Jinên fistikan kom dikin: Keda jinê nayê dîtin

  • 09:04 11 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Li gundê Rihanî yê Silopiyê ji meha cotmehê vir ve komkirina fistiqên bin erdê ku dest pê kiriye berdewam dike. Jinên ciwan ên ku fistiqan komdikin diyar kirin ku serê sibehê heta êvarê dixebitin, karê wan gelek zahmet e lê keda wan qet nayê dîtin û heqdesta ku divê bigirin nayê dayîn. 
 
Li qûntara çiyayên Cûdî û Gabarê ku di salên salên dawîn de hilberîn fistikên binê erdê gelek tê kirin. Li Silopiya Şirnexê jî hilberîna fistiqan ku zêde bûye li heremê di rêza yekem û li Tirkiyê jî di rêza 3’yemîn de cih digire. Şêniyên herêmê jî bi komkirina fistikan debara xwe dikin û ev kar jî ji aliyê jinan ve tê kirin. Lê vê herêmê jî para xwe ji qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê girtiye. Li gel qeyrana heyî ku her tişt gelek buha ye kîloya fistikên ku sala borî bi 12 TL bû vê salê daketiya 6 TL û ev jî bandora neyînî li ser kesên ku bi vî karî mijûl in dike.   
 
Li gundê Rihanî yê Silopiyê jinên ciwan ku li zeviyên fistikan dixebitin, behsa zor û zehmetiyên karê xwe kirin.  
 
‘Ez neçar im vî karî bikim’
 
Medîne Torî da zanîn ku di meha nîsanê de dest bi çandina fistiqan dikin û wiha kar û xebata ku dikin kir: “Piştî 3 û 4 mehên din em tên av danê. Heta meha cotmehê em tên xubarê dikin. Em hem fistiqan kom dikin û hem jî giha û kevirên di nav erd de kom dikin. Em di meha cotmehê de dest bi komkirina fistiqan dikin. Di serî de bi makîneyan tên fistiqan radikin û piştre em jin dikevin nava zewiyê fistiqan werdigerînin. Piştî em fistiqan werdigerînin şûnde bi destên xwe yek bi yek fistiqan kom dikin. Ji ber ku em fistiqan bi destan kom dikin rastî jî ji bo me gelek zamet e. Em gelek zêde diwestin. Dema em fistiqan kom dikin serê tiliyên me hemû diteqin. Di bin vê tavê de serê me diêşê. Em serê sibehê saet 5’an de radibin û tên nav erdan û dest bi kar dikin, heta saet 13.00’ê nîvro. Em çewalan tînin û fistiqên ku em kom dikin dikin navê. Piştre em jin ji nav erdan diçin malê  û  karê malê dikin. Ji ber karê me gelek e û zehmete em zêde nikarin bêhna xwe vedin. Nêzî 4 sala ye karê komkirina fistiqan dikim. Ez neçar im ku bixebitim. Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e ji bo piştgiriyê bidim malbata xwe dixebitim. Li bajarên mezin em nikarin bixebitin. Hem karê li wan deran zehmete û hem jî keda me nayê dîtin. Ez havînê karê komkirina fistiqan dikim, zivistanê jî li malê me. Dema ez cara yekem vî karî dikirim ji min re gelek zahmet tê. Keda me nayê dîtin û tune tê hesibandin.”
 
Fistiq îal erzan bûne
 
Ozlem Aytîşen(19) jî destnîşan kir ku7 sal in karê komkirina fistiqan dike û wiha domand: “Em serê sibehê tên nav erdan û heta saetên nîvro dixebitin û piştre diçin malên xwe. Em nikarin li bajarên xerîb bixebitin. Lê belê keda ku em didin nayê dîtin. Zehmetiya her karî heye, lê ev kar gelek zehmet e. Bi taybetî jî komkirin gelek zahmet e.  Gelek astên vî karî hene û havîna xebata li  vir zamet dibe. Ji ber ku tava li vê derê me gelek aciz dike û mirov nikare bixebite. Piştî ku karê me hemû diqede em wiha heqdesta xwe digirin. Lê ev kedda mezin ku em didin nayê dîtin. Bi taybetî jî keda jinê nayê dîtin. Em li vir nêzî 40-50 jin dixebitin. Li vir têkiliya min û jinan gelek başe. Hevaltiya me gelek xweş e. Em karê xwe bi hev re dikin û bi hev re diqedîdin. Bihayê fistiqan îsal gelek ketiye. Nayên firotin. Li gundên Silopiyê fistiq gelek zêde hatine çandin. Lê buhayê wan gelek kêm bûye. Dema karê me zêde be em dereng diçin malê. Ji xeynî karê fistiqan em karê zeytûn, pîvaz û kartolan jî dikin. Em bi tenê li welatê xwe dixebitin. Em naçin bajarên xerib. Li malê jî li çolê jî hemû kar li ser milên jina ye. Ji xwe bi taybetî karê çandê û xwezayî tim jin pê re eleqeder dibin. Ji ber ku ya xwezayê xweş dike jin bi xwe ye. Mêr zêde ji karê xwezayê fêm nakin. Keda me jinan tu carî nayê dîtin.”
 
‘Keda me jinan nayê dîtin’
 
Şîrîn Torî(19) jî bi lêv kir ku jinên aliyê Silopiyê bi taybetî karê komkirina fistiqên binê erdê dikin û wiha behsa kar û barê xwe kir: “Ev 5 sal in vî karî dikim. Ji ber ku karekî din tune ye em mecbûrin vî karê zahmet bikin . Em bi karê ku dikin hewl didin debara malbata xwe bikin. Ev kar gelek zehmet e. Piştî  vî karê zahmet em dema diçin malê sewalên me hene wan jî xwedî dikin. Pez û çêlekên me hene. Em wan didoşin, şîr û mast çêdikin. Xebata li van zeviyan gelek zahmet e ji ber ku axa wir gelek hişk e. Em meha gulanê dest bi vê xebatê dikin  heta dawiya mijdarê em dixebitin. Ger ku ez ne neçarbûma nedihatim vî karî. Em debara xwe bi vî karî dikin. Keda me jinan nayê dîtin. Dema cara yekem me dest bi kar kir rojaneya me 36 TL bû. Niha 75 TL ye. Em kedeke mezin didin lê em heqdeste ku divê nagirin.”