'Divê keda jinê neyê biçûk xistin'

  • 09:01 25 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hecî Fincik Bozkurt a 95 salî bi zarok û nebiyên xwe çandiniyê dike. Ji bo malbatê tişta herî girîng keda ku li ser axa xwe tê dayîn e. Hecî Fincik, da zanîn ku jin şev û roj dixebitin û got: “Îro em dibînin ku keda jinê weke karê sivik tê dîtin. Divê gotina jinê û cihê jinê ya di nava civakê de biçûk neyê xistin."
 
Hecî Fincik Bozkurt a 95 salî a ku ji gûndê Deyşana girêdayî navçeya Şemrexê ye, her tim bi karê çandiniyê re mijûl bûye û niha jî tevî temenê xwe yê mezin bi zarok û neviyên xwe re karê çandiniyê didomîne.
 
Li gundê Deyşanê jin bi karê çandiniyê û sewalkariyê re mijûl dibin. Mêr ji bêhtir karên avdaniyê an jî xebatên ji derveyê gund re mijûl dibin. Hecî Fincik destnîşan kir ku bi taybetî jin bi çandinî û xwezayê re mijûl dibin. Hecî Fincikê hêj di zarokatiya xwe de dest bi karê çandiniyê kiriye û ji bo wê karê çandinî mirovan rehet dike.
 
‘Niha jin wek berê dixebitin’
 
Hecî Fincik ji me re wiha behsa rojên berê dike: “Ez hêj zarokbûm min vî karî dikir. Piştî ku ez zewicim jî min dîsa heman karî kir. Wê demê xizanî hebû û zêde tişt tunebûn. Me jî tenê ji bo debara rojane karê çandiniyê dikir. Belê karên me zehmetir bû. Me paletî dikir, çandinî dikir, sewal xwedî dikir, karê malê dikir û zarok xwedî dikir. Niha jî zêde ferq tuneye. Dîsa jin ewqas kar dikin. Ferqa niha ji berê tenê derketina makîneyane. Min tevî van zor û zehmetiyan hez karê çandiniyê dikir. Di mal de kar nediqediya û em aciz dibûn. Lê di nava zeviyan de em bi hevrebûn. Me bi hev re sohbet dikir û me kar dikir. Niha ji dema ez têm vir ew roj tên bîra min û ez kêfxweş dibim.”
 
‘Keda me ji nedîtîve tê’
 
Hecî Fincik bi lêv dike ku çiqas dem hatibe guhertin jî hîna keda jinê jinedîtî ve tê û ev tişt anî ziman: “Min ji we re got çiqas me kar dikir. Ne şev ne jî roja me hebû. Niha jî keda jinê weke karê sivik dibînin.  Pêwîste keda jinê gotina jinê û cihê jinê di nava civakê de li erdê neyê xistin.”
 
‘Her ku diçe pêwîstiyen me zêde dibin’
 
Keça Hecî Fincik, Ayşe Bozkurt jî niha xwediyê van zeviyan, derbarê mijarê de wiha got: “ Weke dayika min jî got berê tunebûn û xizanî hebû. Lê belê niha her ku çax pêşve diçe pêwîstiyên mirovan ji zêde dibin. Berê em li ser zeviyên xwe bûn, me çi diçinî ewbû xwarina me. Niha girêdana me bi bajaran re zêdetir çêbûye. Em bêhtir erdan dajon. Bêhtir çandiniyê dikin. Tevî wê jî em tenê dikarin zikê xwe têr bikin.”
 
‘Pêwîste em dewlemendiyê bikarbînin’
 
Bûka Ayşe, Yeter Bozkurt nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pêwîste em çandiniyê baştir bikin. Axa me dewlemend e. Ger em bixwazin em ê bikarin zêdetir sudê jê bigirin. Li şûna ku em herin bajaran biyanî bixebitîn divê em li ser erdê xwe çandiniyê bikin û debara xwe bikin. Ev çanda me ya hezar salan e û yê ku vê karî baş bikin jî em bi xwe ne. Divê em ser axa xwe bin û li ser axa xwe debara xwe bikin.”