Bi yeko yeko jî sebze nayê girtin: Welatî ne razî ne

  • 09:05 9 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
WAN - Welatiyan bertek nîşanê zema ku li pey hev tê kirin û bihabûna xurekan dan û diyar kirin ku nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Welatiyan da zanîn ku çareseriya krîzê bi guherîna rêveberiyê pêkan e.
 
Krîza aborî roj bi roj girantir dibe û li Tirkiyeyê piştî TL nirxê xwe winda kir, li pey hev zem hatin kirin û didome. Ji xurekan bigirin heta alavên paqijiyê û cil û bergan her tişt biha bû û hêza welatiyan a girtinê her diçe dikeve. Ji ber demsala zivistanê sebze û fêkiyên ku piranî tên bikaranîn jî her diçin biha dibin û welatiyên ku bihayê îsotê dîtin, carek din berê xwe dan girarê.
 
Li Wanê her roj li taxek cuda bazar tê avakirin û welatiyên ku bi fikra wê li bazarê biha hinek din baştir bin, diçin bazarê mixabin bi 50 an jî 100 TL’yê di bêrîka xwe de nikarin tiştekî bigirin. Jinên ku hesabê wan li hev dernakeve, destvala vedigerin malê.
 
Gurza şinahiyan 5 TL ye
 
Jinên li navçeya Îpekyolê ya Wanê çûn bazara Taxa Alî Paşayê, li seranserê bazarê digerin û tenê li tezgahan dinêrin. Li tezgahên şînahiyan ku herî zêde qelebalix in, gurza îspenexê 5 TL, ya tivir 6, ya marûlê 8 TL ye. Sebzeyê herî biha yê vê hefteyê jî îsot bû û kîlo 10 TL bû.  
 
Mandalîna ku zivistanê pir zêde tê bikaranîn jî 4 TL bû. Kartol jî ji 5 TL dest pê dike. Seranserê hefteye gurza pîvaza şîn, roka, bexdanûz, kîşnîş û cureyên din 5 TL bûn.
 
‘Biha roj bi roj zêde dibin’
 
Jina bi navê Nazli Hekîmê ku ji Îranê ji bo dan û stanê hatiye Wanê, da zanîn ku bihayên li Tirkiyeyê zêdetir in û nikarin li bazaran jî dan û stanê bikin û wiha dirêjî dayê: “Her roj biha zêde dibin. Ji ber derfetên kar tune ye, em nikarin dan û stanê bikin. Li gorî Îranê li vir her tişt pir biha ye. Ez ji bo dan û stanê hatim vir lê biha pir zêde ne, ji ber vê min tiştek negirt. Bila biha hinek bikevin, bila hinek rewşa welatiyan bibînin. Mirov bi rastî zehmetiyê dikşînin. Li hinek malan kes naxebitin. Her roj hêza girtinê dikeve. Em nikarin tiştekî bigirin.”
 
‘Herî zêde xurek zêde bûne’
 
Ayten Sevmez jî destnîşan kir ku biha roj bi roj zêde dibin û daxuyakirin ku herî zêde xurek zêde dibin û ev tişt daxuyand:“Ez bi 100 TL hatim bazarê û min sebze û fêkî girtin. Ew jî her yek nîv kîlo. Tevî min ji her tiştekî kêm jî girt pere nema. Min got ez êvarê dolme çêbikim lê kîloya qiyme bûye 70 TL. Xurek pir zêde bûne.”
 
‘Sererastbûna aboriyê ne pêkan e’
 
Jina bi navê Sevgî Kaya bi lêv kir ku ji ber bihayan bi awayekî têr dan û stanê nakin û berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Divê êvarê xwarinê çêbikim lê ez tiştekî digirim nikarin ê din bigirim. Ez niha difikirim ku êvarê çi çêbikim. Yê herî erzan erîşte ye, neçar im wê çêbikim. Ji niha de dibêjim ku sibehê çi çêbikim. Ez balîcan bigirim kîlo 9 lîra ye. Qiyme bûye 70. Ez an nîv kîlo ya 250 gram digirim. Dema digirim jî şerm dikim. Dolar zêde bûye, bi vî awayî ne pêkan e aborî sererast bibe. Pereyê tirk hatiye rewşek wisa ku  bûye kaxiz. Tu nirxa wî nemaye.”
 
‘Bi guherîna rêveberiye wê her tişt biguhere’
 
Zehra Belek jî der barê zêdebûna bihayan de wiha got: “Biha her diçin zêde dibin. Min got îro sebze bigirim lê bihayê wan pir zêde ne. Krîza aborî encax bi guhertina rêveberiyê wê sererast bibe.”