
* 65 û berjortir 147 karker,
* Temenê 32 karkeran jî nehatiye zanîn
 
Di nava van her du salan de herî zêde karker li Stenbolê ji ber Covid -19’ê mirine. Hejmara karkerên li Stenbolê mirine 268 e. Li Enqereyê 75, li Kocaeliyê 74, li Îzmîrê 61, li Bûrsayê 53, li Mêrsînê 42, li Hatayê 40, li Dîlokê 38, li Konyayê 36, li Amedê 34, li Kayseriyê 34, li Edeneyê 30 karker mirine. Li gorî daneyên Meclisa ISIGê li Mûş û Şirnexê tu karker ji ber Covid-19’ê nemirine.