‘Ewlehiya canê min tune ye’

  • 09:06 11 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
ENQERE - Merala ku 25 sal in karkeriya veguhestinî ya ku di hedefa destilatdariyê de ye dike, diyar kir ku karê wan zehmet e, lê destdirêjî li jinê tê kirin û ewlehiya canê wan tune ye.
 
Ji ber krîza aborî  polîtîkayên desthilatdariyê yên li alî sermayê roj bi roj giran dibe. Beşeke mezin a civakê di bin şertên giran de dixebitin û di hedefa desthilatdariyê de ne. Karkerên veguhestinê jî li dijî qanûna karê komkirina madeyên bermayî derketin û ji ber vê bûn hedefa desthilatdariyê.
 
Di rojên borî de li Stenbolê, li navçeyê Bakirkoy û Umraniyeyê bi biryara Walîtiyê bi ser  ji 100’î zêdetir depoyên komkirinê de hat girtin. Di serdegirtinan de ji bo 240 kesên kaxizan kom dikin ceza hat  dayîn. Dîsa di  6’ê cotmehê de li Ataşehîr a Stenbolê polîs û zabiteyan bi ser malên kesên ku kaxizan kom dikin de girtin. Nêzî 200 karkerên komkirina kaxizan dikirin hatin binçavkirin. Li Umraniyê  3 karker ji ber nanê xwe parastin hatin girtin. Li Enqereyê jî karkerên kaxizan bi heman zextan re tên rû hev.
 
Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê li taxa Seyranbaglar, karkerên veguhestinê diyar kirin ku ew bûne hedefa desthilatdariyê û gotin divê ev pergal biguhere.
 
‘Divê ev pergal biguhere’
 
Karkereke ku li kolanê kaxiz kom dikir û nexwest navê xwe bide, da zanîn ku yekane çavkaniya debara wan komkirina kaxizan e û da zanîn ku krîza aborî şert û mercên jiyanê roj bi roj dijwartir dike. Her wiha karker bi lêv kir ku bi hinceta vîrusa koronayê, polîs û zabite ceza li wan dibirin û got divê ev pergal bê guhertin.
 
‘Gelo ez ê ji bilî vê çi karî bikim?’
 
Jina bi navê Merala ku 25 sal in kaxizan kom dike, destnîşan kir ku bi hevjînê xwe re kaxiz kom dikir lê du sal berê ew winda kiriye û wiha pê de çû: “ Ez jineke bi tena serê xwe dijîm e. Ez bi vî karî debara xwe dikim. Ez 54 salî me. Ji vî temenî şûnde ez ê çi bikim?”
 
‘Ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim’
 
Meralê her wiha bi lêv kir ku wek wê gelek jin kaxizan kom dike û wiha dirêjî dayê: “Mirov ji neçarî vî karî dikin. Bi vî karî debar zehmet e. Şertên jiyanê qet ne hêsan in. Ez mehane hezar û 600 TL qezenc dikim. Kirêya min 500 Lîra ye. Fature jî lê zêde dibin. Pereyekî kêm ji min re dimîne. Ez rojê zêde dernakevim. Bi êvaran dertêm.  Bi şev heta 9’an dixebitim. Lê wek jinekê ez xwe ewle hîs nakim. Gelek caran destdirêjî li min tê kirin. Garantiya ku êriş li min neyê kirin, tune ye. Ewlehiya canê min tune ye.”
 
‘Ez ji kesî tiştekî napêm’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Ez zextên li ser karkeran baş dizanim. Wekî din hatinek min tune ye. Ez ji desthilatdariyê tiştekî naxwazim. Ez alîkariyê dixwazim, ji ber nikarim ji kesekî din bixwazim. Ez bi kesî bawer ninim. Bendewariya min ji kesî tune ye? Ez nexweşa şekir û astimê me. Ji ber nexweşiyê divê baş xwedî bibim. Dermanên min bi rapor in ez wisa dikarim bigirim.”