Tabloya pandemiyê: Em têk çûn

  • 09:03 19 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li gorî daneyên meha tîrmehê ya DÎSK-AR, TUÎK’ê, betaliya jinan li gorî mêran pir zêde bûye û jinan diyar kirin ku xebata bê qeyd, bê tazmînat ji kar avêtin û her wekê din pir bandor li ser wan dike.
 
Li gorî daneyên meha tîrmehê ya Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê (HIA), Saziya îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) hejmara betalan 3 mîlyon 902 hezare û li gorî lêkolîna Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) jî hejmara betalan 8 mîlyon 420 hezare. Li gorî vê di tîrmeha 2020’an de hinek be jî ev kêm bibe ji tîrmeha 2019’an heta niha mîlyonek û 789 hezar zêde bûye. Her wiha rêjeya betaliyê ya mêran ji sedî 10.8 e û ya jinan jî ji sedî 14,4 e. 
 
Jin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku li gorî daneyên heyî krîzê herî zêde bandor li ser wan kiriye û her wiha diyar kirin ku ew neçarî şert û mercên xebata bê ewle, betaliyê tên hiştin.
 
‘Neçare bêqeyd bixebite’
 
Denîz Gulen bi lêv kir ku hezar û 700 lîra mehaneya wê têr nake û ji ber vê jî hîna dixebite û wiha pê de çû: “Ez bi 150 TL diçim bazarê lê nikarin hewcedariyên xwe tam bigirim. Zarok rojê 15 lîra pere lêçûn dixwaze. Hevjînê min ji BAG-KUR’ê teqawîte û emeliyata bypass bû. Ji bo teqawît bibe 60 hezar lîra kredî kişand. Ji mûçeyê min tenê 150 lîra dimîne.  Em her tiştî nîv kîlo digirin. Min ji bo kurê xwe yê diçe dibistanê bi 850 lîra alav girtin. Dema dibistan girtîbû li malê bûn. Lêçûn tunebû. Lê divê zarok biçin dibistanê.”
 
‘Ez şev û roj li malê xebitîm’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide got ji ber pandemiyê restoran hatine girtin û hevjînê wê betal maye û ji ber vê jî li malê xebitiye, li cil û bergan morîk nexş kiriye û wiha got: “Ji ber pereyê qeydê tunebû min zarokê xwe neşand dibistana dayikê. Alavên kirtasiyê pir bihane. Sala pêş diçe pola yekê. Av û ceyran bihaye. Ez hefteyê carê makîna paqijiyê vedikim û malê paqij dikim. Lê dîsa jî ceyran di ser 200’î de tê. Fatura avê 150-160 lîraye. Di pandemiyê de kar tunebû. Hevjînê min niha ket kar, ew jî heftane digire. Em kirê didin. Xaniyê herî erzan 750-800 lîraye. Ez bi 20 lîra hatim bazarê.”
 
‘Dibistan vebûn lêçûn zêde bûn’
 
Jina bi navê Leyla Ulger jî destnîşan kir ku zaroka xwe bi 350 TL qeydê pêşdibistanê kiriye û ji bilî vê jî hemû alavên wê divê ew bigirin û wiha bi lêv kir: “Zarokek min din jî heye. Diçe pola duyem. Dibistan vebûn, lêçûn gelek zêde ye. Alav bihane. Perwerda rûbirû başe, lê divê dewlet piştgiriyê bide malbatan.”
 
‘Lêçûna kirtasiyê bandor li me kir’
 
Xwendekar Irmak Alay jî bi lêv kir ku bi alavên kirtasiyê yên sala borî îdare dike û ev tişt bi lêv kir: “Ez di pola 3’em a lîseyê de me. Hewcedari zêde ne. mînak wek pirtûkên testan. Lê bihaye. Min 85 lîra da pirtûka testê, lê divê hîna 5-6 hebên din jî bigirim. Dersxane bihane. Aboriyê bandor li ser her kesî kir. Niha di lîseyê de me. Nizanim wê li cihekî bicih bim an na. Li vî welatî edelet tune.”
 
‘Mûçeyê pirbûnê têr nake’
 
Dîlşah Gul jî daxuyakirin ku yekane çavkaniya debara wê mûçeyê pîrbûnê ye û wiha daxuyand: “Ez bi piştgiya keça xwe debara xwe dikim. Krîzê bandor li me kir. 100-150 lîra ancax têrî bazarêdike. Têr jî nake lê em çi bikin.”
 
‘Lêçûn zêde bû’
 
Zeynep Akinci ya ku firinê dixebitîne wiha balkişand ser bandora krîzê: “Çewalek ard ji fabrîkayê bi 180 lîra tê. Ji ber ev kargeriya me ye em zehmetiyê nakşînin. Lê ji bo xebatkaran zehmete. Sala borî me 500-600 lîra fatura ceyranê dida, lê îsal em mehê hezar û 500 didin. Ji ber kargeriya me ye em dixebitin. Ger em nexebitin em nikarin tu tiştekî bikin. Gelo yên bi mûçeyê asgarî dixebitin çi dikin.”
 
‘Em têk çûne’
 
Derya Turnel ya di saziya cemawerî de dixebite bi lêv kir ku hêza girtinê ketiye û herî zêde jin bi bandor dibin û bandora pandemiyê jî wiha nirxand: “Mirov di vê pêvajoyê de li malên xwe man. Betal man. Kargeh hatin girtin. Em di alî aborî û manewî de têk çûn. Herî zêde jin bi bandor bûn.”
 
Ayşe Ozturk jî destnîşan kir ku berê Kemeralti cihê dan û standina xizanan bû lê niha her kes tê wir û wiha got: “Ez tiştekî digirim, nikarin ya din bigiri. Jin nikarin dan û standinê bikin. Hewl didin rojê xilas bikin. Lêçûnên me yên lûks tunene. Herî dawî 10 sal berê bû min ji xwe re tiştek girtibû. Ez hîna deyn didim. Ez dan û standina zivistanê havînê dikim. Ji ber zivistanê biha dibe. Dema pere tune jiyan zilme.”