Jinên bazarvan: Qeyrana aboriyê bandoreke neyînî li me dike

  • 09:01 8 Sibat 2022
  • Ked/Aborî
Medya Uren - Şîrîn Çinar 
 
AMED - Jinên ku 9 sal in li bazara jinan a Jiyanê dixebitin dibêjin ew weke zayenda dijalî tên dîtin û yên ku herî zêde ji qeyranan bi bandor dibin jî ew in. Jinan gotin ev qeryana mezin dibe wê bibe sedema qeyrana civakî jî.
 
Qeyranên aborî yên ku mezin dibin herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Îktidara ku ketiye tengasiya qeyranê êrişî destkeftiyên jinan dike û barê herî mezin dide ser milê jinê. Bazara jinan a destkeftiya jinan e jî li ber vê êrişê dikeve. Hewl tê dayin ku bazar ji destên jinan bê derxistin û bidin mêran. Jinên ku 9 sal in li vir dixebitin dibêjin em weke jin bi zehmetiyên mezin hewl didin ku debara xwe bikin, lê jin her tim weke zayenda dijalî tê xuyakirin. Neheqî li wan tên kirin û nikarin beramberî keda xwe bistînin.
 
'Em li welatê xwe, li ser axa xwe koletiyê dikin'
 
Fatma Dogan a ku 9 sal in li bazarê dixebite da zanîn ku ew gelekî di bin bandora qeyranê de dimînin û wiha got:"Em weke kedkar tucarî sûdê ji tiştekî nastînin. Çiqas em kedê didin jî yên ji qeyranan bi bandor dibin cardin em in. Ji ber ku di her şert û mercî de em ji dewletê re dixebitin. Ji ber wê baca em didin dewletê jixwe tiştek ji me re namîne. Dewleta niha hikim dike jî naşibe tu dewletan. Em dibînin û dibihîsin, li dewletên din pisîk jî ji mirovên li Tirkiyeyê binirxtirin. Em li welatê xwe, li ser axa xwe koletiyê dikin. Her roja tê jî em dibêjin hîna ev rojên me yên baş in. Çima? Çima em tim di vê zilmê, koletiyê û xizaniyê de ne? Bila em jî mîna xelkê bin."
 
'Zehmet e Tirkiye bi ser xwe ve were'
 
Fatmayê da zanîn ew ji fatûre û zemên tên kirin re dixebitin û wiha pê de çû: "Em ne dikarin zarokên xwe xwedî bikin ne jî em dikarin jiyanek bi tendirust biborînin. Tenê li zemên ceyranê binêrin. Bawer im mesrefa çiraya li kolanan pê dikeve jî li ser me hesap dikin. Niha min fam nekiriye dewlet ji me re çidike? Pêwîst e em pirsa vê yekê bikin. Divê em bêdeng nemînin. Li welatên din ji ber zemek biçûk gel radibe serhildanê. Hinek maye em ê ji birçînan bimirin, lê deng dernakeve. Ew jî bi birçîbûn û tirsek mezin me bi rê ve dibin. Gelek zehmet e ku hewldanek di derbarê çareserkirina qeyrananên li Tirkiyeyê de pêk were. Hêviya min tune ye. Encex 40 salê din bi ser xwe ve were, ew ji belkî."
 
'Kes ji me ji halê xwe ne memnûn e'
 
Muslume Kelekçî ya 9 sal in karê bazarê dike têkildarî qeyranê ev gotin parve kir: "Bi salan in em vî karî dikin û tucarî me bihabûnek bi vî awayî nedîtiye. Em li vir firotinê dikin û bi vî pereyî nikarin dubare ji halê alavan bigirin. Lewra kes jî ji rewşê ne memnûn e. Ji ber em hemû birçî ne em gilîdar in. Hertişt biha bûye. Em nizanin em ê bi çi re bigihêjin. Diravê ceyran, gaza xwezayî, xurek, kelûpel û hertiştî biha bûye. Em pere qezenç nakin."
 
'Em li ber sermayê nan qezenç dikin'
 
Muslumeyê bi lêv kir ku yên berê 2 kîlo, 3 kîlo distendin niha jî nîv kîloyê distînin. Muslumeyê bal kişand ser ferqa wê û wiha berdewam kir: "Çiqas hatiye guhertin? Kes newêre bi wêrekî bihayê xurekan bipirse. Yên ku tên dipirsin jî dibêjin em nestînin jî dibe. Em li ber vê sermayê hewl didin ku diravê halê derbixin. Rewşa me hemûyan ne baş e. Em hêvî dikin ku dengê me were bihîstin. Sedema van qeyranan jî yên li ser rêveberiya Tirkiyeyê ne. Em hemû şahid in lê tiştek ji destên me nayê."
 
'Divê gavên çareseriyê werin avêtin'
 
Nejla Kiliç di serî de diyar kir ku ew weke jin bi zor û zehmetiyên mezin vî karî dikin û wiha got: "Ev 9 sal in ez vî karî dikim. Berê em hinekî din li ser xwe bûn, temenê me jî mezin bûye. Ji me re zehmet tê. Di sermayê de di germahiyê de em mecbûr in li vir ama de ne. Lê belê ji bo em bikaribin debara xwe bikin em neçar in bixebitin. Niha yê di malê de dixebite ez im û ez nikarim zikê me hemûyan têr bikim. Ger tu bêjî hûn beramberê keda xwe û zehmetiya xwe distînin, nexêr em nastînin. Heta em di xisarê de ne. Ger ev qeyran wisa berdewam bike wê xilasiya me nebe. Pêwîst e ji bo qeyrana aboriyê gavên çareseriyê werin avêtin."
 
'Qeyrana aboriyê bandoreke neyînî li me dike'
 
Riham Opoz jî bal kişand ser zehmetiyên weke jin dikişînin û wiha berdewam kir: "Em serê sibehê saet di 4’an de radibin û diçin halê. Em li wir tiştên ku bifiroşin distînin û dest bi danîna bazargeha xwe dikin. Em zarokên xwe jî li malê dihêlin. Heta mexreba dereng jî em li vir in. Em diçin malê jî em li zarokan û malê dinêrin. Karê me di nava rojekê de qet naqede. Lewra em beramberê keda xwe tu carî nagirin. Li cihê ku alîkariya jinan were kirin hewl didin ku bazara jinan a jiyanê ji holê rakin û tije mêr bikin."
 
'Bawerî jî nema ye'
 
Rihamê bal kişand li ser bihabûna heyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xurekên xwe bi bihayekî bilind distînin. Xurekên xira bûne dixin binê kaseyan û didin me. Bawerî jî nema ye. Wisa here wê qeyranên aboriyê bibe sedema qeyranên civakî. Divê demildest çareseriyek were pêşkêşkirin. Ji bo tendirustiiya civakê ev pêwistî ye."