Welatî ji bo biçin bazarê li benda saetên êvarê ne

  • 09:05 30 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
 
Sena Dolar
 
STENBOL - Esnafên bazara Beyogluyê diyar kirin ku tiştekî wan nayê firotin û welatiyan jî gotin ew nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Her çiqas ji bo dan û stanê saetên êvarê bê payîn jî tabloya biha naguhere.
 
Ji ber pandemî û polîtîkayên AKP’ê krîza aborî û xizanî her diçe giran dibe. Ji ber zema ji bo gaz, ceyran, av û xurek tê kirin welatî rojên zehmet dikişînin. Li welatê ku mûçeyê asgarî ji sînorê birçûbûnê kêmtire, di saetên êvarê de ji bo ku li bazarê, fêkî û sebzeyên nayê firotin bistînin tijî welatî dibe.
 
Em diçin Bazara Taxa Kalayci Bahçe û Arabacilar. Poşetên destê welatiyan de wêneyê krîza aborî li ber çavan radixe. Ji bilî poşetekî ku çend sebze û fêkî tê de ne, welatî destvala vedigerin malên xwe.  Ji vê rewşê hem esnaf û hem jî welatî bi gazincin. Esnaf fêkiyên destê wan de dimîne, di saetên êvarê de hewl didin bi nîvê bihayê bifiroşin û hewl didin pereyê tezgahê derxin.
 
Li bazarê herî zêde rewşa esnafên jin bal dikişand. Jin ji ber krîza aborî keda xwe ya ku nayê dîtin dibin bazaran. Me der barê krîza aborî de nêrîn ji welatiyên bazarên Beyoglu girt.
 
‘Bazar biha ne’
 
Bahar ku derketiye dan û stanê daxuyakirin ku fature pir biha ne û tevî du kes li malê dijîn fatura wan pir zêde tê û got: “Bazar biha ne. Kîloyek îsot 5 lîre ye. Gizêr 6-7 lîraye. Hêza me hebe em digirin tunebe em destvala vedigerin.”
 
‘Tiştekî erzan tune ye’
 
Hade Guzçay jî ev tişt bi lêv kir: “Ji bo gaz û ceyranê zem hat. Av jî wisa. Ez nikarim bidim. Ez dan û stanê jî kêm dikim. Her tişt biha ye. Tiştekî erzan tune ye. Tiştek 10 lîra be ez dikarim tenê bi 5 lîra bigirim.”
 
‘Em dibêjin belkî erzan bibe lê nabe’
 
Sebahat Doludîzgîn  ku li bazarê 4 sale şarpe û berhemên destan difroşe ev nirxandin kir: “Ez hîna jî dipêm dibêjim ku belkî tiştek bê firotin. Karê me qet nebaşe. Em di pandemiyê de neçar man bi mûçeyê teqawîtbûnê debara xwe bikin. Min ji kesî alîkarî negirt. Hun ciwanan dibînin, kar tune ye. Nikarin debara xwe bikin. Em jî wisa îdare dikin. Em neçarin. Mirov nikarin tiştekî bigirin bixwin.  Bihayê sebze û fêkî pir biha ye. Di bin 10 lîra 7 lîra de fêkî tune ye. Hinek digirin hinek nikarin bigirin. Divê biha hinek din kêm bibin. Xiyar pir bihaye kes nikare bigire. Welatî dipên saetên êvarê de tên. Dibêjin belkî erzan bibe lê erzan nabe.”
 
‘Ez lîmonan difroşim’
 
 Nurcan Onder jî li ser tezgaha xwe lîmon û nan difroşe û bertekên xwe wiha anî ziman: “Pandemiyê bandorek nebaş li me kir. Hevjînê min muzîkjen e, ji ber pandemiyê du sale naxebite. Em gelek bi bandor bûn. Di pêvajoya pandemiyê de ji min re gotin ‘tu nikarî nan bifroşî’. Min jî got ez nikaribim nan bifroşim ez ê lîmonan bifroşim. Pereyê bazara xwe qe nebe ez derdixim.”
 
‘Her kes di halê xwe de ye’
 
Nerîman Akkuş jî li bazarê cil û bergan difroşe û ew jî wiha dibêje: “Em ji bo nanê xwe hewl didin. Em cilan erzan difroşin. Her tişt zem bûye. Yên dewlemend jî êdî nikarin debara xwe bikin. Di vê nexweşiyê de destê kê di bêrîka kê de ye ne diyare. Her kes hewl dide xwe xilas bike. Gelo wê esnaf çi bikin. Her kes di derdê debara xwe de ye.”