Jinên Botanê: Ji ber qeyrana aborî em nikarin biçin bazarê

  • 09:02 9 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê, li hemberî polîtîkayên aborî yên hikûmetê bi bertekin û gotin: "Ji ber polîtîkayên heyî em êdî nikarin debara xwe bikin û biçin bazarê danûstandina rojane jî bikin."
 
Qeyrana aboriyê ya ku bandorê li tevahiya jiyana welatiyan dike li hemberî polîtîkayên îqtîdarê bi bertek in. Jinên Botanê, derbarê qeyrana aborî de nêrînên xwe ani ziman û gotin êdî nikarin debara xwe ya rojane jî bikin. 
 
‘Qeyrana aborî bêtir kûr dibe' 
 
Seroka Şaxa Genel-Îş a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şirnexê Zeynep Îdîn, anî ziman ku ev qeyran ne nû ye û got: "Ev qeyrana aboriyê bandorek mezin li gelê Tirkiyeyê kir. Bi taybetî jî herêm jî bi bandor dibe. Ev qeyran ji demên berê ve heye. Lê îro ev rewş her ku kûrtir û girantir bû. Pêwîste hemû partiyên siyasî bên cem hevdû û ji vê rewşê re çareseriyek bibînin.”
 
‘Rewşa jinan bêtir xirab e' 
 
Zeynep, da zanîn ku ev qeyrana aboriyê bi taybetî bandora xwe li jin û ciwanan kiriye û wiha bi lêv kir: "Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê gelek zêde ye. Jinên ku dixebitin jî heqê wan gelek kêm tê dayîn. Jin di her aliyê de jê bandor dibe. Jin hem mitbex, hem zarok û hem jî malê dinêre. Berpirsyariya jinê zêdetire. Ji ber vê yekê jî bandora herî mezin jinan dike. Jinên ku di vê pêvajoyê de dixebitin jî nikarin heqdestê xwe bigirin. Her wiha ev qeyran bandorê ciwanan jî dike. Kafe, dikan, markêt û gelek sektorên taybet hatin girtin û hîn jî tên girtin. Ciwan nikarin ji xwe re kar bibînin. Ji ber vê yekê jî divê demildest rêxistin û saziyên sivîl kom bibin û ji vê rewşê re çareseriyek bibînin. Welat welatê me ye. Divê em pêşiya vê rewşê bigirin. Beriya ku rewş welatê me xiraptir bibe divê em çareseriyek ji vê rewşê re bibînin. Yekem divê hikûmet qebûl bike ku qeyranek aboriyê heye.”
 
'Kes nikare debara xwe bike'
 
Zeynep, bi lêv kir ku divê hikûmet rewşa welat bifikire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sînorê birçîbûnê gihiştiye 15 hezarî. Bi vê qeyranê ve rewşa malbatan xiraptir bû. Rûn bûye 90 TL û nikarin danûstandina malê bikin. Bi mûçeyeke kêm êdî debar nayê kirin. Her tişt gelek biha bûye. Gelê Tirkiyê nikare pê debara xwe bike. Divê hikûmet li dijî qeyrana aborî gav baş bavêje."
 
‘Sedema qeyranê Erdogan bi xwe ye’
 
Besna Koçer jî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hikûmetê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev qeyran bandorek mezin li me dike. Em nikarin debara xwe bikin. Hemû tişt gelek biha bûye. Em ne dikarin danûstandinê bikin û ne jî fatûreyên xwe bidin. Ev qeyran bandorek mezin li jinan dike. Hemû kar û bar li ser milê jinê ye. Hikûmet ji bo gel tu çareseriyê nabîne. Jiyana me berê qet nebe hinek baştir bû. Rewşa Tirkiyeyê gelek xirap bûye. Sedema vê jî Erdogan bi xwe ye. Em nikarin xwe bigihînin tu tiştî. Jiyan ji bo me zehmet bûye. Em êdî nikarin danûstandinê bikin û li mala xwe re tiştekî bistînin."
 
‘Em nikarin êdî danûstandinê bikin' 
 
Hatûn Dayan jî destnîşan kir ku ji ber qeyrana aborî rewşa wan nebaşe û ev tiştan anî ziman: “Em nikarin li mala xwe de danûstandina bikin. Tu kar tuneye zarokên me bixebitin. Kes nikare debara xwe bike. Em nizanin em ê çi bikin. Çima hemû tiştên xirap tê serê me. Jiyana me êdî ne wek berê ye. Em di nav zilmê de dijîn. Em nikarin biçin bazarê jî. Daxwaziya me ji hikûmetê ew e ku demildest çareseriyek bibîne.”