'Muçeyê tê malê di rojekê de diqede'

  • 09:04 11 Çile 2022
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
AMED - Li Tirkiyê welatî bi xizaniyê re têdikoşin û her diçe rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Jinên Amedê bertek nîşanê bihabûnê dan û destnîşan kirin ku mûçeya tê malê di rojekê de diçe.
 
Di sala 2021'ê de bihayê her tiştî li Tirkieyê hat zêdekirin û xiaznî jî pê re zêde bû. Lê sala nû ku me ketinê jî careke din bihayê her tiştî zêde kirin. Ji ber bihayê ku tê zêdekirin sînora xizaniyê ketiye bi sînorê birçîbûnê û bi milyonan kes vê rewşê dijîn. Li kolanan, bazar û li malan rojeva sereke ya gel qeyrana aborî û bihabûn e. Nerazîbûn û bertekên welatiyan ên li dijî bihabûnê her diçe zêdeitr dibin. Jinên amadî jî bertekên xwe yên li dijî bihabûnê anîn ziman û destnîşan kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê dewlemend zêdetir dewlemend bûne û xizan zêdetir xizan bûne.
 
Mûçeya ku tê malê di rojekê de diqede
 
Remziye Yavuz: Ji ber ku bihayê her tiştî zêde bûye em nema zanin êdî çi bikin. Ne mûçeya me terî dike ne jî em dikarin debara xwe bikin. Îdare nabe, Di wan şert û mercan de kes nikare pêdiviyen xwe bîne cih. Mûçeya ku tê mal jî di rojekê de diqede.
 
Alev Guneş: Ez bi taybet nikarim zêdetir pêdiviyên zarokên xwe bînim cih. Ji ber vê qeyranê em neçar mane. Ji ber van pirsgirêkan em pîr bûne û ji vê jiyanê nikarin tehmê bigirin.
 
Fatma Memîş: Em nikarin debara xwe bikin û bi mûçeyê herî kêm em perîşan kirin. Çiqas mûçe bidin jî ji ber vê bihayiyê qîm nake. Tirkiyê di rêjeya betal hiltinê de di rêza herî jor de ye. Heke derfetên kar çêbibin û ciwanên me kar bibînin wê rewş baştir bibe.
 
Serpil Kiyar: Em bi bihabûnê re ketin sala nû. Mûçeya herî kêm hat zêdekirin lê dîsa jî têrî nake. Buhayê gazê hat zêdekirin, ceyran û av jî zêde kirin zam hat. Li her derê kaos û krîz heye. Kes êdî nizanin wê çi bikin.
 
Xwendevan hêviyê ji dervî welat dikin
 
Xwendevan Eylem Karakuş: Ez xwendevan im lê bûrsa ku distînim kêm e, ji min re namîne. Bihayê wargehê jî hat zêdekirin û buhayê otobusan jî zêde kirin. Pereyê ku ji me re tê bi kêrî me nayê û em niznain ku em ê bidin kîderê. Heke ez zanîngehê biqddînim  jî hêviya min tune ye ku bibim xwedî kar. Ji ber ku gelek xwendevanên ku qedandine bê kar in. Gava em jî vê rewşê dibînin em neyînî bi bandor dibin. xwendevan hêviyê ji dervî welat dikin.
 
Xwendevan Asya Karakuş: Bûrsa me 850 TL ye lê 350 diçe wargehê. Dîsa alav û pêdiviyên me yên zanîngehê hene. Pereyê ku dimîne em çawa pê bijîn. Lêçûna xwarinê jî em nikarin bidin. Jixwe bihayê pirtûkan jî li holê ye.
 
Muçeyê xwe zêde dike lê gel perîşan dike
 
Heyat Aksu: Ger ku biha zêde nekin û  kêm bikin dê gel jî bikaribe hilmê bigire. Ji ber ku welatî ji ber bihayê ku tê kirin êdî fetî yedi bin wan bihabûnê de êdî difetise. Hevjînê min ji kar derxistin. Em di kirê de nin lê nikarin kirêye xwe bidin. Zarokên min bi birçî diçin dibistanê bi birçî tên. Lê Erdogan dibêje li Tirkiyê feqîr tune ye.  Lê belê ji mûçeya xwe re zem dike, xelkê jî pêrîşan dihêle. Zarokên me ji bo ku bêkar in nikarin debara xwe bikin giş diterikin tiştên xirab wekî tiryak û fihûşê.
 
Hanimcan Akgun: Hevjinê min betal e. Em di şert û mercên xirab de dijîn. Zarokên min xwendekar in lê em nikarin ji wan re pirtûk jî bistînin. Em faturaya ceyranê nikarin bidin. Her tişt biha ye û dîtina kar jî gelek zamet e.
 
Dewlemend bêhtir dewlemend bûn xizan jî xizantir
 
Akîfe Guler: Ez çûm bazarê li gelk ku min selika xwe tijî jî nekir tenê nîvî kir tiştên min kirinîn 200 TL girtin. Tştekî nayê kirîn. Muçeyê me 2 hezar e. Em tiştekî nikarin bikirin û bixwin. Em dibên em şorbê bixun lê ew jî gelek buha ye. Em ji ber bihayê her tiştî zêde bûye nema dikarin biçin bazar û markêtin.
 
Gulîstan Guneş: 4 zarokên min hene, di vê rewşê de gelek zehmetî dikşînim. Gelek kesên ku nikarin ji mala xwe re nan bigirin hene. Malbat ji zarokên xwe re nema dikarin pirtûk an jî pêlîstokekê bikirin. Gava ez ji zarokek xwe re tiştekî dikirim nikarim ji yên din re bikirim û gelek pê xemgîn dibim. Hikûmet kesên dewlemend pêhrtin dewlement kirin, yên xizan jî zêdetir xizan kirin.