Di meha Tebaxê de 7 jê jin 174 kedkaran jiyana xwe ji dest da

  • 13:49 5 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li Gorî Rapora Meclisa ÎSÎG'ê ya meha Tebaxê, meha borî 174 cînayetên li ser kar pêk hatine. Ji van 7 jê jin, 11 jî zarok in û herî zêde jî mirina li ser kar a kedkaran li Stenbolê pêk hatiye. 
 
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê rapora têkildarî cînayetên kar a meha tebaxê aşkere kir. Li gorî raporê di meha tebaxê de 11 jê zarok û 7 jî jin bi giştî 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 8 mehên salê de jî bi giştî herî kêm hezar 494 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin ku herî zêde karker li Stenbolê li ser kar mirine.