Şaredariya Silopiyê ji bo jinan 'Bazara Keda Jinê' ava dike

  • 09:10 23 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şarederiya Silopiyê ji bo qadên jiyan û xebatê ji jinan re vebike, projeya “Bazara Keda Jinê” kir rojeva xwe. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku bazara 12 dikan, qada vekirî û cihê zarok bikaribin lê bên hiştin di nav xwe de dihewînê nêzî meh û nîvekê din dê bikin xizmeta jinan.  
 
Şaredariya HDP'ê ya Sîlopiyê piştî ku ji 31'ê Adara 2019'an de hat ser kar xebatên xwe yên ji bo îstihdamkirina jinan bê navber berdewam dike. Şaredariya ku heta niha ji bo jinan gelek proje kirin meriyetê van projeyên xwe jî li gorî pêdiviyên jinan pêk tîne. Xebatkarên şaredariyê yên ku van projeyan pêk tînin di serî de tax bi tax kolan bi kolan digerin, xwe digihînin jinan  û daxwazên wan guhdar dikin. Piştî ku daxwazên jinan tên guhdarkirin li gorî pêdiviyên wan proje tên amadekirin.  Ji van projeyên jinan yek jê jî projeya "Bazara Keda Jinê" ye ku wê di demeke kurt a pêşiya me de bikev xizmeta jinan û ji bo wan bibe qada îstîhdamê ye. 
 
Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, têkildarî projeya ku wê bikin xizmeta jinan de ji ajansa me re axivî.
 
Adaletê, anî ziman ku piştî şaredarî bi dest xistin û vir de wan dest bi xebatan kiriye û got: “Dema me şaredarî bi dest xist, di serî de me bi gel û bi jinan re civîn li dar xist. Di encama wan civînan de gel û jinan daxwazên xwe ji me re ragihandin û me jî li gorî van daxwazan proje amade kirin. Bi taybetî ji bo jinan xebatên me yên di warê aborî yên wekî perwerde, atolye, xebatên çand û hûnerê berdewam dikin.”
 
Projeya 'Bazara Keda Jinê' hat amadekirin
 
Adaletê, destnîşan kir ku heta niha ji bo jinan gelek projeyên ji bo pêşxistina aboriya jinê pêk anîne û wiha behsa projeya "Bazara Keda Jinê" kir: “Di xebat û civînên me daxwaza jinan a cihên ku lê bixebitin û aboriya xwe pêş bixin derdiket pêş. Ev  daxwaza wan jî ji bo me girîng bû. Pêwîst bû ku em di vî aliyî de xebatan pêş bicin. Jinan bi taybetî daxwaza bazara jinê kirin. Ji ber vê yekê jî me li sûka Silopiyê û cihê ku herî zêde çûyîn û hatin lê heye me got em ê ji bo jinan bazarê ava bikin. Li vî  cihî dê 25-30 jin bikaribin bixebitin. Jin li vê bazarê tiştên ku bi destên xwe hildiberînin dê bikaribin bînin lê wê bifiroşin. Bi vî awayî dê jin hem bên îsdihdamkirin û hem jî dê bikaribin debara mala xwe bi xwe bikin. Li vir 12 dikan hene û dê tenê jin bikaribin li vir firotinê bikin. Her wiha li vê bazarê tenê ne dukan qadeke vekirî jî heye. Li vê qadê jî dê jin bikaribin sebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe hildiberînin bifiroşin. Her wiha dikarin li van dikanan ji bo xwe dirûnxaneyan jî vekin û cil û bergan jî bifiroşin. Êdî jin bixwazin livan dikanan kîjan karî bikin dê wê bikin. Her wiha li vê ji bo pêdiviya jinan di projeya me de kafeyek jî heye û hemû xebatkarên wê dê jin bin.”
 
 'Jin bi vê projeyê kêfxweş bûn'
 
Adalet, dazanîn ku dema bahsa vê projeyê ketina meriyetê ya wê hatiye kirin jin gelek kêfxweş bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me biryara avakirina vê projeyê bi jinan re da. Dema ku me bahsa projeyê ji wan re kir gelek kêfxweş bûn. Cara yekem e ku ji bo jinan li sîlopiyê xebateke bi vî rengî tê kirin. Em vê jî bi pergala jinê re dinirxînin. Ji ber ku dema li şaredariyan pergala hevserokatiyê hebe, li gor fikr û ramanên jinê şaredarî tê rêvebirin û ji bo jinan jî xebat tên kirin. Ji ber vê yekê jî em ê ji bo jinan projeyan zêdetir bikin. Ji bo bazara ku niha hîna înşaete serlêdan tên kirin. Ji ber ku ev cih gelek bala jinan dikişîne. Jinên ku xwedî zarokin jî serlêdanê dikin ji ber ku di projeya me de ji bo zarokan jî cihekî wekî kreş bê bikaranîn heye. Dê hem zarok û hem jî jin bikaribin bîhna xwe vedin. Ji ber ku proje li gor daxwaza jinan hatiye amadekirin xwedîderketineke wan a zêde heye.”
 
‘Meh û nîvekê din dê avakirina bazarê biqede’
 
Adalet, destnîşan kir ku Bazara Keda Jinê ji sedî 80-90 xilas bûye lê hîn çêkirina wê berdewam dike  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di meha nîsanê de dest bi projeyê kir. Dê meh û nîvekê din çêkirina pazarê biqede. Dê di demek kurt de ev cih bikeve meriyetê û dê jin bikaribin lê dest bi kar bikin.  Di heman demê de me ji bo vê projeyê girîngiya şînahiyê jî ji bîr nekir. Ji ber ku em zanin têkiliya jin û zarokan bi axê û şihaniyê re zêde ye. Bazara me bi giştî ji 4 beşan pêk tê.”
 
‘Kêfa mêran ji vê projeyê re nehat’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Adalet, balkişand ser esnafên mêr ên derdorê û got ku gelekên wan ji vê projeyê ne kêfxweş in û wiha berdewam kir: “Mirov dikare bibêje ku mêrên esnaf ên derdorê hesûdiyê dikin. Ji  ber ku dibêjin cihê herî berbiçav û cihê pazarî lê bê kirin we daye jinan. Dibêjin we çima ev der nekiriye avahiyeke deh qat, ango we çima nekiriye otopark. Ji ber vê yekê jî ev proje kêfa wan nehat. Cihê herî xweş ev der bû û me ji bo jinan hilbijart.  Serlêdanên me yên ku ji bo cihgirtinê dest pê kirine û berdewam dikin. Lê bi taybet jinên ku di warê aborî de pirsgirêkên wan heme em rewşa wan li ber çav bigirin û li gorî wê serlêdanan binirxînin. Em bi kiryeke kêm vî cihî bidin jinan. Armanca me bazirganî, armanca me ew e ku em qaden xebatê yên jin lê bên îstihdamkirin ji jinan re vebikin. Komîsyona me ya jinê di bi projeyêre eleqedar bibe. Her wiha dukanekê ne tenê jinek du an jî sê jin jî dikarin bi hev re rêve bibin. Ev jî ji bo jinan avantajek e.”
 
‘Xebat û projeyên me ji bo jinan berdewam dikin’
 
Adaletê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya ku reng dide jiyanê û dise ya ku di jiyanê de êşê zêde dikişîne jî jin e. Bedelên herî giran jin didin. Ji ber vê yekê jî kesa ku êşê pir dikişîne pêwîste xwedî gotin be. Ne bi tenê mal, her wiha sûk û kolan jî divê yên me jinan bib. Jin dikarin di her qadên jiyanê de bixebitin. Bila hemû jin bikevin ferqa hêza xwe ku bikaribin li ser nigên xwe bisekin Bila jin tu carî li hember tundî û zextan serê xwe netewînin. Çi pirsgirêkên jinan hebin bila xwe bigihînin me. Projeyên me yên ji bo jinan dê hertim berdewam bikin. Em ê tim li cem jinên Silopiyê bin.”