Yelîz: Wê jin bêdeng nemînin

  • 09:04 1 Kanûn 2021
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
MANÎSA - Yelîz Kurt tevlî daxuyaniya der barê binpêkirina mafên karkerên li Fabrîka Vestelê bû. Ji ber vê ji kar hat avêtin û doza ‘vegerandina li kar’ qezenc kir. Yelîzê da zanîn ku serkeftin cesaretê dide jinan û got wê jin bêdeng nemînin.
 
Li Fabrîka Vestelê ya aydê Koma Zorlu, 5 hezar karker  bi armanca şert û mercên xebatê bên başkirin bi Meclîsa Jinên Karker re daxuyaniyek dabûn. Karker Yelîz Kurd ku bi hinceta tevlî vê daxuyaniyê bûye ji kar hat avêtin û salek bû têdikoşiya. Yelîzê di têkoşîna  hiqûqî de bi ser ket û li karê xwe hat vegerandin. Di rewşa ku negirin kar de wê karsaz tazmînatê bide.
 
Yelîzê der barê pêvajoyê de wiha fikrên xwe anîn ziman: “Karsaz 12 saet kar ferz dikin. Mobîng pêk dianîn û dema em  zêde nexebitiya girtek digirtin. Yanî koletî ferz dikirin. Hewl didan me bitirsînin.  Digotin belkî dikarin her tiştî bi jinan bidin kirin. Jin wek karkerên alîkar dihatin dîtin. Newekheviya zayendî, nîjadperestî dihat kirin. Ji ber vê jin di qada kar de keda wan tê çewicandin û tên pelçiqandin.”
 
‘Dema karsaz dihat ez dibirim ofîsê û derî digirtin’
 
Yelîzê daxuyakirin ku sedema bêdengiya jinan a li dijî mobînê pirsgirêka aboriyê bû û wiha dirêjî dayê: “Mirov hewcedarên pariyek nan in. Dibêjin em dengê xwe nekin ku ji kar neyên avêtin. Amîrê vardiyayê ez bi jikaravêtinê tehdîd dikirim û mobîng pêk anî. Ji ber ez bêdeng nemam her tim tehdîdên ‘ez te ji kar biavêjim, te dibim ofîsê’ dikir. Dema ku karsaz Ahmet Nazîf Zorlu dihat ji tirsan ez dibirim ofîsê derî li ser min digirtin. Li beşa ku civîn dihat kirin ez nedigirtim hundir. Jİ ber min mafê xwe diparast û rêxistinkirî bûm ew aciz dibûn.”
 
‘Yên bi vîrusê diketin vedişartin’
 
Yelîzê di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Rojekê li dijî heqeretên amîr min serî li serdozgeriya komarê da. Lê gotin hewce bi lêpirsînê tune ye. Qanûn pêk nayên. Mafên karkeran tê binpêkirin. Li ser vê ez 20 rojan derxistim desturê û piştre ji kar avêtin. Di vê pêvajoyê de hevalên min yên Vestel Holdîngê ji ber koronayê dimirin. Testa wan pozîtîf derdiket lê nedibirin nexweşxanê, sewq bikirana jî  digotin nebêjin tehdîd dikirin. Yanî vedişartin. Doktorê revîrê ji ber veneşart ew ji kar avêtin. Bi giştî 10 hezar xebatkarên holdîngê hene. Di beşa me de jî 5 hezar xebatkar hene. Li gorî agahiyan 10 kes ji pandemiyê mirine. Me di 10’ê tebaxê de li ber Midûriyeta Herêma Sanayiyê ya Manîsayê daxuyanî da. Dema li desturê bûm gazî kirin û gotin tuyê ji ber kêmasiya performansê bê derxistin. Min got tazmînata min bidin. Qebûl kirin min belge îmze kir. Me serî li navbeynkar da. Ji ber me lihev nekir min doz vekir. salekê berdewam kir. Şahidên min rastî digotin. Parêzerên Vestelê bertek nîşan didan.  Hewl dan min terorîze bikin.”
 
Tugba ku şahidî kir jî ji kar hat derxistin
 
Yelîzê destnîşan kir ku ji ber hevala wê Tugba Esenturk şahidiya wê kiriye jî ji kar hatiye derxistin û dema ji kar derxistine telefona wê ji dest girtine û ji ber xwe negihandiye parêzer, neçar hiştine ku belgeyê îmze bike, ji ber vê mafê vekirina doza vegerandina li kar ji dest hat girtin.
 
‘Vê serkeftinê cesaret da jinan’
 
Yelîzê wiha bang kir: “Ev serkeftina min bila ji jinan re mînak be. Hevalên min min pîroz kirin. Hem jî pirsgirêkên xwe ragîhandin. Vê biryarê cesaret da hevalên min. Jin wê êdî bêdeng nemînin. Divê jin li kargeriyan xwe rêxistin bikin, bibin sendîkayî û bi hev re di piştevaniyê de bin. Li dijî newekheviya zayendî divê li kargeriyan ILO 190 bibe qanûn û pêk bê. Vestel dibêje ‘Em jinan ji kar navêjin’. Madem hun ne li dijî jinane, ka kerem bikin ez karê xwe dixwazim. Ger hun negirin jî wê bê tescîlkirin ku hun dijberê jinane.”