Karmendên başûrî daxwaza tayînkirinê dikin

  • 12:39 7 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Karmendên bi peyman carek din li Germiyan, Qeladiz, Seyîdsadiq û Helebceyê daketin qadan û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê kirin. 
 
Li Germiyan, Qeladiz, Seyîdsadiq û Helebceyê, ji bo tayînkirinê daketin qadan û daxwaza mafên xwe dikin.
 
Di saetên sibehê de li navçeya Kelar a Germiyanê karmendên bi peyman li ber qeymeqamtiya navçeyê kombûn, bi dirûşme û daxuyaniyan xwestin ew werin tayînkirin. Karmendan diyarkirin heta daxwazên wan pêkneyê wê çalakiyên wan berdewam bikin.
 
Bi heman armancê li bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperînê jî karmendên bi peyman li nav Parka Şar kombûn û daxwaza tayînkirinê kirin.
 
Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê û Helebceyê jî bi heman armancê gelek karmendên bi peyman kombûn û daxwazên xwe anîn ziman û daxwaza mafên xwe kirin.
 
Li gorî gotina karmendên bi peyman, li Herêma Kurdistanê 24 hezar karmendên bi peyman di xebitin hene. Ji vana 14 hezar li wezareta şarewanî de di xebitin. Gelek caran wan bi çalakiyan daxwaz kirine bi awayek fermî werin tayînkirin, lê heta niha ev daxwaza wan nehatiye bi cihanîn.