Mamostayên bi peyman li benda tayînkirinê ne

  • 14:21 1 Mijdar 2021
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamostayên bi peyman carek din li bajaroka Qeladizê a ser bi îdareya Raperîn kombûn û daxwaz ji hikûmetê kirin ew bi fermî werin tayînkirin.
 
Zêdetirî sê heftene li gelek bajar û navçeyên Herêma Federal a Kurdistanê mamostayên bi peyman bi daxwaza tayînkirinê li qadanin.
 
Îro jî mamostayên bi peyman li bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperîn li ber avahiya rêveberiya perwerdê ya bajarok kombûn û daxwaza tayînkirina fermî ji aliyên peywendîdar kirin. Mamostayan diyarkirin heta ew bi fermî neyên tayînkirin, wê çalakiyên wan berdewam bikin.
 
Hêjayî gotinê ye li Herêma Kurdistanê 23 hezar mamostayên bi peyman hene û nehatine tayînkirin. 5 sal in mamosta daxwaza tayînkirinê dikin. Lê hikûmet bi behaneya qeyrana darayî vê daxwaza mamostayan red dike.