Li dijî rêveberiya mêr a 36 salan bû namzet

  • 09:04 15 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Odeya Esnafan a Salonên Kafe, Kahwe, Kiratxane, kafeyên înternet û Playstatîon ên Wanê ku 36 sal in mêr serokatiya wê dikin, yekem car jinek bû namzeta serokatiya wê. Nurgul Şeker got divê destên jinan jî bi rêveberiyên odeyan bikeve. 
 
Odeya Esnafan a Salonên Kafe, Kahwe, Kiratxane, kafeyên înternet û Playstatîon ên Wanê ku bi salane mêran serokatiya wê dikir, civaknas û karsaz Nurgul Şeker bû namzeta wê. Ji roja hatiye avakirin heta niha, yekem car jinek dibe namzeta wê û wiha dibêje: “Dem dema nûbûnê ye.”  Nurgulê bi dirûşma dem dema nûbûnê ye banga piştevaniya hilbijartinên meha sibat-adarê kir.
 
‘Divê rêveberên jin hebin’
 
Nurgulê destnîşan kir ku li bajar di kadroyên rêveberiya saziyên civaka sivîl de mêr cih digirin û wiha got: “Ji ber vê jî li vî bajarî wek her welatiyekî hêviyên min, xeyalên min jî hene. Lê şikestinên min jî hene. Ez wek jineke ciwan a li vî bajarî dijîm, bi ked, sermaya xwe li ser piyan disekinînim. Ez jî namzet im. Ji ber dixwazim jinên rêveber jî hebin. Divê destên jinan jî li rêveberiyên odeyan bikeve.”
 
‘Kargerî hatin girtin’
 
Nurgulê her wiha bi lêv kir ku bi krîza aborî û pandemiyê re yên herî zêde bi bandor bûne, kafe, kahwe û kiratxane bûne û wiha pê de çû: “Hêza girtinê ket. Esnafan pirsgirêkên mezin jiyan. Rayedarên ji me berpirs pirsgirêkên me çareser nekirin. Esnafan di pandemiyê de pir zehmetî kişandin. Neçar man kargeriyan bigirin. Yên sermaya wan hebûn sermaye helandin.”
 
'36 sal in ên li paldankan rûniştine divê biguherin'
 
Nurgulê destnîşan kir ku hewcedariya esnafan bi piştgirî û hewcedariyê heye û ev bang kir: “Min di vê pêvajoyê de ev ji kurahî hîs kir û ez bûm serokê odeyê. Ji ber hewcedariya me bi vê heye. Divê em di hilbijartinan de neyên bibîranîn. Cîhan guherî. Divê rêveberiya 36 salan biguhere. Hewcedarî bi fikrên nû hene.”
 
Nurgulê ji bo hilbijartinê ji niha de xebatên xwe daye destpêkirin û banga piştevaniyê kir.