Li dijî pergala binpêkirinê jin banga greva giştî dikin

  • 09:07 30 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku heta ku binpêkirina modernîteya kapîtalîst bidawî nebe, wek krîza aborî wê hîna gelek krîzên din bên jiyîn û yên herî zêde ji vê bandor dibin jinin. Jinan banga îstîfaya hikûmetê û banga greva giştî li gel kirin.
 
Piştî ku lîrayê Tirk li hember Dolar nirx winda kir, hêza girtinê ya welatiyan ket. Welatî li gelek bajarî derketin kolanan. Tevî gel ne berpirsê vê rewşê, yên herî zêde fatura krîzê didin jin û ciwanin.
 
Jinan der barê mijarê de ji mîkrofên ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê polîtîkayên şer bidawî bin, hikûmet îstîfa bike û her wiha banga greva giştî kirin.
 
‘Xizaniya jinan zêde bû’
 
Sekretera Jinan a Hejmar Yek a Egîtîm Senê Gulsev Sagiroglu destnîşan kir ku yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jinin û wiha got: “Yên herî zêde xizaniyê dijîn jinin. Hêza girtinê dikeve. Pereyê em digirin, têrî girtinê nake. Sînorê xizanî û birçîbûnê jî bilind dibe. Mirov wê çawa debara xwe bikin wê zarokên xwe çawa bişînin dibistanê. Her kes vê difikire.”
 
‘Heta pergal neguhere krîz jî ranabe’
 
Ji Yekitiya Têkoşînê Ayla Subaşi jî nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Pergala kapîtalîst rê li ber krîzan vedike. Dolar carekê de bilind dibe. Ev di encama ranta desthilatdarî ji sermayê re pêk tîne ye. Fatura krîzê li xebatkaran tê birîn. Heta ku pergala binpêker a kapîtalîst ji holê ranebe ev pirsgirêk jî nayê çareserkirin. Divê li her derê têkoşîna rewa bê meşandin. Li fabrîka, dibistan, atolyeyan têkoşîn bimeşe. Ji bilî vê rê tune. Ji xwe krîz dihat jiyîn, pandemî ji xwe re kirin derfet. Mûçe hatin kêmkirin, betalî zêde bû.  Mirov bi xizanî û birçîbûnê çewisandin.”
 
‘Em daxwaza îstîfayê bilind dikin’
 
Ji Pîrebokên Kampusê Sabriye Akkurt wiha vegot: “Muxalefet di esasê de di bin girseyê de xwe bicih dike û didomîne. CHP dem bi dem dibêje em ê çareser bikin, dem bi dem dibêje em ê hesab bipirsin. Lê di esasê de daxwazên wan yên li hevkirinê hene. Em naxwazin lihev bikin. Di esasê de ev beriya pandemiyê jî berdewam dikir. Gel digot ew nikarin debara xwe bikin hewcedariyên xwe bigirin. Bi pandemiyê re xizanî giran bû ciwanên betal nikarin debara xwe bikin. Dolar pir zêde  bû. Desthilatdarî tiştekî nabêje. Em jî daxwaza îstîfayê bilind dikin.”
 
‘Greva giştî şert e’
 
Seroka Çand û Huner Senê ya Îzmîrê Nesrîn Tatlioglu jî destnîşan kir ku divê aliyên muxalîf hîn bêtir bi bandor bin û li ser greva giştî sekinî: “Şer ji bo vê çiqas di cih de ye, sendîkayên divê vê bikin çiqas amade ne, ev tê nîqaşkirin. Lê li welat divê niha greva giştî bê kirin. Em çiqas ji bo vê amade ne ev girîng e.”
 
‘Pereyê ji gel hat dizîn ji şer re hat veqetandin’
 
Esnaf Ayla Uçar jî bertek nîşanê rewşê da û daxuyakirin ku butça ji mîlîtarîzmê re tê veqetandin dive ji gel re bê xerckirin û wiha dirêjî dayê: “Butçe bi taybet ji butça huner, tenduristî û perwerdê hatiye dizînê ye. Niha butçe herî zêde ji şer re û diyanetê re tê veqetandin. Ji ser diyanetê ji şer re tê veqetandin. Şer bi bacên em didin berdewam dike.”
 
‘Krîz encama polîtîkayên şaş e’
 
Memur Burcu Ercan jî bertek nîşanê polîtîkayÊn şaş yên pêk tên da û got krîz di encama polîtîkayên şaş de derketiye holê û wiha dawî lê anî: “Li aliyekê din jî divê em sînorên xwe biparêzin, lê li gorî min divê bûyer bi kesan bên çareserkirin. Em her tim navbeynkaran dikin dewrê. Li kîjan welatî pirsgirêk hebe divê bi serokdewletê wî welatî re bê runiştin. Em diçin DYA, Rusyayê lê em bi serokdewletê Sûriyeyê re hevdîtinê nakin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê em bi muxataban re hevdîtinê bikin.”