Berteka li hember bihabûnê: Roj bi roj em xizantir dibin

  • 09:01 5 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Welatiyan bertek nîşanê bihabûna ku roj bi roj zêde dibe dan û diyarkirin ku daneyên tên aşkerakirin rastiyê nîşan nadin, gel roj bi roj xizan dibe.
 
Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên bihayên gaz û ceyranê yên aîdê meha  Çile- Hezîranê ya 2021’ê di rojên borî de aşkera kirin. Li gorî daneyan, di sanayiyê de dema mirov li bihayên ceyranê yê dema ewil ê 2021’ê dinêrin, bikarhêneran li gorî dema borî ji bo 1 kWh a ceyranê ji sedî 13.4 dane, li gorî heman demê ya  sala beriya wê jî ji sedî 10,9 zêde bûye û bûye 65.0 kuruş di avahiyan de jî ji bo 1kWh ceyran, bikarhêneran di dema ewil a 2021’ê de  pereyê dane, li gorî dema beriya wê ji sedî 8.2 bûye,  li gorî sala beriya wê ji sedî 11,7 zêde bûye û ev 79,5 kuruş e.
 
Di bihayê gaza xwezayî de di sanayiyê de di dema ewil a 2021’ê de bikarhêneran ji bo yek metrekup gazê pereyê dane li gorî dema beriya wê ji sedî 3.8 zêde bûye û li gorî heman dema sala borî ji sedî 3,7 kêm bûye û bûye 182 kuruş. Di avahiyan de ji bo metrekupekê  dema ewil a 2021’ê pereyê hatiye dayîn li gorî dema beriya wê ji sedî 3,3, yanî ji sedî 5,3 zêde bûye û bûye 192,3 kuruş.
 
Li daneyên hatine parvekirin, fatura avê, lêçûna mutbex, kirê, lêçûnên dibistanê jî zêde bibin, rewş hîn bêtir giran dibe û welatî  dibêjin ku êdî nema karin debara xwe bikin.
 
‘Bi mûçeyên teqawîtbûnê fature nayên dayîn’
 
Karkera teqawît Încî Tepe ya ji Stenbolê koçî Îzmîrê kiriye wiha got: “Cot mûçe jî bikeve malê em nikarin debara xwe bikin. Ji xwe kesên teqawît bi zahmetî debara xwe dikin. Ez du hezar û 300 lîra mûçe digirim. Tu faliyetek me ya civakî tune ye. Em nikarin biçin cihekî. Zivistan hat wê fatureyên gazê zêde bibin. Em bi pêxistina sobê xwe zivistanê xwe germ dikin û di odeyekê de dimînin.”
 
‘130 lîra fatura ceyranê hat’
 
Kedkara malê Kubra Kaymaz jî destnîşan kir ku tevî  ne li malê bûye 130 lîra fatura ceyranê, 60 lîre ya avê daye û ev tişt anî ziman: “Em bi sobê mala xwe germ dikin. Em ceyranê nikarin vekink. Em bi mûçeyê asgarî debara xwe dikin. Em 800 TL kirê didin. Du zarokên min hene. Yek diçe dibistanê.”
 
‘Gotinên biha kêm bûye ne rastin’
 
Ayşe Kara jî bertek nîşan da û daxuyakirin ku di du mehên dawî de 360 û 380 fatura ceyranê daye û wiha berdewam kir: “Em cemedank û cilşoyê dixebtinin. Wek her kesî. Tiştekî zêde tune ye. Em bi mûçeyê asgarî debara xwe dikin.  Du keçên min hene. Min ji bo înternet û telefonê 150 lîra da. Gotin biha kêm kirine, lê dîsa jî zêde hat. Derewan dikin. Bila bikevin nav gel ka rewşa me çawa ye bibînin.”
 
Welatiyek din jî bi lêv kir ku hevjînê wê wefat kiriye û yek li zanîngehê du zarokên wê dixwînin û berteka xwe wiha anî ziman: “Fatura ceryanê 580 hat. Em du mal hevpar fatura avê didin. 382 lîra hat. Pereyê digirim didim kirê û avê.  Ev pêkanînek dijmirovî ye.  Ji bo zarokê min burs derneket. Dewlet çi bixwaze wê dike, dilê wan kê bixwaze didin wan.”
 
‘Em 600 lîra fature didin’
 
Şazîmet Temel jî got bi mûçeyê pîrbûnê debara xwe dikin û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “380 faturaya ceryan û 300 lîre jî ya avê didim. Ez ji her du lingên xwe emelyet bûm. Ez nikarim biçim kar. Ka erzanî. Wê demê bila lêçûna me ya debarê bidin, ez xizanim. Ji ber erdhêjê mala min hilweşiya. Sê mehan 3 hezar lîra dan. Em nikarin tiştekî bikirin. Em nikarin goşt, penîr zeytûnan bigirin. Em tenê nê zuha dixwin.”