Li Çelê dema komkirina hêjîran dest pê kir

  • 09:02 2 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Li herêma Çelê dema komkirina hêjîran dest pê kir. Di zivistanê de riçala hêjîran li ser sifreyên taştê û hêjîrên hişk kirî jî li ber çayê cih xwe digire. 
 
Li navçeya Çelê a Colemêrgê xesada gelek fêkiyan dest pê kir û ye ji vê jî hêjîre. Bi hatina zivistanê re jinên li herêmê dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Li herêmê hinar, tirî, sêr, xurme, hirmî û hêjîr digihêjin û divê demsalê de tên komkirin. Esmer Ayar ji ajansa me re behsa komkirina hêjîran kir. 
 
Esmer Ayar a ku 2 sal in li Çelê dijî debara xwe bi sewalkariyê dike. Esmer wekî hemû jinên li vir dijîn serê sibê dest bi kar dike. Esmer, ligel zehmetiyên kar ji jiyana gund hez dike. Esmer, da zanîn ku jiyana li gund zehmet e û got: "Ez ji karê gund hez dikim. Dema ez kar dikim ez xwe baş hîs dikim."
 
Her demsal li gorî taybetmendiya xwe karekî wê heye û niha jî demsala payîzê ye û dema komkirina hêjîran e. Esmer wiha bal kişand ser komkirina hêjîran: "Em hêjîran dema wan de kom bikin. Em dikin xoşaf, bastix û rîçal. Piranî jî em hişk dikin. Hêjîr di tebaxê de digihêjin. Di dawiya meha îlonê de jî em dest bi komkirinê dikin. Em hinek li ber tavê dihêlin. Piranî ji bo zivistanê em hişk dikin.”
 
Esmerê diyar kir ku tiştên ku em havîn û payîzê dikin zivistanê jî ji sûdê digirin û wiha axivî: "Hemû merheleyên hêjîran em bi xwe bi destê xwe çêdikin. Tiştên ku em niha dikin ji bo zivistanê jî feydeyek mezin dide me. Riçal zivistanê cih xwe li ser sifreyê digire. Hêjîrên ku hatî hişkirin em li ber çay vedixwon Ev tişt di nav civaka me de wek kevneşopiyek didome. Em tiştên wisa ji marketan nagirin. Em bi keda destê xwe hilberînê dikin."