Jinên Çewlîgê: Em bi saya vê axê debara xwe dikin

  • 09:02 1 Îlon 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
ÇEWLÎG  - Jinên li gundê Rizê dijîn bi çandînî û sewalkariyê debara xwe dikin. Jinan bal kişandin ser karê ku dikin û gotin: "Bi taybetî jin bi bax û baxçeyan re mijûl dibin, kedek mezin didin. Em bi hilbêrînên havînê amadekariya zivistanê jî dikin. Em bi saya vê axê debara xwe dikin." 
 
Şêniyên gundê Riz a navçeya Darahînê ya Çewlîgê bi çandînî û sewalkariyê re mijûl dibin û pê debara xwe dikin. Saadet Akgok û Metiye Aydemîr li vî gundî dijîn ji ajansa me re behsa kar û barê xwe yên rojanê kirin.  
 
Saadet, 25 sal in bi çandiyê debara xwe dike wiha behsa zehmetiyên kar dike: “Gundê me hem ji aliyê xwezayê ve û hem jî ji aliyê çandiniyê ve cihek dewlemend e. Em bi biharê re dest bi çandiniyê dikin heta destpêka demsalê em bi vî karî re mijûl dibin. Çend têra me nake jî em sûdê jê digirin. Gelek niştecihên vê dere ji bo bax û baxçeyên xwe tên gund. Gundiyên vir jî tên berhemên xwe digirin û pê debara xwe dikin. Herî zêde jî jin bi karî re mijûl dibin. Em her sal bi kedekî mezin wan bax û baxçeyan re mijûl dibin." 
 
‘Îsal hişkesalî bi bandor bû’
 
Saadet diyar kir ku niştecihên gund ji xeynî çandiniyê, sewalkarî û mêşvaniyê re jî mijûl dibin. Her wiha Saadetê di axaftina xwe de bal kişand ser hişkesaliyê jî û got: "Hişkesalî îsal bêtir li herêmê bi bandor bû. Hin berhemên me hişk bûn û wekî salên borî zêde negirtin. Di germahiya îsal de me gelek zelmetî dît. Bi taybetî îsal komkirina sebze û fêkiyan zehmet bû. Her wiha li vir gelek malbat ligel çandîniyê bi sewalkariyê an jî bi mêşvaniyê debara xwe dikin."
 
'Axa me bi berekete'
 
Metiye a ku di nav baxçeyê xwe de fasuliyên xwe kom dikir wiha behsa kar û barê xwe kir: "Em her cûreyên zebzeyan diçînin. Wekî firîngî, îsot, xiyar, fasuliye, balîcan û gelek sebzeyên din li gundê me digihêjin. Axa gundê me aliyê çandiniyê ve bi bereket e. Em hem bi wan sebzeyan debara xwe dikin. Her wiha em bi wan sebzeyan jî ji bo zivistanê amadekariyê dikin." 
 
‘Karê me gelek zêde û zehmet e'
 
Metiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Karê gund gelek zêde û bi zehmet e. Bi karên wisa re bêtir jin bi têkildar e. Her wiha hevjînê min ji mêşvaniyê re û ez jî bax û baxçeyê re mijûl dibim."