Ji kedkarên tendirustiyê bertek: Dest ji polîtîkayên cudaxwaz berdin

  • 13:00 3 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
 
ŞIRNEX - Şaxa SES'ê ya Şirnexê, bertek nîşanî muçeyê ne wekhev ê bijîşk û hemşîreyan da û got, "Dest ji polîtîkayên xwe yên cuda xwaz berdin."
 
Şaxa Sendîkaya Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê, xwest derbarê muçeyê ne wekî hev ê bijîşk û hemşîreyan de li ber Walîtiya Şirnexê daxuyaniyê bide. Lê Walîtiyê qedexe wekî hinect nîşan da û destûr neda ku daxuyanî bê dayîn û rojnamegerên ku xwestin dîmen bikişînin jî asteng kirin. 
 
Ji ber qedexeya walîtiyê SES'ê daxuyaniya xwe li li avahiya Platforma Şaxan a Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) da. Daxuyaniya ku endamên KESK'ê jî piştgirî danê ji aliyê Rêveberê Şaxa SES'ê Murat Ozbey ve hat xwendin. 
SES üyeleri bunun üzerine Kamu Emekçileri Sendikası (KESK) Şırnak Şubeler Platformu binasında açıklama yaptı. 
 
Di daxuyaniyê de banga dest ji polîtîkayên xwe yên cudaxwaz ku aştiya xebatê xira dike berdin hat kirin û wiha hat berdewam kirin: "Sererastikirinên ku xebatên tendirustiyêm ji hev cuda neke pêk bînin. Ger ku hûn vê nekin hûnê bibin sedema xirakirina hevsenigiya di navbera pîşeyan de.  Me wekî Sendîkaya Tendirustî û Xizmetên Civakî heta niha ji bo kedkarên tenduristiyê xebat kiriye û em ê ji niha û şûnde jî van xebatên xwe berdewam bikin." 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.