Atolye bi piştevaniyê li ser piyan e

  • 09:06 16 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
DÊRSÎM -  Polîtîkayên aboriyê ya AKP-MHP’ê xizaniya jinan zêde dike. Duygu Dînler ji bo qada îstîhdama jinê biafirîne bi 13 jinî re li Pulura Dêrsimê atolya tekstîlê vekir, lê ji ber sedemê aborî hat asta girtinê. Duygu bi piştevaniya jinan atolyê li ser piyan digire.
 
Polîtîkayên aboriyê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, bi Covîd-19’ê re bandorek mezin li ser esnafan kir. Di 2020’an de 99 hezar û 588 esnafî dikan girtin û ev hejmar di çaryeka 2021’ê de gihişt 29 hezar û 37’an. Jinên ji rewşê gelek bi bandor bûn, li gorî mêran zêdetir îstîhdam windakirin û zêdetir xizan bûn.
 
Wek gelek cihî, li navçeya Pulur a Dêrsîmê jî esnafên jin hewl didin kargeriyê xwe li ser piyan bigirin û diyar dikin ku di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de piştgiriya hatiye dayîn qels bûye û neçar mane karkeran ji kar derxînin. Duygu Dînler yek ji van esnafane. Salek berê atolya tekstîlê vekir û ji 13 jinî re îstîhdam ava kir. Duyguyê daxuyakirin ku ji ber sedemên aborî neçar maye hemû xebatkaran ji kar derxîne û ji bo atolyê negire tenê dixebite.
 
‘Me piştgiriyek nedît’
 
Duygu zor û zehmetiyên piştî pandemiyê dîtine wiha vegot: “Serê pandemiyê de min tekstîl bi 13 jinî vekir. Niha tenê me. Min ji bo îstîhdama jinan ev der vekir. Lê ji ber pandemiyê jin neçar man ji kar derkevin. Beşek jî ji ber neçariyê min derxist. Piştre du mehan me kargerî girt. Ji ber neçarbûm bixebitim min ji nûve vekir. Niha hemû karî ez tenê dikim. Me ji rayedaran tu piştgirî nedît. Hevalek min ev meheke bo piştgiriyê tê gel min. Ew nebana min niha ji zûde girtibû. Ez berxwe didim ku dukanê negirim.”
 
‘Piştevaniya jinê cesaretê dide min’
 
Duyguyê daxuyakirin ku tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşînê didomîne û wiha pê de çû: “Ez her sibeh deriyê kargeriyê bi hêvî vedikim. Bi piştgiriya hevala min hêviya min zêde bû. Em moral didin hev. Tevî zehmetiyan em kêfê ji karê xwe digirin. Ez bi hêza piştevaniya jinê bawer dikim û cesaretê dide min. Jin tenê jî bên hiştin, bên binpêkirin jî dest ji têkoşînê bernadin. Jin serkeftîne.”
 
‘Jin bixwaze dikare her tiştî bike’
 
Yasemîn Şengezer jî ji bo piştevaniya Duyguyê li wir dixebite û wê jî nêrînê xwe wiha anî ziman: “Hevala min rojên zehmet dijî. Ev kargerî ji bo îstîhdama jinan vekir lê hat asta girtinê. Di pandemiyê de piştgiriyek negirt. Bi 13 jinan derket rê lê herî dawî betal ma. Karê ku divê gelek kes bike, ew tena serê xwe dike. Ez ji bo piştgiriya wê hatim. Ez bi wê bawer dikim. Ew dikare ji bin zorê derkeve. Jin bixwaze dikare ji bin hemû zor û zehmetiyan derkeve.”