Ji jinên cotkar banga rêxistinê

  • 09:06 15 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MANÎSA  - Jinên cotkar li dijî binpêkirina keda jinê ya di hilberîna çandiniyê de  hem di alî zayend û hem jî di alî pîşeyî de li ser rêxistinbûnê disekinin û diyar dikin ku ji bo vê divê zêdetir têkoşîn bê dayîn.
 
Jinên ku pêşengên jiyana xwezayî ne, di hilberîna çandiniyê de bi keda xwe, xwedî pareke girîng in. Jinên bedewambûna jiyanê bi keda xwe ya di qada çandiniyê de pêk tînin, îro wek hêza kar a erzan di faliyeten çandiniyê de tên xebitandin. Jinên ku di temenê biçûk de tên xebitandin, keda wan nayê dîtin. Komeleya Hilberînerên Çandiniyê ya Navneteweyî 15’ê cotmehê wek Roja Cotkarên Jin ên Cîhanê îlan kir. Li Tirkiyeye jî ev roj ji 1997’an heta niha pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji 2008’an heta niha vê rojê wek fermî pîroz dike.
 
‘Rola jinan ya di aboriyê de’ 
 
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) der barê Roja Jinên Cotkar ên Cîhanê de wiha dibêje: “Jin di aboriya bejayî de, wek cotkar, karker û hewldêr rolek mezin û girîng dilîzin. Jin di heman demê de barê ku xwarinê bibin mal, zarok û nêrîna hemû malbatê, berpirsyariyek mezin digirin ser xwe. Li dijî vê, jinên herêmen bejayî, di karên bê pere de dixebitin, di tevlîbûna qadên xizmên wek tenduristî, perwerde, mal û milk û fînansê de rastî astengiyan tên.” ILO bi vê balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan.
 
Jin bi binpêkirinê re tên rû hev
 
Li Tirkiyeyê di roja me ya îro de jinên di qada çandiniyê de dixebitin wek karkerên demsalî tên binavkirin. Jinên li ser erdan dixebitin, di salên dawî de keda wan zêdetir tên binpêkirin. Bi hilweşîna ekolojîk re, bi bandora guherîna avhewaya global re, cotkarên jin zêdetir bi bandor bûn û di salên dawî de daxwazên wan ên dertên pêş, mafê gotinê, rêxistinbûn û xebata ewle ye.
 
Hem rêxistinbûna pîşeyî hem ya zayendî
 
Jinên cotkar ên li gundê Adali ya Salîhlî ya Manîsayê dixebitin, diyar kirin ku çandiniya endustriyel û aboriya bazarê bandorek mezin li ser cotkaran dike û li dijî van bandoran jî li ser girîngiya rêxistinbûna pîşeyî û zayendî disekinin.
 
Hatin têrî çûyînê nake
 
Jinên cotkar bi lêv kirin ku ji ber bandora krîzê lêçûna mazot, zibil, ceyran, kredî û sîgorteyê pir zêde ye û berhemên wan an nayê firotin an jî têrî lêçûna wan nake.
 
Rojane têr nake
 
Fîrdevs Beyazçîçek a 30 sal in cotkariyê dike, da zanîn ku berhemên wan, ji ber sedema rawestîna îhracatê di destên wan de dimîne û wiha dirêjî dayê: “Di hilberînê de yên ku esas qezenc dikin navbeynkar in. Em hem cotkar in hem karker in. Ez hem li çêlekan dinêrim hem bi karkeran re dixebitim. Ez her tiştî dikim. Em qezenc nakin, navbeynkar qezenc dikin. Yên herî zêde dixibitin jin in. Tevî vê beramberê keda xwe negirtin. Rojane têr nakin.”
 
‘Em xwe bi rêxistin bikin wê biguhere’
 
Fîrdevsê destnîşan kir ku bi kêmbûna hilberînê re xwegîhandina xurekên bi tendurist jî zehmet dibe û wiha bi lêv kir: “Çandinî biqede em ê ji derve bigirin. Lê em xwe rêxistin bikin wê biguhere. Jin pir tên binpêkirin. Bila jin xwe bi rêxistin bikin. Rêxistin wê her tiştî biguhere.”
 
Jin di pêvajoyên biryargirtinê de tune ne
 
Fîrdevsê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoyên biryargirtinê de mêr  hene. Ev jî ancax di pêvajoyên pêş de dikare biguhere. Guherîn heye. Em ji berê baştir in.”
 
‘Cotkar neçar dimînin erdan bifroşin’
 
Jina bi navê Sebahat Kalan a 60 salî bal kişand ser girîngiya keda di hilberînê de û got ji ber vê sedemê cotkar xizan dibin, neçar dimînin erdan bifroşin kesên dewlemend an jî sanayikaran û wiha dirêjî dayê: “Cotkarî her diçe kêm dibe. Sedema vê jî ev e; fabrîka zêde bûne, em nizanin kî hildiberîne. Lê karker jî gundên derdorê ne. Li gund ciwanên cotkariyê bikin nemane. Herî zêde jinên ciwan dixebitin.”
 
‘Ji bo jinên cotkar piştgirî tune ye’
 
Cotkarek din Hayel Aydin jî bal kişand ser pirsgirêkên cotkarên jin û  bi lêv kir ku herî zêde jin di qada çandiniyê de dixebitin, bi rojaneyan debara xwe dikin lê têr nake. Hayelê wiha nirxand: “Ji bo cotkarên jin piştgirî nayê dayîn. Berhemên wan ji aliyê Koperatîfa Çandinî û Krediyê ve bi bihayekê kêm tê girtin. Dewlet li şûna bikaranîna tovên herêmî qedexe dike, hewl dide mirovan girêdayê derve bikin. Jinên cotkar ên debara malê difikirin, tovên hîbrît naxwazin.  Jin piştgirîyê didin aboriya malê. Zarokan didin xwendin. Xwedî li welat dertên. Li dijî JES’an têdikoşin. JES tê wateya ku 20 sal şûnde ax dimire.”
 
Ewlehî û rêxistinbûnê dixwazin
 
Hayelê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên li ser erdan dixebitin ne wek cotkar wek karker dibînin. Bi giştî rewşa jinan ne baş e. Mafê gotinê her tim ya mêran e. Jin her tim li dawiya mêr in. Jin hinek pêş ketine lê ev têr nake. Daxwaza cotkarên jin sîgorta ye. Karekî bi ewle ye. Ji ber ewlehî ji ser mêr pêk tê. Lê ev jî kedkar e, karker e, cotkar e. Bila mafê wan ên civakî hebin. Divê rêxistinbûna sendîkayî zêde bibe. Ez di demek kurt de dibim endama Çîftçî-Senê. Her tim têkoşîna rêxistinkirî baş e.”