Qeyrana aborî giran dibe û berdêlên civakî mezin dibin

  • 09:02 19 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Nahîle Yigit a ku 2 zarokên wê astengdar in û ji bo debara xwe ya rojane bike karê dirûnkariyê dike wiha got:"Serweta min makîneya min a cildirûtinê ye. Lê belê ji ber em niha nikarin kirya xwe jî bidin dibe ku ez makîneya xwe bifroşim û li benda qedera xwe bimînim."
 
Qeyrana aborîyê ya ku bi taybetî bandorê li jiyana jinan kiriye bi xwe re pirsgirêkên mezin ên civakî tîne. Jinên ku di nava xizaniyê de dijîn bi bertek in û li benda çareseriyê ne. Esnafa bi navê Nahîle Yîgît jî yek ji wan jinan e ku ji ber qeyrana aborîyê ya ku mezin bûye dixwaze firoştgeha xwe bigire û li benda 'qedera' xwe be. Nahîleyê da zanîn ew bi makîneya xwe ya cildirûtinê 6 zarokan ku 2 ji wan nexweş in xwedî dike û niha jî ketiye nava wê rewşê ku kirya firoştgehê dernaxe û mecbûr dimîne ku makîneya xwe bifiroşe.
 
'Ji ber qeyrana aboriyê niha em westiyane'
 
Esnafa biçûk û dirûnkara Taxa Mezopotamyaya navçeya Qoserê Nahîle têkildarî qeyrana aborî axivî û rewşa ku tê de ye mînak dide. Nahîleyê wiha got:"Ez dayika 6 zarokan im, min bi zorê zarokên xwe mezin kir. Niha ji 2 zarokên min nexweşiya wan giran in. Yek bi nexweşiya şekir yek jî bi ya kezebê ye. Dermanên wan pişta me dişkînîn. Her tişt pir biha bûye. Em pêwîstiyên xwe yên rojane yên jiyanî nikarin bistînîn. Dermanstendin û çuyîna nexweşxaneyan ji me re luksek bû û niha em neçar mane. Min û hevjînê xwe ji bo em zarokên xwe mezin bikin me gelek hewil da. Ew li aliyekî maye betal, ez lî aliyekî. Ji ber qeyrana aboriyê niha em westiyane."
 
'Şikir jî têra me nake'
 
Nahîleyê bi lêv kir ku ji bo wan her ku diçe jiyan zortir dibe û wiha berdewam kir:"Qeyrana aboriyê mezin dibe û pirsgirêkên me xizanan jî kûrtir dibin. Dewlemend, dewlementir bûn û em xizan jî xizantir bûn. Em weke welat ketine rewşek wisa ku çareseriya wê ne pêkan e. Xwedê dawiya me xêr bike. Em tim dibêjin şikir, lê şikir jî êdî têra me nake. Ev rewş wisa berdewam bike wê qeyrana me ya civakî û malbatî jî mezin bibe. Hûn jixwe dişopînin di van demên dawî de xwekujî, hevberdan, tundî û wekî din bi sedan pirsgirêk rû didin. Divê demildest ji aliyekî ve polîtîkayên çareseriyê werin pêşxistin."
 
'Wisa biçe ez ê neçar bimînim makîneya xwe bifiroşim'
 
Nahîleyê da zanîn esnafên biçûk û hilberînerên çîna navîn zirarê dibînin û wiha got:"Em weke xebatkarên bê temînat dixebitin. Lê ya rast em dixwazin rewşa em niha tê de ne were çareserkirin. Me ji wê zêdetir tiştek navê. Jixwe tu hêviya me jî nemaye. Dewlet çiqas bide me wê du qatê wê jî ji me bistîne. Em hatine wê rewşê ku em niha dibêjin me tezmînat jî navê. Ez heyîrîme. Ev firoştgeh û mekîneya cildirûnê delîlê min  û zarokên min bû. Niha jî ez nikarim ne diravê ceyranê ne jî diravê kîrê bidim. Wisa biçe jî ez ê neçar bimînim ku makîneyê bifiroşim û li malê rûnêm."
 
'Ez nikarim dermanê zarokan bistînim'
 
Nahîleyê anî ziman bi sedan kesî firoştgeha xwe girtin û ew ne ya pêşî û ne jî ya dawî ye. Nahîleyê wiha got:"Ez weke jinekê li vir kedê didim û li malê jî bi sedan tiştan re mijûl dibim. Guman û tirsa min zêde ne. Dayikek nikaribe dermanê zarokê xwe bistîne ev hestekî çawa ye hûn dizanin? Ez ji xwarinê ji her tiştê malê kêm dikim heta derman distînim. Ger hinek xurek erzan kiriban jî me yê bi têkoşîna xwe bi şeklekî xwe daba jiyîn. Lê belê mixabin her ku diçe her tişt buhatir dibin."