'Em di nava şert û mercên xirab de hewil didin debara xwe bikin'

  • 09:02 6 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MELETÊ - Samiya Akbîl a bi zarok û xizmên xwe re karkeriya demsalî dikin qala pirsgirêkên dijîn û têkoşîna li dijî vê yekê kir. Samiyayê bal kişand ser zehmetiyên dibîne û wiha got:"Em debara xwe bi karê demsalî dikin. Em hem biçûk hem mezin dixebitin. Lê belê şert û mercên em di nav de ne, ne asayî ne û em beramberê keda xwe jî nagirin. Tevî vêya em li berxwe didin."
 
Gelê kurd li gel pirsgirêkên xwe yên nasnameyê têkoşîna aboriyê dide. Êrişên nîjadperest, koçberî, girtin, polîtîkayên şer ên taybet ên li dijî kurdan karê wan ê di warê aboriyê de zehmetir dike. Kurd her sal ji bo debara xwe bikin karkeriya demsalî dikin. Kurdên ji bo debara xwe bikin karkeriya demsalî dikin hem bi êrişên nîjadperest rû bi rû dimînin hem jî beramberê keda xwe nagirin. Li Meletê jî karkerên demsalî radigihînin ku ew di nava şert û mercên zehmet de dixebitin û beramberê keda xwe nagirin. Tevî vê yekê ew ji bo debara xwe bikin li berxwe didin. 
 
'Em bi zorê sala xwe temam dikin'
 
Samiya Akbîl bi hevjîn, zarok û xizmên xwe re ji bo karkeriya mişmişan hatine Meletê dixebitin. Tiştê ku bala me dikişîne jî zarok jî dixebitin. Samiyeya balê dikişîne ser rewşa xwe ya aboriyê wiha dibêje:"Heta ku tê bîra min ez vî karî dikim. Em neçar in ji ber ku weke din derfetên me yên kirina debara xwe tune ye. Em hemû jî kesên xizan in. Em ji Cizîrê hatine. Li bajarê me jî zêde derfet tune ne  û em bêtir bi karê bi vî rengî re mijûl dibin. Em tên vir û bi zorê sala xwe temam dikin. Em nanûzikê kar dikin."
 
'Em di nava şerd û mercên xirab de hewil didin debara xwe bikin'
 
Samiyayê da zanîn ew di nava şert û mercên xirab de hewil didin debara xwe bikin û wiha pê de çû:"Weke hûn dibînin biçûk û mezin bi hev re dixebitin û gelekî zehmet e. Carna av tune ye em vexwin. Cihê me yê em lê dimînin ne kon e jî. Şev xew nakeve çavên me. Me di vê germê de cihê xwe bi kîsikan çêkiriye. Rexmê vê yekê jî ez bibêjim li gorî metropolên Tirkiyeyê vir sed caran baştir e. Bifikirin em li wan aliyan çi zehmetiyê dibînin. Lê belê em xebatkar in, em jî mirov in em ne kole ne. Pêwîst e li wî çavî li me nenêrin. Divê şerd û merc werin sererastkirin. Em serê sibehê dixebitin heta şev berdewam dikin lê bifikirin em nikarin rexmê wê debara xwe bikin. Em beranberê xebata xwe nagirin. Lê tevî vê yekê em li berxwe didin."
 
'Pêwîst e em keda hev bibînin'
 
Kîraz Şakar a xwediyê kar jî da zanîn mişmişên wan pere nake û wiha got:"Em ji vî gundî ne. Erdê me hene lê piştgiriyek ji bo me tune ye. Diravê ku em ji van mişmişan digirin jî ne beramberê vê zehmetiya me ye. Ji ber vê sedemê gelek derfetên me jî tune ne. Lê belê em û malbatên din jî ên li vî gundî ji bo şerd û mercên karkeran baş be hewil didin. Ez bi xwe 70 salî me û ez jî bi wan re dixebitim. Mişmişên me bi nav û deng in lê belê mixabin weke xweşiya xwe jî pere nakin. Ez jî hêvîdar im ku em tev bi hev re qezenç bikin. Em hemû wek hev in, pêwîst e em keda hev bibînin."