Krîza aboriyê li her derê ye: Em destvala vedigerin malê

  • 09:05 20 Sibat 2022
  • Ked/Aborî
 
Rabîa Onver
 
WAN - Jinan bertek nîşanê buhabûnê dan û gotin: “Em dibêjin belkî li bazaran buhabûn hinek kêm be lê her tişt pir bihaye. Em destvala vedigerin malên xwe.”
 
Krîza aborî her diçe giran dibe û welatî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin. Fatureyên av, ceyran û gazê gel û esnafan bêzar kirine. Ji xurekan bigirin heta cil û bergan, her tişt gelek biha bûye û welatî nikarin tu tiştekî bigirin. Li Wanê jî jinan bertek nîşanê zema roj bi roj tê kirin, dan û gotin ew ji bazarê destvala vedigerin malê.
 
‘Divê biha bên xistin’
 
Kubra Uygun ya bi bavê xwe re li bazarê bi salane dixebite da zanîn ku ewil ji bo piştgiriya bavê xwe hatiye bazarê û niha ji bo pereyê xwe qezenc bike tê û got: “Ji ber aboriyê welatî destvala vedigerin malê. Krîza aborî bandorek mezin li ser welatiyan kiriye. Kes nikare fêkî û sebze bigire. Nîv kîlo bi zor digirin. Biha pir zêde bûne. Carna em jî nikarin bigirin. Em nikarin  ji bo tezgaha xwe sebze û fêkî bigirin. Bi qasî ku bê firotin em digirin. Mirov ji ber pereyê wan tune bi deyn digirin. Ji ber bi pereyê pazarê fatureyan digirin. Mirov perîşan bûne.”
 
‘Ez bi deny digirim’
 
Jina bi navê Fatma Şahîn jî daxuyakirin ku ji ber krîza giran mirov nikarin nan bigirin û wiha pê de çû: “Mirov diçin market û bazaran lê ji ber bihayan nikarin tu tiştekî bigirin. Her kes perişane. Li bazarê berê biha baş bûn. Lê niha bazar bihatire. Em destvala vedigerin malê. Ez pereyê sebzeyê digirin nikarim bidim. Ez bi deyn digirim. Du fatureyên min yên ceyranê ketin ser hev. Ez nikarim bigirim. Ceyrana min hat birîn min pere deyn kir û fature raza. Berê dikana me ya 30 sal bû me dixebitand hebû. Lê ji ber pandemiyê me firot. Em di kirê de ne. Ev 3 kirê ne me nedane. Xwediyê xanî got hûn nedin ez ê we derxim. Em nizanin çi bikin."
 
‘Hilbijartinek bibe wê her tişt bibe’
 
Kudret Saglam jî bi lêv kir ku ji ber van buhayan kes nikare tiştekî bigire û got: “Her roj zem tên kirin. Sebze bihaye. Li her malê 3-4 kes bixetin jî hewcedarî nikarin bên girtin. Kar tune. Kes naxebite. Em nikarin fatureyan bidin. Ez têm bazarê her tişt bihaye. Em destvala vedigerin. Bi 100 TL têm lê nikarim tiştekî bigirim. Em nikarin nan bigirin. Hilbijartinek bibe belkî ev krîz bidawî bibe.”
 
‘Carna destvala vedigerim’
 
Sultan Aslan jî wiha vegot: “Krîzê bandor li ser me hemûyan kir. Ceyrana me hezar û 500, gaza me 500 tê. Bi mûçeyê pîrbûnê van fatureyan didim. Ez diçim bazarê destvala vedigerim. Ev du hefteye ez bi pakêtên biçûk xurek digirim.”