Sekretera şaxa DÎSK’ê Hanîfe: Welat ber bi xizaniyê ve diçe

  • 09:01 7 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
AMED- Sekretera Şaxa Hejmar 2 a DÎSK’ê Hanîfe Kardaş der barê zema bi enflasyonê re zêde bûye û pirsgirêkên tên jiyîn de axivî û got welat nayê birêveberirin û welat roj bi roj ber bi xizaniyê ve diçe.
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe mezin dibe. Li hember dolar ku 13 TL derbas kir, lîrayê Tirk her diçe nirxê winda dike û li seranserê welat gel der barê pêşerojê de bi fikar e. Dolar ku hefteya borî bilind bû pê re bihayên her tiştî jî zêde bû. Gel bi dirûşma ‘Em nikarin debarê bikin’ derketin kolanan û hikûmet jî bi israr e dengê gel nebihîze.
 
Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Karkerên Şoreşger  (DÎSK) Hanîfe Kardaş der barê zema hatiye kirin û krîza aborî de nirxandin kir û da zanîn ku pêşeroja welat tarî ye.
 
‘Gel nizane çi bike’
 
Hanîfeyê daxuyakirin ku bi enflasyona zêde bûye zem li ser zemê hatiye kirin û pêşketina Tirkiyeyê qet nebaşe û wiha dirêjî dayê: “Li welat enflasyon her ku diçe zêde dibe. Grama zêr bûye 780, tenekeyek rûn bûye 500 û çewalek ard jî bûye 400  TL. Gel li dijî zema tê kirin neçar maye. Hawêrdekirin sekinî ye. Heta ku gel bi hev re deng dernexe wê pirsgirêk girantir bibin. Ji ber vê pêşeroja welat ne roniye.”
 
Hanîfeyê daxuyakirin ku polîtîkayên şerê taybet yê ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li hember Gelê Kurd dimeşîne jî bandor li aboriyê dike û wiha daxuyand: “Bûyerên civakî bi qasî bandor li siyaseta hundir û derve dike li aboriyê jî dike. Hikûmeteke ku bi gotina ‘hun bi dolar mûçe digirin’ qerfên xwe bi gel dike heye. Belê em bi dolar mûçe nagirin lê mûçeya em bi lîrayê TIrk digirin ji ber zêdebûna bihayan têr nake. Bêguman gel tehemulê vê rewşê nake û wê dengê xwe bilind bike. bila desthilatdarî nefikire ku ev rewş wisa wê bidome. Rêjeya xizaniyê wê li welat hîn bêtir zêde bibe.”
 
‘Bi 100 lîrayî sebze fêkî nayê girtin’
 
Hanîfeyê bal kişand ser zema tê kirin û wiha daxuyand: “Gel ji ber zemê nikare dan û stanê bikin. Nikarin hewcedariyên xwe bigirin.  Gelek kes ber bi êvarê diçin bazarê û berhemên li ser tezgahan mane digirin. Berê bi 100 lîra mirov diçûn bazarê pere ji ber dima lê niha bi 100 lîra sebze û fêkî nayê girtin.  mûçeyê asgarî du hezar û 200 e. Gel wê bi vê kirê bide, fatureyan bide an jî wê dan û stanê bike. Gel li ser vê krediyan dikşînin û nikarin bidin. Ji ber nikarin vî welatî bi rêve bibin welatî êşa wê dikşînin. Bila bên bikevin nav gel ku bibînin çi tên jiyîn.”
 
'Divê her kes peywira xwe bîne cih'
 
Hanîfeyê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê demildest bên çareserkirin û divê sendîka û rêxistinên civaka sivîl gel agahdar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sendîkayan ji ber xizanî û krîza aborî biryara greva giştî girtine.  Der barê mijarê de li her derê daxuyaniya me çêbû. Divê her kes li dijî neheqiya li welat tê jiyîn dengê xwe bilind bike. Divê rêxistinên civaka sivîl û sendîka peywira xwe bînin cih. Em wek sendîka wê li dijî pirsgirêkan li qadan bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”