Dirûnkarên jin: Bi reng û xemla xwe dê li qadan bin

  • 09:02 4 Adar 2022
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê Halîme û li Silopiyê jî Besna bi dirûtina cilên herêmî tên nasîn. Besna û Halîme ji bo jinên ku li qadan xebatên 8'ê Adarê dikin kincên herêmî didirûn gotin: "Jinên Botanê bi reng û xemla xwe dê li qadan li dijî zilm û tundiyê dengê xwe bilind bikin." 
 
Li herêmê û Tirkiyeyê tevgerên jinan zend û bendên xwe girêdan û amadekariyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Îsal Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” dadikevin qadan. Bi taybetî jin bi cil û bergen kurdewarî qadan dixemilînin. Di wan deman de piranî karê dirûnkaran zêde dibe. Jin ji bo 8'ê Adarê berê xwe didin dikanên dirûnkariyê. Li Cizîrê Halîme Kar û li Silopiyê jî Besna Aydinlik cilên herêmî didirûn. Halîme û Besna ji jansa me re behsa karê xwe kirin û bal kişandin ser girîngiya 8'ê Adarê. 
 
'11 sal in karê dirûtina kincên herêmî dikim’
 
Kedkar Halîme Kar a ku bi eslê xwe ji Amedê ye, 3 sal beriya niha berê xwe da Cizîrê. Halîmeya ku 11 sal in karê dirûtina kincên herêmî dike, piştî ku hat Cizîrê karê xwe domand. Halîme wiha behsa karê xwe kir: "Ji bo ez çanda xwe bidim jiyîn û nasîn ez vê karê dikim. Ji ber vê yekê eleqeya min bi kincên herêmî ve çêbû. Ji berê ve eleqeya min ji kincên heremî re hebû. Ji ber vê yekê min dixwest ez vê karê bikim. Li vê derê ev çanda kurdî gelek tê jiyîn. Li Botanê jin hertim kincên heremî li xwe dikin. Ji ber vê yekê dema ez hatim li vir min xwest ku ez vê karê xwe bidomînim. Li vir kincên herêmî eleqeyeke mezin dibîne."
 
‘Kincên herêmî tê hez kirin' 
 
Halîme, bi lêv kir ku piştî hatiye Cizîrê bi cih bûye ji ber kesî nas nedikir zehmetiyê kişandiye, lê dîsa jî karê xwe domandiye û got: "Dema ez hatim Cizîrê ez gelekî kêyxweş bûm. Ji Şirnex û navçeyên wê, Mêrdîn, Mîdyatê û ji gelek cihên dinê jî muşteriyên min hene. Gel kincên herêmî gelek hez dikir. Di nava jiyana rojane de jî li vir kincên herêmî tê li xwe kirin." 
 
‘Ji bo min jî amadekarî dest pê dike' 
 
Halîme, da zanîn ku bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re jinên herêmê dest bi amadekariyan çalakiyan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema jin dest bi amadekariyên çalakiyên 8'ê Adarê dikin ez jî dest bi dirûtina cilên herêmî dikim. Wekî hersal îsal jî eleqeyek ji 8’ê Adarê û 21’ê Adarê re heye. Ji ber nêzîkbûna van rojan karê min zêde bûye. Hefteyek beriya niha min dest bi amadekariyên dirûtinê kir. Ez gelek hez karê xwe dikim lê dema rojên wisa de jî ez gelek bi kelecan dibim. Ez heta derengê êvarê dixebitim." 
 
‘Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin' 
 
Halîme, destnîşan kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez jî bi tundiyê re rûbirû mam. Li hemberê zilmê ez hewl didim ku li ber xwe bidim û li ser lingê xwe bisekinim. Divê tu jinek li hember zilmê serî netewîne. Ji bo ku em li ser lingê bisekinin divê em li ber xwe bidin. Divê em jin bi berxwedanê dawî vê zilmê bînin. Divê jin li hemberê tundiyê bêdeng nemîne. Em ê di 8’ê Adarê de bi kincên xwe yên herêmî li qadan bin. Em li dijî zilmê û tundiyê li qadan dengê xwe bilind bikin." 
 
‘Îsal bêtir eleqeyek mezin heye' 
 
Besna Aydinlik a ku li navçeya Silopiyê 3 sal in karê dirûtina kincên heremî dike, da zanîn ku ji bo çanda xwe bide jiyîn vê karê dike. Besna, da zanîn ku bi nêzîkbûna 8’ê Adarê û 21’ê Adarê re gel dest bi amadekariyan dike û ev tişt got: “Kincên herêmî ne bi tenê li van rojan, her wiha di nav jiyana rojane û dawetan de jî tên lixwekirin. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re wekî salên borî îsal jî jinan berê xwe dan cihên dirûnkariyê. Ne bi tenê li Botanê, her wiha ji derveyê bajêr jî sparîşên cilên herêmî tê kirin. Îsal ji salên borî zêdetir eleqeyeke mezin heye.”
 
‘Ligel qeyrana aborî jî em karê xwe didomînin' 
 
Besna, da zanîn ku qeyrana aboriyê bandoreke mezin li ser karê wan dike û ji ber vê yekê zor û zehmetiyan dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qumaşê ku em dikirin jî gelek bûha ye. Lewra jî ev rewş gelek bandorê li me dike. Lê belê em dîsa jî dev ji dirûtina kincên heremî bernadin. Ji bo ku em çanda xwe bidin jiyîn çi ji destê me bê em ê bikin. Gel eleqeyeke mezin nîşan dide. Mirov çawa dikare çanda xwe ji bîr bike. Mînak dema ez biçim dawetan heta kincên heremî li xwe nekim, ez naçim.”
 
‘Bila jin serî rakin’
 
Besna, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema dibêjin 8’ê Adarê kêfxweşiyeke mezin dikeve dilê min. Ji ber ku ev roj ji bo me jinan gelek girîng e. Di 8’ê Adarê de hemû jin berê xwe bidin qadan û dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku jin her roj bi tundiyê re rûbirû dimînin. Her roj jin tên kuştin. Ji ber vê yekê jî divê jin bêdeng nebin û li hember zilmê serî netewînin. Em dengê xwe bilind bikin. Jiyana xwe û ya zarokên xwe biparêzin. Em nîşanê hemûyan bikin ku em jin jî hene. Bila jin serî rakin.”