‘Heta ku Erdogan neçe ev pirsgirêk çareser nabe'

  • 09:02 24 Sibat 2022
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Ayşe Çatikkaş, li dijî civaka feodal li ber xwe da û dikana nanê selê vekir. Ayşeya ku ji 14 jinan re derfetên kar vekir, niha ji ber qeyrana aborî nikare debara xwe bike. Ayşe, da zanîn ku berpirs hikûmet bi xwe ye û got: "Heta ku Erdogan neçe ev pirsgirêk çareser nebe."
 
Li Tirkiyê qeyrana aboriyê her ku diçe mezin dibe û êdî welatî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Gelek jinên ku ligel hemû astengiyên civakê tevlî qada kar bûn niha li hemberî qeyrana aborî li ber xwe didin. Yek ji wan jinan Ayşe Çatikkaş e. Ayşe Çatikkaş a 41 salî, dayika 6 zarokan e û li navçeya Cizîra Şirnexê dijî. Ayşe 4 sal beriya niha ji bo debara xwe bike, li Cizîrê dikana nanê sêlê vekir. Ev tişt li Cizîrê yekem tişt bû. Dikana bi navê “Mizgîn nanê sêlê” bala herkesî kêşand. Ayşeyê hem debara xwe dikir û hem jî li dijî civaka feodal li ber xwe da. Bi sekn û xebatê xwe li navçeyê da qebûlkirin. Lê niha li dijî qeyrana aboriyê hewl dide ku li ser piyan bimîne. 
 
‘Bi çêkirina avahiyên pirqatî hewş neman' 
 
Ayşe, ji ajansa me re wiha behsa pêvajoya destpêka kar kir: "Li Cizîrê cihê çêkirina nanê sêlê tunebû û her kesî li hewşa mala xwe nan dipet. Piştî qedexeyên derketina li kolanan gelek xanî hatin xirakirin û li şûna wan avahiyên pirqat hatin çêkirin. Êdî hewş nemabûn ku nanê sêlê bê çêkirin. Sedema vekirina dikanê jî li ser vê esasî bû. Ev 4 sal in min dikan vekiriye û nanê selê dipêjim." 
 
‘14 jin dixebitin' 
 
Ayşe, destnîşan kir xebatek wisa li navçeyê di serê ewilî zehmet bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Cizîrê cara yekem bû ku jinek cihekî wisa veke. Piştî ku min vekir li pêy min gelek jinên din jî cih vekir. Di serî de min xwest ez di hêla aboriyê de li ser piyên xwe bisekînim. Her wiha min xwest ez ji jinên navçeyê re bibim alîkar jî. Dema min dikan vekir 14 jin li cem min dixebitin. Ev tişt gelek xweş bû û bandorê li derdorê jî dikir. Wek hemû karî ev kar jî gelek zehmetiyên wê hene. Em ji serê sibê heta êvarê dixebitin. Serê sibê heta êvarê em li ser piyan dimînin. Karê gelekî mirovan diwestine lê em dixebitin."
 
'Fatûreya ceyranê hezar 13 TL hat...' 
 
Qeyrana aborî ya ku bandorê li tevahiya civakê kiriye, Ayşe jî bêpar nemaye. Ayşe wiha behsa bandora qeyranê kir: "Dema min nû dest bi kar kir karê min gelekî baş bû û min debara xwe û ya dikanê dikir. Lê niha hemû tişt gelek giran bûye û mirov nikare tu tiştî bikire. Niha em tiştekî qezenç nakin. Em torbeyê ar dikirin 350 TL’yan. Em nanê sêlê jî 2 TL’yan difroşin. Lê gel dîsa jî dibêje buhaye. Ji xwe ar û tûpa ku em dikirin bi xwe bihaye. Em tûpê 240 TL yan dikirin. Em nikarin kar bikin. Hemû ji me re dibe zirar. Poşetên nan jî rojê herî kêm 40 TL yan diçe. Em her çiqassî ceyranê bikar neynin jî mehê herî kêm 800 TL fature tê. Herî dawiyê jî fatûraya ceyranê hezar 13 TL hat. Tenê makiyêyên me yên girikan heye. DEDAŞ’ê jî mala me xira kir. Hem fatûraya malê û hem jî fatûreya dikanê tê." 
 
'Ez êdî nikarim mûçeyan bidim'
 
Beriya qeyranê 14 jin li cem wê dixebitî lê ji ber qeyrana aboriyê niha tenê 2 jin dixebitin. Ayşeyê, da zanîn ku ji ber qeyrana aborî û buhabûnê edî nedikarî mûçeyên xebatkaran bide û got: "Berê kesek tenê bixebitiya debara malê dikir lê niha rewş ne wisa ye. Ez jî nikarim debara xwe bikin. Ji bo alîkariyê min keça xwe ji dibistanê girt. Ji ber şert û mercên niha em nikarin hejmara xebatkaran zêde bikin. Niha em li ser sparîşan dixebitin û nanê ku dipêjin ji marketan re dişînin." 
 
‘Heta ku Erdogan neçe ev pirsgirêk çareser nabe'
 
Ayşe di dawiya axaftina xwe de sedema qeyrana aborî wiha rêz kir: "Sedema qeyranê hikûmet bi xwe ye. Berpirsên qeyranê ew in û bûn sedem ku ev qeyran kûr bibe. Êdî tu kes nikare debara xwe bike. Li gelek bajaran gel li dijî hikûmetê serî rakiriye. Karê me baş naçe. Ligel evqas zehmetiyan min dikan vekir, lê ji ber qeyrana aborî ez difikirim ku dikana xwe bigirim. Min her tim xeyal dikir ku ez li ser piyê xwe bisekînim lê diyar e ku ji ber qeyrana aborî ev tişt pêk nayê. Lê heta ku Erdogan neçe dê ev pirsgirêk çareser nebe."