Malbat 70 sal in bi meşvaniyê debara xwe dike

  • 09:01 5 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak 
 
ÇEWLÎG - Zahîde Aydemîr a ku li gundê Rîz a girêdayî Darahênê ya Çewlîgê dijî, bi sala ne debara xwe bi mêşvaniyê dike û wiha dibêje: "Malbata me  nêzî 70 sal in bi vî karî re mijûl dibe. Em hem debara xwe dikin û hem jî wek mîrateyê didomînin."
 
Li Kurdistanê her demsalek xweşikiya wê û xemla wê heye. Yek ji wan deveran Çewlîg e. Çewlîg bi cudakariya xwe ya xwazeyê mirovan mest dike. Bi cureyên xwe yên nebatan jî cihek dewlemend e. Me berê xwe da gundê Riz a navçeya Darahînê ya Çewlîgê. Li vir ligel çandiniyê sewalkarî jî tê kirin. Bi taybetî gundiyên li vir bi mêşvaniyê re mijûl dibin. Rîz a ku bi kulîlk û nebatên cûrbicûr dewlemende û ji ber vê jî li vir mêşvanî li pêş e. 
 
‘Gundê me malavaniya nebat û kulîlkên cihêreng dike’
 
Yek ji wan jinan jî Zahîde Aydemîr e ku debara xwe hem bi çandiniyê hem jî bi mêşvaniyê dike. Malbata ku nêzî 70 sal in vî karî dike û wek mîrateyek derbasê nifşa nû dike. Niha jî Zahîde vî karî dike. Zahîde diyar kir ku mêşvanî wek kareke mêran tê zanîn û got: "Lê belê jin jî dikarin vî karê bikin. Em debara xwe bi mêşvanî û çandiniyê dikin. Zehmetiya herdu karan jî hene. Lê karê mêşvaniyê hin zêdetir bi zehmet e. Gundê me malavaniya nebat û kulîlkên cihêreng dike. Ew jî dibe sedem ku hin zêdetir mêş werin vê derê.”
 
Pêvajoya çêbûna hingivê..
 
Zahîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa pêvajoya çêbûna hingivê kir: “Di adarê de dema ku bihar erdê dixemilîne, mêş jî ji bo kulîlkan polen werbigirin tên cihê çiyê û zozanan. Wê demê karê me destpê dikine. Bi vî awayî nêzî 3 meh, ji bo berhevkirina nektaran derbas dibe. Di dawiya meha gulanê de jî êdî moz hêdî hêdî xwe ji bo çêkirina hingivê amade dikin. Em wan mozên ku wê hingivan çêbikin dixin qonaxan. Piştî ku ew qonax temam dibe êdî dema çêkirina hingivê tê. Hingiv di navbera 20’ê nezîran û 20’ê tirmehê de çêdibin. Piştî ku hingiv çêdibin em jî li benda wan dimînin. Di meha 7’emîn de êdî em wan hingivan derdixin. Berê 3 şilx bûn lê niha ji ber ku dawiya havînê êdî di 2-3 rojan de tenê 2 şilx derdixin. Caran ji qonaxek di navbera 10-15 kîloyan hingiv derdikeve. Hilbêrîna her qonaxê ne wekhevin. Carinan zêde carinan jî kêm derdikevin. Em kîloyekê wan di navbera 150-170 TL’ê difiroşin. Bi taybetî jî em li Amedê difroşin. Li wir muşteriyên me hene. Cara jî li derveyî bajêr jî sîparîş çêdibin.”
 
Zahîde bal kişand li ser kewarê mêşan a ku bi axê tê çêkirin û wiha axivî: “Mê axê di nav baxçeyan anî û şil kir. Piştî ku ew bûn herî me wan xist kewarê mozan. Çêkirin û lênerîna wê jî êdî zehmet e. Lê belê hingivê wê ji yên din xweştir û bi tahm e. Hingiva bi organik esasî ew in. Lê ji ber ku zehmetiya ji yên din zêdetir e ew ewqas nayê çêkirin.”
 
‘Mêşvanî kedekê mezin dixwaze’
 
Zahîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mêşvanî kedekê gelek mezin dixwaze û hem jî gelek zehmet e. Em li ber germahiya rojê bi tûlûman ew qutiyên mozan hildirigirin, cihê wan diguherînin. Em wan kontrol dikin ku hingiv çêbûye an na. Em sibehan di saetên zû de şiyar dibin heya êvarê dixebitin. Cara jî em kêm dixebitin. Li gorî rewşê diguhere karê me."