Berteka welatiyan mezin dibe: Çareserî hilbijartina zû ye

  • 09:03 4 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
 
 
Hîkmet Tunç - Rabîa Onver
 
WAN - Bi giranbûna krîzê re roj bi roj zem tên kirin û bertekên welatiyan jî zêde dibin. Welatî diyar dikin ku çareserî hilbijartinên zû ne û gotin: “Me goşt ji bîr kiriye, em bi hesreta firingiyê ne.”
 
Di encama aboriyê ya AKP’ê de TL nirxa xwe winda kir û ji bo xurekên sereke yên rojane li ser hev zema tê kirin, welatî bêzar kirin, hêza girtinê ya welatiyan ket û roj bi roj ev girantir dibe. Welatiyên ku krîza aborî ji kurahî hîs dikin, diyar dikin ku berpirs AKP ye û çareserî jî hilbijartin e.
 
Welatiyên Wanê der barê krîza aborî û sedemên wê de ji ajansa me re axivîn.
 
Gaz heye wê venebe, sobe heye wê neşewite
 
Kedkara malê Buşra Işik balkişand ser zemên demên dawî û wiha got: “Xwendekarên min hene. Pir zehmet e. Em nikarin debara xwe bikin. Hevjînê min karkerê înşatê ye. Li gorî demsalê dixebite. Sala borî min her roj du sê cure xwarin çêdikir niha tenê rojê carekê çêdikim. Kar tune ye. Ger kar hebûna wê biha jî hinek baş bûna. Ev krîz hinek jî ji betaliyê dertê holê. Ez naxebitim. Li kar digerim kar tune ye. Hevjînê min karekî her dayîm nake. Sê mehan dixebite, pênc mehan li malê ye. Me gaz kişand malê. Lêçûna wê pir zêde bû. Lê niha em nikarin gazê vekin. Me sobe daniye lê me komir negirtiye. Me darên baxçeyê xwe birîn. Em bi wan sobehê pêdixin.”
 
‘Rojê carekê xwarinê çêdikim’ 
 
Fatma Çemrek diyar kir ku ew malbateke 8 kes in û ji ber hatineke bi rêk û pêk tune ye debar nabe û ev tişt anî ziman: “Ji bo teqawîtan zem nayê kirin. Lê ji bo her tiştî zem tê kirin. Ez nan li malê dipijim. Çewalê ard 300 TL derbas kiriye. Ez rojê tenê cureyek xwarin çêdikim. Em neçar in wisa bikin. Em jî nizanin êdî çi bikin.”
 
‘Ez nikarim hewcedariyên xwe bigirim’
 
Xwendekar Zelal Gezîcî jî bertek nîşanê zemên tên kirin da û ev tişt daxuyand: “Ji bo debara xwe dixebitim, pereyê digirim jî têrê lêçûnê nakin. Ez nikarim li xwe binêrim, lêçûnên dibistanê bigirim. Ez bûrsê nagirim. Rewşa malbata min ne baş e. Ger başbûna ez ê nexebitiyama. Ez mehane 2 hezar TL digirim lê tiştekî nikarim bikim. Her wiha piştgiriyê didim malbatê jî.”
 
‘Em amade ne ku qedera welat biguherin’
 
Zelalê li dijî krîz û polîtîkayên desthilatdariyê banga tevgera yekbûyî ya derketina kolanê kir û wiha dawî lê anî: “Ger ku hilbijartina zû pêk bê, em amade ne ku qedera welat biguherin.”
 
‘Me goşt ji bîr kir, em bi hesreta firingiyê ne’
 
Karkera malê Eda Başaran jî der barê krîza ku her diçe bandorek mezin li ser wan dike de ev nirxandin kir: “Em nikarin debara xwe bikin. Em kar nabînin. Birayê min tenê dixebite. Ew jî rojane qezenc dike. Carna qet pere nayê malê. Carna jî 5-10 TL tîne. Belkî bi mehan fêkî nakeve mala me. Wisa biçe belkî qet ev rewş baş nebe. Euro, dolar bikeve belkî em goşt bixwin, lê em bi hesreta firingiyê man. Em bi tu awayî nikarin sebze bigirin. Mêvan bên mala me em jimartî sebze digirin.”
 
‘Divê em nexwin, li xwe nekin’
 
Edayê berteka xwe wiha domand: “Divê Tirkiye ji aliyê jinekê ve bê birêvebirin. Em derdikevin dan û stanê lê em destvala vedigerin. Gore bûye 10 TL. Ya em divê li xwe nekin, yan jî divê em nexwin. Yanî wê demê divê em bimirin.”
 
‘Çewalek ard du hefteyan têr nake’
 
Kezîban Berge  jî berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji ber krîzê nikarim tiştekî bigirim. Em li malê 8 kes in. Em bi mûçeyê asgarî debara xwe dikin. Ez nan, xurek û cilên zarokan digirim. Çewalek ard du hefteyan têr nake. Çewalê ard bûye 300 lîra.”