Kar nîne, firotin nîne tenê qeyrana aboriyê heye

  • 09:03 22 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
 
AMED - Nazenîn Amaç yek jî ciwane ku li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îqdîtarê nikare karê xwe bike. Nazenîna ku Beşa Teduristiya Dev û Diranan xilas kiriye nikare karê xwe bike û niha bi keda destê xwe hilberîne dike, debara malbatê dike. 
 
Li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe hejmara bêkaran zêde dibe. Ev tişt li ber Tirkiyeyê wek pirsgirêkeke serek dimîne. Polîtîkayên xelet ên îqtîdarê dibe sedema xizaniya welatiyên ciwan. Gelek kesên ku zanîngeh qedandine karên cuda cuda dikin. Yek jî wan Nazenîn Amaç e. Nazenîn Beşa Teduristiya Dev û Diranan xilas kiriye û lê atamaya wê nayê kirin. Nazenîn 3 sal in bi keda destê xwe hilberînê dike û pê debara xwe û malbata xwe dike. 
 
'Em dabara xwe pê dikin'
 
Nazenîn, diyar kir ku di serê ewîlê li malê xebitiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Min pêşî li malê tiştan çêkir û piştre min dikanek vekir ku wan tiştan bifroşîm. Em sê xwişk û birane û em tiştan bi xwe çêdikin û debara pê dikin. Pêşî birayê min vî karî re mijûl dibû. Piştî ku min zanîngeh qedand tayîna mîn pêk nehat û ji ber pirsgirêkên aborî min biryar da ku ez vî karî bikim. Gerdenî û bazinên ku bi epoks û ahşapê tên çêkirin me çêkir. Her wiha em tiştên diyariyê jî çêdikin û difroşin. Caran caran jî em keviran nexş dikin. Birayê min dizayn dike û em jî difroşîn."
 
'Em pirsgirêka aboriyê dijîn'
 
Nazenîn, da zanîn ku bi krediyê dikan vekirinê lê niha nikarin krediyê bidin û wiha axivî: "Em niha pirsgirêka aboriyê dijîn. Em wek ciwan hewl didin ku ser piyan bimînin. Lê her roj em bi pirsgirêkeke cuda re rûbirû dimînin. Niha zêde em nikarin tiştan bifroşîn û ji ber vê jî em nikarin fatûre û kireyên xwe bidin. Dahatake me wisa stardart nîne. Tiştên ku em dikirin jî pir buha ne. Ev tişt bandorê li karê me dike." 
 
'Karê ku em dikin gelekî ked dixwaze'
 
Nazenîn, destnîşan kir ku karê ku dikin zehmet e û wiha bi lêv kir: "Karê ku em dikin gelekî zehmet e û kedek mezin dixwaze. Cara em gerdenî an jî bazinê di nav 3 rojan de derdixin. Zimparaya avê, cîla û vernîk hemû merheleyên karê me ye. Tiştên ku em dikin zirarê dide dest û tiliyê me. Keda ku em didin ji bo gelek kesî ne ewqas girîng e. Ez serê sibehê heta êvarê dixebitim. Ev tişt jî dibe sedema êş ê. Piştre muşterî tên û dibêjin ev çima ewqas buha ne." 
 
'Bi sedan bêkar ên zanîngeh qedandine hene'
 
Nazenîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser buhayên ku tiştên ku dikirin û got: "Em madeyên ku bikartînin li Amed û gelek caran li bajarên cuda tînin. Lê belê her demê buhayên wan jî zêde dibin. Li gorî tiştên buha diguherin. Ji bo ciwanan divê qadên kar bên afirandin. Bi sedan bêkar hene û zanîngeh qedandine. Her kes êdî hewl dide ku debara xwe bike."