'Qeyrana aboriyê polîtîkayên şaş nîşan dide'

  • 09:03 6 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Esnafên bajarê qedîm Mêrdînê, ji ber qeyrana aboriyê ya ku roj bi roj mezin dibe bertek nîşan dan û gotin:"Cihekî turîstîk ê weke Mêrdînê jî derbên mezin xwar. Ev mezinbûna qeyrana aboriyê û polîtîkayên şaş nîşan dide. Qeyrana aboriyê polîtîkayên şaş nîşan dide."
 
Piştî zemên ku li ser xurek, ceyran , gaza xwezayî û avê jî pêk hat şûnde esnaf û welatî ji zehmetiyên mezin dibînin. Mêrdîna bi dîroka xwe re weke cihekî turîstîk tê naskirin jî, ji ber qeyranên ku roj bi roj mezin dibin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Bi taybetî esnafên bajarê qedîm gilî dikin û dibêjin me hîna deynê xwe yê sala çûyî nedaye lê zemên îsal deynê me mezintir kir. 
 
Suzan Uzen (50) 25 sal in di karên cuda de kar dike. Ew jî diyar dike ku piştî Mêrdîn di aliyê geştiyariyê de pêş dikeve şûnde li Mêrdîna kevin xwaringehê vedike. Ev demek dirêj e jî bi vî karî re mijûl dibe. Suzanê dibêje wê weke jinekê hewil da û li ser lingê xwe sekinî û heta niha jî gelek serkeftin bi dest xistiye. Çend cihên din jî vedike. Lewra bi taybetî 2 salên dawî dikeve nava deynan û pirsgirêkên mezin ên aboriyê pê digire.
 
'Qeyrana aboriyê her ku diçe mezin dibe'
 
Suzanê bal kişand ser pirsgirêkên ku bi qeyrana aboriyê re dijîn û got:"Qeyrana tendirustiyê a bi şewba koronoyê re dest pê kiriye vegeriya qeyrana aboriyê. Ne ku em dibêjin berê jî tune bû, lê bi şewbê re rûyê xwe bi dijwarî nîşanî me kir. Em di wê pêvajoyê de gelek deyndar bûn. Heya niha jî em nikarin ew birînên ku şewbê vekirine bigirin. Hîna deynên me hene. Ev jî diyar dike ku qeyrana aboriyê her ku diçe mezin dibe. Em bi guman in ku çareser bibe, wê çareseriya wê jî zor be."
 
'Pêwîst e polîtîka werin pêşxistin'
 
Suzanê bi lêv kir ku cihek dîrokî weke Mêrdînê pêwîst e di aliyê aborîyê de gelek baş be, ji ber ku her roj bi hezaran geştiyar tên van deran. Suzanê wiha berdewam kir:"Li gorî min divê em zêdetirê bixwazin. Em dikarin bajarê xwe dewlemend bikin, pêşve bibin. Bê guman wê geştiyar bêhtir werin û wê di aliyê aborîyê de jî ji me re bibe piştgirî. Pêwîst e siyasetmedar di vir de bikevin meriyetê. Hem di aliyê aborîyê hem jî di aliyê nirxandina bajarê kevnar de pêwîst e polîtîka werin pêşxistin."
 
'Nexebitîna kargeha me bandorê bi dehan malbatan dike'
 
Suzanê di berdewamiya axaftina xwe de got ji bo em karekî pispor bikin pêwîst e cihên perwerdeyê werin vekirin û derfet ji bo ciwanan werin dayîna. Suzanê wiha diyar kir:"Pêwîst e ji bo ciwan karekî baş em bikin. Divê ciwan werin perwerdekirin û ji bo wan derfet werin avakirin. Ez bawer im ku wê di aliyê kardîtinê de jî bibe alîkar. Ji bo bajarê qedîm ev yek pêwîst e. Lewra di aliyê kargehan de bi xwe jî pirsgirêkên mezin hene. Em 3 mehan dixebitin lê 3 mehan jî girtî ne. Ji ber wê yekê jî ez nikarim mûçeyek baş bidim karkeran. Ew jî mafdar in. Ev zirara herdu aliyan e. Ger piştgiriyek were dayîn wê ji bo karker û yên kar didin re jî gelek baş be."
 
'Ez ê neçar bimînin karkeran ji kar derxim'
 
Suzanê herî dawî ji ev gotin kir:"Ez hîna bi heman diravî xwarinê difiroşim. Ji ber ez zêdetir bikim wê kesek neyê şorbeyek bi 30 lîrayî bixwe. Lê mixabin tiştên em distînin du qat biha bûne. Em çi bikin em zirarê dibînin. Ez ê neçar bimînin karkeran ji kar derxim. Mixabin em di vî alî de tên tengkirin."
 
'Em çareseriyê dixwazin'
 
Funda Aksan (53) li Mêrdîna kevnar kargeha sabûnên bi dest hatine çêkirin bi rê ve dibe. Piştî mirina hevjînê xwe ji bo li 3 zarokên xwe yên biçûk temaşe bike dest bi kar dike û ji 15 salî zêdetir bi vî karî re mijûl dibe. Fundayê ji bo kar bike û di aliyê aboriyê de xwe bi serhev ve bîne gelek tengasî derbas kirin. Niha jî hemû zarokên xwe bi keda destên xwe dide xwendin û mezin kiriye. Funda diyar dike ku wê xizantî, nebûn û zehmetî dîtiye. Lê belê di salên dawî de pirsgirêkên ku jiyaye demên wê yên berê tîne bîra wê. Ew jî ji vê rewşa aboriyê gilîdar e û dibêje divê demildest çareserî werin pêşkêşkirin.
 
'Ev 2 sal in jî em zirarê dikin'
 
Fundayê da zanîn ew li cihekî dîrokî û geştiyariyê dixebitin lê belê ruxmê wê ew di zirarê de ne. Fundayê wiha berdewam kir: "Dahata Mêrdînê li ser geştiyariyê ye. Ger ew jî bin bikeve wê zirarên mezin pêk werin. Lewra ev 2 sal in jî em zirarê dikin. Ne çandinî ne jî lawirvanî zêde maye. Pêwîst e li ser vê karê geştiyariyê jî were rawestîn. Ger pêş ve biçe jî dibe ku bikaribe di aliyê aboriyê de me hemûyan têr bike."