Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî hatin gel hevdu

  • 16:33 31 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê, berî pêşniyaznameya ew ê pêşniyazî Komîsyona Budçeyê ya Meclîsê bike bi jinên bi rêya KHK'ê ji kar hatine avêtin hatin gel hevdu. 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya "Ji Xizaniya Jinê re Na" bi jinên bi rêya KHK'ê ji kar hatine avêtin hatin gel hevdu. Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenta HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan beşdar bûn. 
 
Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, da zanîn wan di çarçoveya kampanyaya dest pê kirine li gel bajaran xebat dane meşandin. 
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran mafê axaftinê girt û bal kişand ser daneya îxraçkirina jinê û got Komîsyona OHAL'ê peywira xwe bi cih neanî û tevî 5 sal derbas bûne hîn dosyayên di komisyonê de tên sekinandin hene. Her wiha Ayşeyê bal kişand ser budçeyê û da zanîn divê êrişa li dijî rêxistinbûyinê tê kirin divê bi rêxistinbûyinê bersiva xwe bigire.