Karkerên pembû: Em mecbûr in debara xwe bikin

  • 09:02 16 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
AMED - Kedkarên jin tevî zehmetiyan ji bo debara malê di zeviyên pembû de dixebitin. Jinên ku di karê komkirina pembû de dixebitin diyar kirin ku her çend şert û mercên xebatê zehmet be jî divê debara xwe bikin.
 
Li Amedê bi demsala payîzê re pembû tên komkirin. Bêtir jin di karê komkirina pembû de cih digirin. Di meha cotmehê hêta dawiya mijdarê li zeviyan de jin û zarok bi hev re bi saetan dixebitin. Karkerên komkirinê serê sibê dest bi kar dikin heta êvarê ligel şert û mercên demsalê dixebitin. Li ser rêya Ekînveren a girêdayî navçeya Çinara Amedê di zeviyên pembû de dema komkirinê dest pê kiriye. Jinên ku pembû kom dikin ji ajansa me re behsa şert û mercên xebatê kirin. 
 
'Em di her çar demsalê de dixebitin' 
 
Hediye Yilmaz a ku 40 salî ye giştî emrê xwe bi cotkariyê re derbas kiriye. Hediye bi zarokên xwe re cotkariyê dike. Ligel keda ku didin nikarin qezencê jî bikin. Hediye wiha bal kişand ser kar û barê xwe: "Em bi taybetî bi çandina pembû re debara xwe dikin. Ji biharê karê me dest pê dike heta zivistanê didome. Piştî aşêf kirinê, em heta komkirina pembû navber didin. Lê belê heta vê demê jî em vala namînin û em bi karê fistiq, bindeq û karên bi vê rengî re mijûl dibin. Di her demsalî de em dixwebitin. Ligel zehmetiya kar, hişkesaliya îsal bêtir bandorê li karê me kir. Me îsal ev qas ked da lê beramberê vê yeke me qezenç nekir." 
 
Hevjînê Hediyeyê ji ber qeyrana dil wek berê nikare cotkariyê bike. Hediye ji ber vê jî niha bi zarokên xwe re li zeviyên pembû dixebite û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber rewşa hevjînê xwe ez niha bi du zarokên xwe re dixebitim. Ez hewl didim ku debara mala xwe bikim. Her wiha piştî ku ez têm malê vê carê jî dest bi karê malê dikim. Karê ku em dikin zehmet e, lê xwazî li gorî zehmetiyan me debara xwe jî bikira."
 
'Tevî zehmetiyan pêdiviya me bi vî karî heye'
 
Berfîn Şenol jî ku 4 sal in vê karî dike diyar kir ku her çiqas karê wan zehmet be jî pêdiviya wan bi vê karî heye û wiha axivî: “Em ji aşêfê dest pê dikin heya ku pembû werin wexta komkirinê. Ew jî 3 û 4 meh divê derbas bibe. Gava pempû spî bûn em bi destan diçînin. Ji ber ku em bi destê xwe em diçînin destê me diperîtin û dibin birîn. Her wiha piştî komkirina wan pembûyan em wan dişînin febrîkayan. Em 11 û 12 saat li zeviyan de dixebitin." 
 
'Serê sibê heta êvarê em dixebitin' 
 
Hatîce Gulmuz ku 12 sal in bi karê pembû re mijûl dibe wiha bal kişand ser rewşa xwe: "Ez serê sibê zû şiyar dibim heta êvare dixebitim. Emrê min bi tevahî li wan zeviyan derbas bû. Ji destpêka çandina pembû heta çandiniyê merheleyeke dijwar li ber me ye. Hişkesal û barana zêde bandorê li tevahiya keda me dike. Ji ber rewşa hewayê em gelek caran ji neçariyê navber didin komkirinê."
 
'Em nikarin debara xwe bikin'
 
Adalet Şenol jî wek jinên din debara xwe bi cotkariya pembû dike û wiha axivî: "Bi biharê re karê me ya zeviyan dest pê dike û heta dawiya payîzê didome. Em zivistanê jî bi sewalkariyê re mijûl dibin. Bi taybetî em di zeviyên pembû de dixebitin û pê debara xwe dikin. Lê dema baran bibarê em neçar dimînin ku dev jî karê xwe berdin û ev tişt jî bandorê li debara me dike. Em serê sibê heta êvarê di zewiyan de dixebitin lê beranberê vê yekê nikarin debara xwe baş bikin jî. Ev tişt kedxwariyeke mezin e. Lê ne xema kesî ye. Lê mixabin em mecbûr in bixebitin."