‘Wê teqez bi serkeftinê encam be’

  • 09:06 1 Adar 2022
  • Ked/Aborî
 
KOCAELÎ - Karkerên Farplas yên ji ber sendîkayîbûn dawî li karê wan anîn û bi rojane li ber xwe didin peyama ‘Berxwedan wê bi serkeftinê bi encam bibe. Mîgros bi ser ket em ê jî bi ser kevin. Heta daxwazên me neyên cih em ê têbikoşin.”
 
Berxwedana karkeran a Fîrmaya Farplas ya parçeyên wesayîtan yên plastîk hildiberîne û li Herêma Sanayî Organîze Îhtîsas ya Tedarik a Otomotîv a Gebzeyê (TOSB) didome. Karkeran ji bo şertên wan baş bibin di 19’ê Çile de dest ji kar berdan. Rêveberiyê daxwazên wan qebûl nekirin û bi hinceta sendîkayî ne di 20’ê Çile de dawî li karê 150 karkeran anî. Karkeran di 30’ê Çile de li sîwaneya fabrîkê protesto dan destpêkirin. Piştî 8 saetan şûnde 6 otobus polîs hatin û êrîşê karkeran kirin. Karker hatin derbkirin û ji sîwaneyê hatin derxistin.
 
Berxwedan didome
 
Karker ji bo şûnde vegerin karê xwe û ji bo reveberî bi sendîkayê re li hev bike di 2’ê Sibatê de berxwedana xwe birin ber fabrîkayê. Karkeran diyar kirin ku wê bi berxwedanê bigihêjin serkeftinê û gotin heta bersivek neyê wê berxwedanê bidomînin. Her wiha gotin ku heta piştgiriyê bibînin wê wisa baş derbas be û gotin Mîgros bi ser ket wê ew jî bi ser kevin.
 
‘Em ji bo ked û nanê xwe li vir in’
 
Berxwedêra Farplas Nîmet Atîk got ev meheke li ber xwe didin û wiha dirêjî dayê: “Berxwedana me baş derbas dibe. Em ji bo ked û nanê xwe li vir in.  Zema her sal didin me gelek kêm e. Ji ber me ev qebûl nekir dawî li karê me anîn. Şertên me giran bûn. Bi zêdekirina mûçeyê li gorî xwe em dixapandin. Me ev qebûl nekir û em çûn cem Ceo. Ceo soz da me û em jî pê bawer bûn. Lê di agahdarnameya ku ji malên me re şande nivîsîbûn ku em ji kar hatine avêtin.”
 
‘Em ê jî bi ser kevin’
 
Nîmetê destnîşan kir ku beyî sedem ji kar hatine avêtin û wiha berdewam kir: “Ji bo em nan bibin ji zarokên xwe re me xwest mûçeyê me zêde bikin. Me tiştekî zêde nexwest. Karkerên Mîgrosê bi ser ketin. Em ê jî mafên xwe bigirin. Em heta dawî li vir in.”
 
‘Em ê teqez bi ser kevin’
 
Berxwedêrek din Derya Yavuz jî wiha bertek nîşan da: “Ji bo em şûnde vegerin karê xwe û mafên me yê sendîkayî bên nasîn em di berxwedanê de ne. Heta niha tu bersiv nedane me. Heta bersivek neyê em ê li ber xwe bidin. Em ji bo debara xwe li ber xwe didin. Zarokên me dixwînin. Ev 6 sale ez di fîrmayê de dixebitim. Ji ber me mafê xwe xwest em derxistin. Lê em ê teqez bi ser kevin.”
 
‘Ji bo lavaboyê jî me destur digirt’
 
Rojbîn Polat jî 5 sale  di fîrmayê de dixebite û wê jî nêrînên xwe wiha daxuyand: “Têkoşîna me wê bi ser keve. Piştevaniya jinan pir girîng e. Piraniya xebatkarên Farplas jin in. Em di şertên giran de dixebitin. Em bi destur diçin lavaboyê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin azad bin. Em azadiya xwe nadin kesî . Heta ku şertên me neyên cih wê têkoşîna me bidome.”