Şêniyên Amedê: Em nikarin selika xwe ya bazarê tijî bikin

  • 09:08 23 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak 
 
AMED - Şêniyên Amedê bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan û gotin: "Êdî 100 TL bûye wek 10 TL. Qimeta pere nemaye. Em nikarin selika xwe ya bazarê tijî bikin û debara xwe ya rojane bikin. Rewşa me ne baş e." 
 
Qeyrana aboriyê ya ku bandorê li tevahiya jiyana welatiyan dike li hemberî polîtîkayên îqtîdarê bi bertek in. Welatiyên ku êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin bi fikar in. Derbarê mijarê de şêniyên Amedê ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan. 
 
'Qimeta pere nemaye'
 
Kader Gulsum bi firotina çente û kincan debara xwe dike. Kader, diyar kir ku her roj zemek cuda tê û êdî ew nizanin dê çi bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em niha nikarin tişt ji dikana xwe re bistînin. Bihayê destmalên ku me par dikirî û îsal bûye 2-3. Tiştên ku min par bi 30 TL difirot îsal bû 70 TL. Ji ber vê jî êdî kesek nayê danûstandinê nake. Lê em neçar in ku bi vê buhayê bifiroşin. Cihên ku tişt difroşîn me jî dibêjin her tişt bûha bûye. Bi rastî ne tenê di qada cilan, di her qadê de qeyranek heye. Em ne dikarin fatureyên xwe bidin, ne jî dikarin danûstandinê bikin. Bihaya kirêyan bûye 3 qat. Ewil ne wisa bû. Berê qîmeta pere hebû, lê niha qimeta pere nemaye."
 
‘Em dest vala dikanê digirin' 
 
Kader destnîşan kir ku gelek caran dest vala dikana xwe digire û wiha pêde çû: “Em jî dixwazin bi erzanî tiştan bifroşîn lê em jî nikarin. Mûşterî gava buhayan dibînin dûr dikevin. Madem ewqas buhayan zêde dikin divê mûçeyan jî zêde bikin. Turist tên li vir bi dolaran danustandinê dikin û têra xwe tişt dikirin, lê bi TL tiştek jî naye kirîn. Li gorî min êdî gotin qediya ne." 
 
‘Rewşa me ne baş e' 
 
Kedkara malê Serpîl Çinakada jî bale kişand li ser bihayên zêde û nerazîbûnên xwe wiha nîşan da: “Em nikarin biçin bazarê, her tişt wek agir e. Zarokên min ên biçûk hene ez nikarim ji wan re bez û mama bikirim. Gava em diçin marketan nikarin bihayên rûn, şekir û arê binêrin. Em ketine rewşekê gelek nebaş. Ewil e 5 lître rûnê di navbera 25-30 TL bû, niha bûye 80 TL. Nan biçûkkirine lê buhayê nan kirine 3,50 TL. Dibêjin êdî nan jî nexwin. Dewlet her tiştî ji xwe re kiriye wek firsendek. Şîr bûhabûye, derman bûhayebûye û kesên nexweş êdî nikarin derman jî bistînin."
 
'Bila Erdogan perîşaniya xelkê bibîne' 
 
Serpîlê wiha bal kişand ser polîtîkayên aboriyê û got: "Bila Erdogan çavê xwe ji perîşaniya xelkê re veke. Pandemiyê ji xwe re kirin hincet, erdhêjan ji xwe re kirin hincet. Her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Bi wan hincetan kirêyên avahiyan derxistine asta herî jor. Kes nikare xaniyan kirê bike an jî bistîne. Niha zarokên min diçin dibistanê lê ez nikarim pênûsk û pirtûk bistînin. Dawiya me gelek xirab e. Ez bang li Erdogan dikim ku destê xwe bide ser wijdana xwe û rewşa xelkê bibîne. Welatî rizgariyê ji xwe kuştinê de dibînin."
 
'Ez nikarim pirtûk bistînim' 
 
Xwendevan Şeyma Acar ku beşa zimanê îngîlîzî dixwîne jî destnîşan kir ku qeyrana aboriyê bandorê li xwendevanan jî kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez ji aliyek ve dixwînim, ji aliyek ve jî dixebitim. Gava dixebitim jî beranberiya keda xwe nikarim bigirim. Em di bin buhabûna tiştan de dipeçiqîn. Em dixwazin derfetên xwe yên ji bo xwendinê bikar bînin lê ji ber qeyrana aboriyê tu tiştî nikarin bikirin. Ez dixwazim pêdiviyên xwe yên ji bo xwendinê bînim cih, lê nabe. Rewşa xwendevanan rastî jî pir cidî ye û pêrîşan e. Ez vê rewşê şermezar dikim. Dewlet tenê xwe difikire. Min salên borî ji xwe re pirtûk dikirî lê niha buhayê pirtûkan bûye 200 TL û ez nikarim bikirim."
 
'Sê rojan ez xebitim min tenê 70 TL qezenç kir' 
 
Bazarvan Sevda Dogan jî destnîşan kir ku ev sê roj in dixebite lê qezenca wê 70 TL ye û wiha bi lêv kir: "Em hefteyekê di hundirê de me. Di rewşên normal de em her roj li taxekî ne û tezgaha xwe vedikin. Salên berê ji bo me rewş baş bû lê niha em nikarin tiştek bigirin. Em nikarin rûn bikirin, firîngiya ku 2 TL bû niha bûye 6 TL. Millet ji feqiriyê nikare bikire em jî ji feqîriyê nikarin bifiroşin. Ev sê roj in ez dixebitim min tenê 70 TL qezençkiriye. Tirkiyê têk çûye."
 
'100 TL bûye wek 10 TL' 
 
Bazarvam Sultan Yildiz jî bertek nîşanê zêdebûna fatureyan da û wiha pêde çû: "Ji sibehê de heya êvarê destê me di nava av û heriyê de ye. Tevî van zehmetiyan em nikarin qezenceke baş jî bikin. 100 TL êdî bûye wek 10 TL. Ewilî me dikarî nek bibe mala xwe lê niha em nikarin vê jî bikin. Kire heye, fatureyê ceyranê ewilî 100 TL bû niha bûye 300-400 TL. Em ê êdî  lampeyan pêxin"
 
'Em du kes in lê fatureya ceyranê 170 ye'
 
Kedkarê malê Ayşe Hîkmet jî bilêv kir ku pereyê ji bo bazarê dide 120 TL ye û wiha got: "Me par herî zêde bi 70 TL dibir bazarê lê niha em bi 120 TL dibin bazarê. Her tişt gelek biha nin, em niha nikarin sepetên xwe yên ji bo bazarê bi tijî bikin. Em gelek zorî dikşînin, nagihêjin tu tiştê. Fatureyên me bûye 2 qat. Em di malê du kes in fatureyê ceyranê 170 TL didin.
 
'Êdî em tiştan yek û yek dikirin'
 
Meral Çoban jî wiha nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyrana aborîyê anî ziman: "Bihayê her tişt bûye du qat. Em her roj dibînin dolar her diçe zêde dibe. Tu kes nikare debara xwe bike. Êdî em tiştan yek û bi yek dikirin. Êdî em ji pêdiviyên xwe yên rojane kêm dixin."
 
'Em nikarin selika xwe ya bazarê tijî bikin'
 
Herî dawî jî Gulsum Yildiz, diyar kir ku par bi 100 TL selika xwe li bazarê tijê dikir lê niha bi 200 TL tijê dikin û got: "Xelk pêrîşan e. Gava têm bazarê dibêjim ka wê buhayê zebzeyan çiqas zêde bûye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."