Hilberînera titûnê Azîze: Êdî em nikarin debara xwe bikin

  • 09:01 19 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak 
 
AMED -  Azîze Kaydaş’a ku 23 sal in debara xwe bi hilbêrîna titûnê dike û pê 6 zarokên xwe xwedî dike. Azîze da zanîn ku ji ber qeyrana aboriyê êdî nikarin debara xwe ya rojane jî bikin û got: "Em 4 mehan bi hilberîna titûnê re mijûl dibin lê ne em kesên ku bazirganiya vî karî dikin qezenç dikin. Ev tişt jî nîşaneya kedxwariyê ye."
 
Yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê ya herî mezin qeyrana aborî ye. Qeyrana aboriyê ya ku her diçe kûr dibe bi taybetî bandorê li cotkaran dike. Cotkar ji qeyrana aborî bi gazinc in û êdî nikarin debara xwe ya rojane jî bikin. Gundiyên Mehmediyê ya Karaza Amedê, bi hilberîna titûnê debara xwe dikin. Yek ji wan jî Azîze Kaydaş a 45 salî ye. Azîze 23 sal in bi hilbêrîna titûnê debara xwe dike û pê 6 zarokên xwe xwedî dike.  
 
‘Bi titûnê debara xwe dikin'
 
Azîzeya ku debara xwe bi hilberîna titûnê dike wiha behsa pêvajoya hilberînê kir: "Di meha sibatê de em cot dikin, di meha gulanê de çandiyê dikin û di meha hezîranê de jî aşêf dikin. Herî dawiyê di meha tîrmehê de jî em pelan jê dikin û kom dikin. Em wan pelan yek bi yek ji bendikan re derbas dikin û derdixin ser ban. Piştî ku li ser ban nerm dibin derdixin ber tavê û li vir hişk dikin. Di dawiya dawî de jî em pelên titûnê yên ku hişk bûne dixin tûrikan. Piştî vê demê êdî pêvajoya wê ya firotinê dest pê dike. Zehmetiyên wê gelek in. Li gund her kes bi titûnê debara xwe dike ji ber ku wekî din tiştek din nîne." 
 
‘Ez neçarim ku karê titûnê bikin' 
 
Azîze, diyar kir ku ligel her karî karê ku em dikin jî zehmet e û kedek mezin dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez neçarim ku vî karî bikim. Demek dirêje ku hevjînê min jiyana xwe ji dest daye. Ez bi tena serê xwe debara mala xwe dikim û zarokên xwe xwedî dikim. 6 zarokên min hene û hemû jî dixwinîn. Belê çend terê neke jî dîsa jî ez pê îdara xwe dikim. Ji xwe niha her tişt buha bûye. Em 4 meh an bi vî karî re mijûl dibin û pêvajoya hilberîna titûnê bi keda dest pêk tê. Lê belê em beranberê keda xwe nabînin. Em kiloya titûnê difiroşin 12 TL. Em ewqas zêde ked didin lê yên ku bazirganiya titûnê dikin ji me zêdetir qezenc dikin. Di vê karê de hem kedxwarî heye hem jî neçarî heye.”
 
‘Li şûna qedexeyê divê rêyên alternatîf bên avakirin' 
 
Azîze, da zanîn ku qeyrana aboriyê gel perîşan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Êdî derde xelkê tenê debara rojane ye. Her wiha ji xwe eyrana aborî pirsgirêka serekeye, lê ji ber ku ji bo jinan derfetên aboriyê nayên afirandin jin bêtir bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Her wiha gundê me ji aliyê hilberîna titûnê de xwedî axekî bi bereket e. Niha jî hewl didin ku hilberîna titûnê li herêmê asteng bikin. Dema tê astengkirin jî divê ji bo welatî debara xwe bikin rêyên alternatîf bên avakirin. Astengkirina hilberîna titûnê tê wateya perîşaniya welatiyan."