Jinên Çewlîgê dest bi amadekariyên zivistanê kirin

  • 09:02 28 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
ÇEWLIG - Jinan li Çewligê dest bi amadekariyê zivistanê kirin. Jinên ku li gundê Rîz yê navçeya Darahînê ya Çewligê ne li hev dicivin û amadekariyên xwe yên zivistanê dikin.
 
Piştî ku demsala havînê ber bi dawî ve diçe li her bajarekî Kurdistanê jin dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Di nava madekariyên jinan ê vê demsalê amadekariyên wekî çêkirina salçe (ava firingiyan) û hişk kirina firngî, îsot û bacanên reş dikin. Jinên ku her sal wekî kevneşopiyekê di dawiya demsala havînê de dest bi vî karî dikin di dawiya payizê de amadekariyên xwe temam dikin. Jinên li gundê Rîz yê navçeya Darahînê ya Çewligê jî ku li hev dicivin amadekariyên xwe yên zivistanê dikin.
 
Gundê Rîzê bi dewlemendî û bi axa xwe ya bi beraket tê zanîn. Dema ku mirov li gund digere mirov dibîne ku  hema hema li her cihê gund bi darên fêkî û baxçeyan hatiye xemilandin. Xwezaya ku ji bo gelek welatiyan dibe çavkaniya debarê, hilberîna jinan a xwezayî jî di nav xwe de dihewîne. Jinên gundê Rîzê derbarê amadekariyên dikin de agahî zana xwe bi ajansa me re parve kirin. 
 
‘Ya herî zehmet çêkirina saçê ye’
 
Elmas Turhalli ya ku dest bi amadekariyên zivistanê kiriye, dibêje di nav amadekariyên zivistanê de ya ku herî zêde me diwestîne çêkirina saçê ye. Elmas a ku firîngiyan ji bo salêê hûr dike, wiha bahsa çêkirina saçê dike: “Pitî ku firingiyên me sor dibin em wan kom dikin. Piştre em wan di teştên mezin de hûr dikin.  Ji bo ku ava xwe bidin em wan xwê dikin û rojekê didin sekinandin. Piştî wê em wan firîngiyên ku rojekê didin sekinandin, ava wan ji bo tenê bimîne em kakilê wan ji nav avê digirin û ava wan dikin beroşên mezin û dikelinin heta ku tîr bibe. Heke hewa germ be di sê rojan de çêdibe. Lê gava germ nebe jî di 5-6 rojan de salçeya me amade dibe.”
 
‘Em hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo debarê çêdikin'  
 
Elmasê diyar kir ku ew ji xeynî çêkirina salçeyê îsot û bacanên reş jî hişk dikin û wiha qala amadekariyên xwe yên din kir: “ Her wiha em mewîjan jî çêdikin. Mewîj ji tirkiye ku em kom dikin û li ber tavê radixin çêdibin. Piştî ku tiriyê me zûha dibe û dibe mewîj em çiqilên wan jê dikin û ji bo zivistanê hiştînin. Em zivistanê ji van mewîjan xoşavê jî çêdikin. Tiriyê me yê em dikin bastîq û dims jî cuda ye û derengtir distewe. Piştî ku tiriyê me gir bû vê em şîreya wî derdixin û dikelînin dikin dims û jê bastîqê çêdikin. Dims û bastîqa xwe em hem zivistanê dixwin û ya mayî jî difiroşin û ji bo me dibe çavkaniya debarê.”
 
‘Gundê me ji hêla çandiniyê ve dewlemend e’
 
Elmas daxuyand ku xaka gundê wan ji aliyê berhemên xwezayî ve gelek dewlemend û bi bereket e û wiha axivî: “Li vir her malbat baxçeyên wan heye û em ji berhemên baxçeyê xwe sûdê digirin. Yên ku firîngiyên wan hebin salçe çêdikin. Ji bo salçeyê gelek firîngî pêwist dikin. Fasulî û tirî jî zêde ye loma em fasûliya hişk dikin û tiriyê xwe jî dikin mewîj, bastîq û dims.. Di nava baxçeyên me de pirpar jî gelek şîn dibe. Em wê jî ji bo zivistanê amade dikin. Em pirparê jî dikelenin û di sarincê de diqerisînin. Em zivistanê wekî pincar jî dikin xwarin û dikin nava xwerinên din jî. Wekî ku me got gundê me ji hêla fêkî û zebze ve gelek dewlemend e. Bi taybet jî sêv pir zêde e. Em sêvan jî hûr dikin û wan hişk dikin. Ji bo ku bikin xoşaf û li ber xarina xwe dayn.”
 
‘Em çand û kevneşopiya xwe didomînin’
 
Elmasê di dawiya axaftina xwe de qala zehmetiyên karê xwe jî kir û got: “Karê me gelek zehmet e. Em bi saetan  û bi rojan li ser piyan disekinin. Carina pişta me diêşe. Her wiha karê me bi germahiya havîne re zahmet tir dibe. Lê  tevî van zehmetiyan em çand û kevneşopiya xwe ya amadekariyên zivistanê berdewam dikin.”