Krîza aborî giran dibe: Esnaf ketin derdê fatureyan

  • 09:07 27 Çile 2022
  • Ked/Aborî
 
Hîkmet Tunç-Rabîa Onver
 
WAN - Li Wanê ji ber krîza aborî û serma zivistanê esnaf bêyî ku berhem bifroşin roja xwe diqedînin. Esnaf ku nikarin kirê bidin, hewl didin ku dikanên xwe negirin.
 
Israra AKP’ê ya di şer de Tirkiyeyê roj bi roj ber bi krîza aborî ya giran û krîza siyasî ve dibe. Fatureya krîzê dîsa li ser milê welatiyan hat barkirin û her wiha esnafan jî nisîbê xwe ji vê girtin. Ji ber bihayên zêde esnaf nikare tiştekî bifroşe, nikare fatureyan bidin.
 
Li Wanê ensfan zor û zehmetiyên li dijî krîzê vegotin’
 
‘Ev du hefte ne min 20 TL firotin kiriye’
 
Welatiyên li Wanê ku serma wê tûnd e, ji bo hewcedariyên xwe yên rojane bigirin dan û stanê dikin. Li Bazara Rûs a Rêya Armûşê, tevî ku saetên nîvro tê jî dikan nayên vekirin û muşterî encax saet di 2-3’an de tên.
 
Fadîme Dokay a li bajêr 10 sal in bincilkan difroşe diyar kir ku beriya vir li taxê esnafî dikir û sala ku krîzê herî zêde bandor kiriye sala 2022’yan e. Fadîmeyê ku hewl dide xwe ji sermayê biparêze jî sobeyek ceyranê kiriye bin tezgahê û hewl dide bi sobeyê lingên xwe germ bike. Fadîmeyê bi lêv kir ku ji ber barîna berfê ev du hefte ne tenê bi 20 TL berhem firotiye û wiha dirêjî dayê: “Min tenê du gore firotin. Min du kirê xwe nedane. Ez nikarim berhem bigirim. Ji ber nayên firotin. Hêza min a girtinê jî tune ye. Mehên zivistanê em ji bêrîka xwe dixwin. Bi salane esnafiyê dikim lê hatime asta ku dest jê berdim.”
 
‘Ez nikarim fatureyan bidim’ 
 
Fadîmeyê di dirêjiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ez bi qezenca xwe kirê didim, fatura didim û debarê dikim. Ji ber zivistanê kar tune ye ez tenê dikanê dixebitînim. Qezenca xwe bi hevkarê xwe re parve dikim. Berê fatureya ceyranê 30 TL dihat. Lê bi zema tê re ez du qat didim. Em aydatê didin xebatkarê bazarê. Ger ez sobeyê zêde pêxînim ez nikarim fatureyê bidim.”
 
‘Bandor li gelek jinan bû’
 
Fadîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku berhemên jinên ku li malê bi destan çêdikirin jî digirt û ev tişt anî ziman: “Ji taxê jinan berhemên keda destê xwe dianîn. Min qurişek du quruş kara xwe digirt û berhemên wan difrotin. Lê êdî ez nikarim berhemên wan bigirim. Ji ber nayê firotin. Dibe ku ez dikanê jî bigirim. Jinan bi berheman debara xwe dikir. Ji ber vê ez xemgîn bûm. Gelek jin ji vê bi bandor bûn.”
 
‘Wê kî yê bi 30 TL yî atlêt bigire?’
 
Yek ji cihên ku krîzê bandor lê kiriye Bazara Gel  a Mezin e. Jina bi navê Hanîfe Guzel a 14 sal in esnafiyê dike daxuyakirin ku dolar ket lê biha her çûn zêde bûn û bi lêv kir ku rojek berê çûye ku mal bigire lê atlêtek ku rojek hefteyek berê girtibû bûye 25 TL û wiha dirêjî dayê: “Tayt min 15 TL digirt. Yê herî xerab bûye 30 TL. Ez kara xwe bikim ser wê kî yê atlêt bi 30 TL yî, kî yê taybet bi 45 TL yî bigire. Ez neçar im kirê ji vir derxim. Fatureyên xwe ji vir derxim. Sê kirê min di hundir de ne. Di hesabê min de 5 quruş tune ye. 
 
‘Welatî nikarin fatureyê bidin’
 
Hanîfeyê destnîşan kir ku bi rojane tu tiştek nehatiye firotin û ev nirxandin kir: “Hêza girtinê ya welatiyan tune ye. Welatiyên nikarin fatureya gazê bidin întîxar dikin. Ji sedî sed zem hatiye kirin. Mirov nikarin tiştekî bigirin. Berhemên ku berê min bi koliyan digirt niha yeko yeko digirim. Ez nikarim pereyê wan jî bidim. Ez rojê çar nanan digirim. Cigara bûye 25 TL. Pereyê rê zêde bûye. Ji ber sermayê ev du hefte bûn dikana min girtî bû. Ez neçar im mûçeyê xebatkaran bidim. Naxwazim dikanê bigirim. Lê nizanim çi bikim. Xanî kirê ye, dikan kirê ye. Ji ber vê em nikarin debara xwe bikin.”