Jinên li Bazara Salîhlîyê: Berpirsê qeyranê desthilatdarî ye

  • 09:12 24 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
MANÎSA - Li Bazara Salîhlîyê jinên xwendekar, karker, esnaf, kedkarên çandiniyê û teqawît ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji ber qeyranê nikarin debarê bikin, berpirsê rewşê desthilatdarî ye.
 
Qeyrana aborî her diçe giran dibe, lîrayê tirk li hember dolar her diçe nirxê winda dike. Bêguman ên herî zêde bi bandor dibin jî esnaf in.  Esnafên ku ji bo berhemên xwe bifroşin, kara xwe hindik digirin, diyar kirin ku ji vê rewşê ne gel, desthilatdarî berpirs e.
 
Welatiyên li Bazara Gel a Salîhlî ya Manîsayê, ji ber qeyranê bertekên xwe anîn ziman.
 
‘Berpirs ên li ser me ne’
 
Jina bi navê Sehure Kahirtay ku piştî teqawît bû bi hezar û 800 lîra nikaribû debara xwe bike li bazarê dest bi xebatê kir wiha got: “Sê sal in teqawît bûme. Kirê 850 lîra, ceyran û av 200 lîra ye. Ji mûçeyê teqawîtbûnê tiştek namîne. Berpirsê vê kesên li ser me ne. Em 15 lîra digirin, bi du lîra û nîv kar difroşin. Em wisa nekin birçî dimînin. Her kes, karker, teqawît, xebatkar ji qeyranê bi bandor dibin. 25 salan xebitîm, hezar û 850 lîra mûçe digirim.”
 
‘Ji bo wan cîhan gulî û gulîstan e’
 
Jina bi navê Ayşe Karakuş ya li bazarê penîrê ji gund tîne difroşe, da zanîn ku ji ber qeyranê tiştek nayê firotin û wiha dirêjî dayê: “ Yên 5 kîlo penîr digirin niha kîloyekê digirin. Hêza girtinê ya mirovan nemaye. Berpirs desthilatdarî ye. Cîhan qedandin. Mirov tiştekî bêjin jî hedef tên girtin. Mirov rojên dijwar dijîn. Lê ew di gulî û gulîstanê de dijîn. Ew di qefesa zêrîn de dijîn, ji ber vê cîhanê aram hesab dikin. Bi kesî re aramî nemaye. Civak vê dizane lê tiştekî nake. Em nikarin bersivê bidin. Rewşa jinan hîn bêtir xerab e.”
 
‘Piranî zanîngeh qedandine lê betal in’
 
Ozlem Buldu ya ji zanîngeha Namik Kemal a Tekîrdagê ji beşa teknolojiyên hilberîna Şarabê û rezan mezin bûye jî wiha got: “Ez li Manîsayê dijîm lê min kar nedît. Piranî kesên zanîngeh qedandine betal in. Mirov kedê didin, dibistanê diqedînin lê kar tune ye. Zem pir e. Rûnê nivhişk berê li gund 60 TL bû niha 80  lîra ye.”
 
‘Berpirsê qeyranê yên li Enqereyê ne’
 
Esnaf Fatma Okumuş a 70 salî berhemên ji gund aniye li bazarê difroşe û wê jî der barê krîzê de wiha got: “Berpirsê krîzê yên li Enqereyê ne. Zem li het tiştî kirine. Her tişt biha ye, gelo cotkar wê çi bikin? Zêrên min tune ne. Tiştekî min tune ye. Ez sibehê saet 07.00’an de rûniştime, heta 17.00’an dipêm. Ez di 1952’an de hatime dinê hîna dixebitim. Teqawîtbûna min tune. Pere nadin pîr û kalan. Hevjînê min bimre wê bidin min. Ma hevjînê xwe bikujim? Weke din pere tune, mûçeyê kal û pîran tune. Berpirsê qeyranê ne ez im.”
 
‘Em rojaneya xwe didin zeytûn û penîr’ 
 
Karkera demsalî Gurbet Turkan jî ji bo hewcedariyan hatiye bazarê û wiha dibêje: “Em rojaneya xwe didin zeytûn û penîr. Zarokên me têr nabin. Lêçûn zêde ye, ya kirtasiyê pir biha ye. Em zehmetiyan dikşînin. Me ji bo mutbexê têra xwe tişt negirt. Berpirs Erdogan e. Em bi gazinc in. Hemû gel bi gazinc e. Ji ber vê kesên dawî li jiyana xwe tînin hene. Gelo wê gel vê zivistanê çi bike? 4 zarokên min hene.”