'Pêwist e li hemberî qeyrana aboriyê çareseriyek were pêşxistin'

  • 09:03 18 Çile 2022
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Jinên Amedê yên aboriya Tirkiyeyê şîrove kirin bal kişandin ser rewşa di nav de ne û çareseriyê û wiha gotin:"Sedema buhabûnê hukumet bi xwe ye. Bila li hember bêdengiyê serhildanek pêk were. Pêwist e li hemberî qeyrana aboriyê çareseriyek were pêşxistin."
 
Qeyrana aborî û bihabûnê hemû dibe sedem ku civak bi zehmetî pêdiviyên jiyanî pêk bînin. Jinên Amedê jî pirsgirêk û tengasiyên di vê pêvajoyê de dijîn bi ajansa me re parve kirin. Jinan diyar kirin ku ji qeyranê bi bandor dibin û diyar kirin ew hêvî dikin ev roj derbas bibin. 
 
'Bila li hember vê bêdengiyê serhildanek pêk were'
 
Hedyeyê diyar kir ku ev roj mîna derbasbûyina ji ser pira siratê ye û wiha got: "Êdî jiyana me nema ye, tenê em henaseyê distînin. Hinek maye ku ji me re bêjin wê henaseyê jî nestînin. Tu başiya me nemaye, her ku diçe rewşa me ber bi xerabûnê ve diçe. Bi dorê her tişt buha kirin. Ceyran, gaza xwezayî, av, xurek û hemû alav buha kirine. Mihr di destê kê de be sultan ew e. Ger ku ev kesan rêvebertiya dewletekê dikin wê demê neçar in ku welatiyan bifikirin. Ev roj ji bo me weke pira silatê ye û em li ser diçin. Lewra kes jî li halê me temaşe nake. Li beramberî vê civak ketiye bin tengasiyeke mezin. Ev tengasî jî me ber bi xwekujiyê ve dibe. Em dizanin çareyek me nemaye. Êdî bes e. Bila li hember vê bêdengiyê serhildanek pêk were. Axaftina min a niha ji bêhntengiyê ye. Ji ber ku ez êdî nikarim biqedînim. Ger ez xwe bikujim jî sedem tunebûn e."
 
'10 lîrayê berê bûye 100 lîrayê niha'
 
Hatîce Kesîcî bi lêv kir ku 10 lîrayê berê bûye 100 lîrayê niha û wiha lê zêde kir:"Ez mûçeya teqawîtbûyinê distînim. Ev mûçe qet têra min nake. Weke ku em bi serê xwe de bikin, di cih de diqede. Em mirine, şîna me ye û yê ku li ser me bigirîn tune ne. 10 lîrayê berê bûye 100 lîreyê niha. Em di vê rewşê de ne mixabin. Baş e ku niha lawê min li gel min dimîne. Em herdu mûçe distînin û îdareya xwe dikin. Sibehê bizewice jî wê halê me çibe ez nizanim. Her ku biçe wê rewş xirab bibe û wê gel jî bişewite. 70 sal emrê min heye, min gelek qeyran dîtine. Ji pêvajoya Ecewît heta niha me gelek pirsgirêk derbas kirine. Lê belê min tucarî tiştek wisa mezin nedîtiye. Me di vê pêvajoyê de rekor şikandiye."
 
'Pêwîst e çareseriyek were pêşxistin'
 
Birsen Înal da zanîn rewş her diçe xirabtir dibe û wiha pê de çû: "Rewşa buhabûnê her ku diçe xirab dibe. Ez bi pereyê teqawitbûyinê debara xwe dikim. Lewra ev têra min nake. Baş e ku ji berê de me ji xwe re xaniyek stendiye em ji kîraya xaniyan xilas bûne. Em her roj bi hesaban re mijûl dibin. Em ê îro çiqas dirav bidin çi yan wê ev dirav têra çi bike? Xweda alîkarê kesên ku qet dirav nastînin bike. Li vir ez rastî çend zarokan hatim li ser rê xwe dane hev û li ser parçeyek betanî hewil didan xwe germ bikin. Ew rewşa Tirkiyeyê vedibêjin. Ez dawiya tunelê ronî nabînim. Sedemê vê yekê jî em hemû baş dizanin. Pêwîst e çareseriyek were pêşxistin. Em êdî bi tirs hertiştî dikin."
 
'Bi hêviya ev roj derbas bibin'
 
Bîrsenê diyar kir ku ew hêvî dikin ev roj derbas bibin û wiha got:"Dewlemend dewlemendtir û xizan jî xizantir bûn. Niha ev qeyran li her deverê heye. Hertişt pir biha bûye. Em di her wateyê de dikevin tengasiyê, lê belê em hewil didin ku jiyana xwe bidin borandin. Em xwedî welatekî xweş û dewlemend in, ger me baş daba bikaranîn. Em di nava qeyranekê de ne. Em hêvî dikin ku rewş baştir bibe û em van rojan derbas bikin."
 
'Em erzaniyê dixwazin'
 
Halîse Kaplacak da zanîn ku ew êdî nikarin debara xwe jî bikin û wiha pê de çû:"Her tişt pir biha bûye. Ez niha bi mûçeya kal û pîrbûnê  debara xwe dikim û qet têra min nake. Em di kîrayê de jî rûdinên. Em destê xwe diavêjin çi em ditirsin. Em êdî ditirsin bihayê tiştan bipirsin û bistînin. Em nikarin êdî debara xwe bikin. Em dibêjin pêwîst e demildest erzaniyek were. Bi vî rengî em jî hinekî hizûrê bibînin."
 
'Em li hêviya serhildanê ne'
 
Ozlem Ozen jî bal kişand ser hêviya serhildanê û wiha got: "Herkes ji qeyranê bi bandor bûye. Hertişt biha bûye û em neçar in bistînin jî. Tiştekî ku em bikin jî tune ye. Herkesî serê xwe tewandiye û rewşê qebûl dike. Yên ku li hemberî rewşê serî rakirine jî em dizanin an mecbûr mane reviyane ewrûpa yan jî di girtîgehan de ne. Gelek nûçegihanên weke we jî ku li dijî sîstemê rabûne ji derve ne. Rewş ev e kes nikare dengê xwe jî derbixe. Em bi hêv îne jî hîna, em bawer in ku wê li dijî vê yekê serîrakirinek çêbibe. Ji ber ku wê şert û mercên jiyanê girantir bibin. Em vedigerin salên 90’î.  Vegera gundan ji niha ve dest pê kiriye."
 
'Sedema buhabûnê hukumet bi xwe ye'
 
Fatmayê diyar kir ku ew ji ber rewşa welêt a xerab nikarin zarokên xwe baş mezin bikin û wiha pê de çû: "Di vê çaxê de kî dikare ji xwe re tiştekî bistîne? Mûçe were malê jî têra me nake. Ji ber ku hertişt biha bûye û em bi buhabûnê re nagihêjin. Sedema vê jî hikumet bi xwe ye. Li hemberî vê jî tiştek ji destê me nayê. Ne em dikarin wan baş mezin bikin ne jî em dikarin bidin xwendin."