Karkerên demsalî: Ya tê ferzkirin dijmirovahî ye

  • 09:04 15 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak 
 
DÊRSÎM - Karkerên demsalî li bajarên ku dixebitin di serî de êrîşên nîjadperest û gelek pirsgirêkan dijîn. Karkerên ji Rihayê bi zarokên xwe re çûn Dêrsîmê jî heman pirsgirêkan dijîn. Karkera çandiniyê Meryem Baruk wiha got: “Yekane daxwaza me ev e ku em pariyek nan bibin malên xwe. Wê jî li heram dikin.  Ya ku li me tê ferzkirin dijmirovahî ye.”
 
Yek ji qadên ku binpêkirina kedê lê zêde tê jiyîn, çandinî ye. Bi hatina biharê re malbatên ku bi zarokên xwe re dikevin ser rêyan, li cihên dimînin êrîşên nîjadperest li wan tên kirin û gelek pirsgirêkên din tên. Karker her wiha di mijara ava paqij de pirsgirêkaan dijîn, di konên dimînin de jî zehmetiyên mezin dikşînin.
 Karkerên demsalî yên ji Rihayê hatin bajaroka Perîyê ya Mezgîrtê ya Dêrsîmê li ser erdê gulberojan dixebitin.
 
‘Em terkî mirinê tên kirin’
 
Jina bi navê Rahîme Ozturkmen (24) diyar kir ku ne av, ne ceyran, ne serşo ne jî destav heye û wiha got: “Tiştên em dijîn îşkence ye. Li her derê em dimînin, me terkî mirinê dikin. Yanî tiştê em dijîn bi yek gotinê îşkence ye. Bifikirin, av, ceyran, destav, serşo tune ye. Em avê bi satilan ji cihekî dûr tînin. Em bi zarokên xwe re tevahî 40 kes in. Yên vê zehmetiyê bi me didin jiyîn şerm nakin. Lê em dema dibêjin em şerm dikin. B dehan carî me pirsgirêk gotin. Lê kes guh nadê. Ji bo serşoyê holikek bi naylonan çêkirin.  Deriyê holikan tune ye. Dema lambe vedibe hundirê wê tevahî xuya dike. Ji ber vê em serê xwe jî naşon. Me nakin şûna mirovan. Rewşeke rezîl û şerm e.”
 
‘Jin her xulekê dixebitin’
 
Rahîmeyê bi lêv kir ku ji temenê biçûkatiyê de karkeriya demsalî dike û wiha pê de çû: “Rewşa karkerên jin zehmetir e. Ji mêran pirtir dixebitin. Rojaneya wan jî ji ya mêran  kêmtir e. Piranî karkerên demsalî jin in. Ji ber herî zêde jin kedê didin. Em li malê jî nan çêdikin, xwarinê çêdikin, li zarokan dinêrin. Heta derengiya şevê dixebitin. Em ancax du saetan radizên. Carna em wisa diwestin ku, em dibêjin em bimrana xilas bibûna.”
 
‘Em nexebitin em ji birçîna dimirin’
 
Rahîmeyê di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser zor û zehmetiya debarê: “Li dijî zema tê kirin, nirxê pere jî namîne. Li malekê xebata kesekî têr nake. Em nexebitin em ê ji birçîna bimirin. Ez û hevjînê xwe bi hev re dixebitin. Pereyê em digirin jî têrî me nake. Her wiha em bajar bi bajar jî digerin. Pereyê rê jî ji pereyê xebata me tê birîn. Ling û destên me hemû parçe bûn. Em nikarin bimeşin. Lê pereyê em digirin jî têrî xwarina me nake. Gelo wê ev heta kengî wisa bidome. Ez pêşeroja xwe nabînim. Ji ber pêşerojek baş ji bo zarokên xwe ava nakim xemgîn im.”
 
‘Ya tê ferzkirin dijmirovahî ye’
 
Jina bi navê Meryem Barut (27) jî diyar kir ku bajarên diçinê mehekê lê dimînin piştre diçin bajarekî din û wê jî ev bertek nîşan da: “Li cihekî sezona kar bi giştî çend mehan didome. Dema li wir sezon diqede em diçin cihekî din. Nîvê pereyê em digirin jî diçe rê û hewcedariyan. Karê me yê Dêrsîmê wê çend roj şûnde biqede. Piştre em ê biçin Sêwasê. Şert û mercên xebatê me têk dibe. Em wek mirov nayên dîtin. Hewcedariyên men naynin cih. Yek kesek nayê rewşa me nabîne. Em bi zarokan re perîşan dibin. Tiştên em dijîn ji mirinê wêdetir e. Yekane derdê me pariyek nane. Wê jî li me heram dikin. Ya tê ferzkirin dijmirovahî ye.”