DÎSK: Ne ji karsazan re ji kedkaran re budçe

  • 16:08 1 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - DÎSK ji bo eşkerakirina bernameya xwe ya têkoşîna serdema nû daxuyaniyek da û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû di daxuyaniyê de  got: "Em bang li hemû karker, kedkar, bêkar û xizanan dikin ku li dijî bihabûn û bêedaletiyê mil bi mil têbikoşin. Divê li dijî vê pergala xwînmij û bêedalet em xwe bi rêxistin bikin."
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li ber navenda xwe ya giştî ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê, derbarê bernameya xwe ya têkoşîna serdema nû û birêxistibûnê de daxuyanî da. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû û gelek endamên sendîkayan tevlî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em dixwazin debara xwe bikin, di dahatê de edalet, di bacê de edalet" hat vekirin û her tim dûrişmeyên "Wê serkeftin a kedkarê li ber xwe dide be" û "Ne ji karsazan re ji kedkaran re budçe" hatin berzkirin. 
  
Di daxuyaniyê de Arzû Çerkezoglû axivî û ev tişt gotin: "Bêkariyê reqor şikandiye û beşeke mezin a pereyê Fona Sîxortaya Bêkariyê ji karsazan re tê veqetandin. Tê xwestin ku di nav sermiyanê navneteweyî de Tirkiye dbibe bihuşta karkeriya neewle. Dixwazin ku em xwe bi rêxistin nekin, nebin sendîkayî û li mafên xwe negerin. Em bang li rêveberên welat dikin ku di vê rewşa ku êdî kêr gihîştiye hestî de demildest bergiriyan bigirin. 
 
Li meclisê wê di rojên pêş de hevdîtinên budçeyê dest pê bikin. Bi sererastkirinên hêsan ên di budçeyê de welat dikare bêhn bigire. Di nav çend mehan de wê xebatên bihayê asgarî jî dest pê bikin. Ji bo ku di zivistana 2022'an de nanê gel bê parastin divê bergiriyên lezgîn bên girtin. Em qebûl nakin ku di navbera çerxa bêkarî û xizaniyê de bên pelçiqandin. 
 
Em bang li hemû karker, kedkar, bêkar û xizanan dikin ku li dijî bihabûn û bêedaletiyê mil bi mil têbikoşin. Divê li dijî vê pergala xwînmij û bêedalet em xwe bi rêxistin bikin, bibine sendîkayî û li mafê xwe bigerin."
 
Di berdewama axaftina xwe de Arzû ev daxwaz kirin:
 
"* Ji bo heqdesta asgarî û hemû heqdestan, bi qasî heqdesta asgarî hemû bac û jêbirîn bên sifirkirin. Bi vî awayî her heqdest bi qasî 750 TL'yî bê zêdekirin. 
 
* Tarîfeya ji sedî 20 ku li baca destpêkê ya piştî heqdesta asgarî tê birîn dakeve ji sedî 10'an. Dahatên ku bac ji wan tê birîn li gorî dahata neteweyî bê zêdekirin. 
 
* Mûçeyê herî kêm ê teqewîtan derkeve asta heqdesta asgarî. 
 
* Ji fatoreyên ceyran, av, gaza siruştî, înternetê bac neyê birîn. 
 
* Di hemû berhemên xurekê de KDV bê sifirkirin."