Bertekên gel ên li hember zemê: Divê rêveberî biguhere

  • 09:05 16 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Ji ber zemên li pey hev tên kirin welatî nikarin debara xwe bikin û bertek her diçin zêde dibin. Gelê Stenbolê diyar kir ku hîna mûçeyê asgarî diyar nebûye lê bi zemên tên kirin re heliyaye û got divê rêveberî bê guhertin.
 
Bi bilindbûna dovîzê re TL roj bi roj nirxa xwe winda kir û zemên li pey hev tên kirin jî welatî anîn nokteya xizaniyê. Di vê pêvajoya ku tê payîn mûçeyê asgarî bê aşkerakirin de, welatiyên li Stenbolê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin’
 
Bîrgul Ozcan a di tekstîlê de dixebite got ji ber krîza aborî 13 sal şûnde dîsa dest bi xebatê kiriye, nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û got: “Tevî em dixebitin em nikarin debarê bikin. Her hefte em nikarin biçin dan û stanê. Dema em biçin dan û stanê ji 750 TL’yî kêmtir naçe. Jiyan evqas biha bûye. Em nikarin zarokên xwe bibin cihekî. 3 hezar têrî mutbexa malbatek 4 kesî nake. Ez heqê xwe helal nakim. Wê teqez rojekê hesabê vê bidin.”
 
‘Ez êdî denga xwe nadim wan’
 
Bîrgulê di berdewamiyê de destnîşan kir ku mûçeyê asgarî pir komîk e û ev tişt bi lêv kir: “Ew 30 hezarî kêm dibînin. Lê dibêjin hun bi 3-4 hezarî îdare bikin. Ligel enflasyonê mûçeyê asgarî pir komîk e. Psîkolojiya mirovan xera bû. Divê mûçeyê asgarî ne bin 6 hezarî de be. Bi vê desthilatdariyê aborî sererast nabe.”
 
‘Biha 4 kat zêde bûn’
 
Sumeyye Tosun jî ev bertek nîşan da: “Ev demek dirêje ez dernakevim derve. Li gorî salên borî biha 4 kat zêde bûne. Niha li malê çar zarok hene. Her tişt bihaye. Tevî me tiştekî zêde jî negirt 400-500 TŞ . Ji bo xwarinekê 100-200 lîra diçe. Gaz, ceyran av heye. Bala her kesî li mûçeyê asgariye. Hêvîdar im tiştekî baş derkeve holê.”
 
‘Pereyê stajê birîn’
 
Xwendekar Îrem Aparî jî bertek nîşanê zememên tên kirin da û got pere têrî pirtûkên testan nakin û ji ber vê jî çavkaniyên wê zêde tune ne û got: “Dewlet pereyê stajê dide kargeriyan. Lê ew jî nadin me. Ev çend sal e wisa dikin. Pereyên me birîn. Ez nikarim biçim tu aktîvîteyekê. Em nikarin biçin konserekê. Her tim em di stresê de ne. Em her tim fikara pêşerojê dijîn. Ger mûçeyê asgarî bibe 6 hezar wê têr bike. Ji bo aborî baş bibe divê rêveberiya vî welatî biguhere.”
 
‘Ne pêkane li derve kahweyek bê vexwarin’
 
Oznur Gokal jî daxuyand ku çandinî û hilberîn qedyaye û vê jî bandor li krîza aborî kiriye û got : “Simîdek bûye 3 lîra û nîv.  Li derve vexwarina çayê an jî kahweyê ne pêkan e. Heta du sal berê em dikaribûn biçin derveyê welat. Lê  mûçe êdî heliyane. Her tişt biha bûye. Roj bi roj zem tên kirin. Em ji bo pêlav û motekî bigirin mehekê dixebitin.”
 
Jina bi navê Yildiz Demîr jî nêrîna xwe wiha daxuyand: “Ji ber zema tê kirin nirxa mûçeyê teqawîtbûnê nema. Pereyê didin min 10 kat zêdetir ji min digirin. Tu fêdeya wê tune. Em nikarin debara xwe bikin. em nikarin tu tiştekî bigirin.”
 
‘Em di bin betaniyê de rudinin’
 
Nezahat Kose jî got ji ber zemên tên kirin hêza dan û stendinê ketiye û got: “Tiştên me digirt êdî em nikarin bigirin. Ji xwe em nikarin goşt, xwarinên taştê, cil û bergan bigirin. Em bi îdareyê dijîn. Em nikarin tu tiştekî bikin.  Mûçeyê serokomar 100 hezar e. Ev neheqiyek mezin e. Gaz buhaye tune ye, sotemeniya me tune ye. Em di bin betaniyê de rudinin.”
 
‘Em di xizaniyê de dijîn’
 
Umran Gunduz jî ku kedkara malê ye, gazinca xwe anî ziman û got ew ji ber zema tê kirin nikarin tu tiştekî bigirin û bi nano ziko dijîn û di nava xzaniyê de dijîn.
 
Xwendekar Afranur Uzun jî  got tevî bavê wê bi salan xebitiye û teqawît bûye du hezar û nîv  lîra mûçe digire û ji ber vê jî nikarin tu tiştekî bigirin, ev salek jî nikare pirtûkan bigire.