'Li dijî xizaniyê mezinkirina rêxistinbûnê divê'

  • 15:49 15 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
DÎLOK - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Dîlokê di hevdîtina bi jinan re de got: “Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye. Divê em li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin.”
 
Hevdîtina “Ji Xizaniya Jinan Re Na” ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dîlokê berdewam dike. Şandeya Meclîsa Jinan piştî ku bi jinên karker re hevdîtinê pêk anî li avahiya HDP’a Navçeya Şahînbeyê bi jinan re civiya. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din beşdarî civînê bûn. 
 
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di civînê de axivî û ew soz didin ku wê destûrê nedin xizankirina jinan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û jin li her deverê bi neheqiyê re rûbirû dimînin û her tim jin tên sûcdarkirin. Ayşe got jin ji bo dixwazin azad bibin bi tundî û kuştinê re rûbirû dimînin û jinên ked didin lê heqê keda xwe wernagirin. Ayşe anî ziman ku wan li 18 deveran bi jinan re hevdîtin pêk anîne û got: “Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye. Divê em li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û rêxistinkirina xwe mezin bikin.”
 
Civîn bi pêşniyaz û rêyên çareserkirina pirsgirêkên jin pê re rûbirû dimînin nîqaş hatin kirin. 
 
Şandeya Jinên HDP’yî dê serdana jinên di nava rêxistinên sivîl de cih digirin û jinên hatine îxrackirin bikin.