‘Gel nikare debara xwe bike, bazar vala ne’

  • 09:03 25 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL - Welatiyan da zanîn ku bi giranbûna krîzê re, nikarin ji bazarê re budçeyê veqetînin û wiha gotin: "Bi mûçeyê asgarî jiyan, naşibe ji 5 cihî girtina mûçeyan. Xizan hîn bêtir xizan bûn, dewlemend hîn bêtir dewlemend bûn. Tenê yên pişta xwe dane dewletê debara xwe dikin.”
 
Bi pandemî û polîtîkayên AKP’ê re, krîza aborî û xizanî her çû giran bû, welatî hatine asta ku nikarin hewcedariyên xwe yên sereke yên xurekê bigirin.  Welatiyên nikarin debara xwe bikin dernakevin bazaran, derkevin jî saetên êvarê dipên ku sebze û fêkiyên di bin de mane bibin malên xwe. Rewşa welatiyan wisa ye, serokomar Tayyîp Erdogan ji bo dema nû mûçeyê xwe derxist 100 hezar lîrayî.
 
Em wek Jinnews çûn Pazara Taxa Kalayci Bahçe ya taxa Pîrî Paşa a Beyoglu ya Stenbolê. Me ji gel rewşa aboriyê pirsî û berteka wan wisa bû: “Em nikarin debara xwe bikin. Neheqiyê ligel dikin. Bila ew jî biceribînin ka bi mûçeyê asgarî çawa debare dibe.” 
 
‘Divê hinek tişt biguherin’
 
Perîhan Çelîk ya mamosteya matematîkê ya teqawîte  bi lêv kir ku ji ber zema tê kirin hêza girtinê ketiye û wiha dirêjî dayê: “Biha li gorî aboriya welat û şertên demsalî diguherin. Hêza girtinê li holê ye. Asta hatinê kême, gelo mirovên ku zarokên wan hene çawa debarê dikin. Êvaran piştî bazarê mirov tên sebzeyên li erdê kom dikin. Ev bi rastî rewşeke xerabe. Ez her sibeh bi hêvî radibim ku ji mûçeyê me re zemê bikin. Lê nakin. Divê êdî hinek tişt biguherin.”
 
‘Em nikarin hewcedariyan bigirin’
 
Nîlay Çetîn jî  daxuyakirin ku bi butçeya ji bazarê re veqetandine tiştekî nikarin bigirin, ji bo vê jî heftane hewcedariyan digirin û got: “Ez bi 100 lîra têm bazarê. Ez têm malê dinêrim tiştek tune. Hêza girtinê roj bi roj dikeve. Berê me bi vî pereyî zêdetir tişt digirt. Ez xurek heftane ji bazarê digirim. Bazar hinek din baş e. Aboriyê zirarek mezin da gel. Dewlemend dewlemendtir bûn, xizan jî xizantir bûn. Mirov êdî ji çopê nan kom dikin. Ka bila ew bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Wê demê wê rewşa gel fêm bikin.”
 
‘Em nikarin ji bo bazarê budçê veqetînin’
 
Jina bi navê Sebahat Doludîzgîn ya li bazarê laçikan difroşe jî wiha destnîşan kir: “Em bi mûçeyê teqawîtbûn û qezenca vir debarê dikin. Hêza girtinê nemaye, her tişt bihaye. Kîloya îsotê 8 liraye, ya brokoliyê 10 lîraye. Em ji bo bazarê butçeyê nikarin veqetînin. Berê ne wisa bû. Rewşa xizanan xerabtir bûye.”
 
‘Em hêviyê nabînin’
 
Şebnem Çoşkun Merîç ya teqawît jî bertekên xwe wiha vegot: “Di butça em ji bazarê re vediqetînin tenê sebze heye. Kes nikare tiştekî bigire, çandinî û sewalkarî mir. Em der barê pêşerojê de hêviyekê nabînin. Divê hilbijartin bê kirin. Aborî nebaşe. Baca her tiştî ji gel tê girtin. Lê ji gel re xizmet nayê kirin.” 
 
‘Yên pişta xwe dane dewletê debara xwe dikin’
 
Kedkara malê Melahat Duyurmaz jî bi lêv kir ku debare êdî wek têrbûna zik tê fêmkirin, lê ev tenê bi vê ne sînore û got: “Em bi mûçeyê teqawîtbûnê debarê dikin, lê têr nake. Em nikarin hewcedariyan bigirin. Yên digirin jî têr nake. Zivistan hat, wê gaz bê vekirin. Gelo em ê çawa bidin. Lê Erdogan çareseriyekê nabîne. Nizanin ku jiyan çawaye. Ji ber ji berîka wan pere dernayê. Gel mexdûre. Divê êdî bê dîtin. Yên pişta xwe dane dewletê dikarin debarê bikin. Ew bi 100 hezar TL mûçe dijîn. Neheqiyek mezin li gel tê kirin.”
 
‘Em têr nabin’
 
Kedkara malê Semra Çabuk jî got bi yek mûçeyê debarê dikin, serî li gelek cihî dane lê dewletê alîkarî nedaye wan û wiha dirêjî dayê: “Heta ku dewlet xwedî li gelê xwe dernekeve wê aborî wisa xerabe. Mirov di rewşeke zehmet de ne. Mûçeyê asgarî nîvî li kirê diçe. Gelo em ê bi vê çawa debara xwe bikin. Her tişt biha bûye. Em nikarin tiştekî bigirin. Em 5 kesin carnan em têr nabin. Em ji derdorê deyn dikin. Ez nikarim ji zarokê xwe re bez bigirim. Divê piştgiriyê bidin mirovan, divê dengê me bê bihistin."