Gul a ku ajalan têr dike: Bila şaredarî erka xwe bi cih bîne

  • 09:01 1 Tebax 2021
  • Ked/Aborî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Gul Bozan a bi firaxek av û xwarinê ajalên li derve xwedî dike da zanîn tundiyeke mezin li ser ajalan tê meşandin û got bila şaredarî erka xwe bi cih bîne.
 
Yek ji zindiyên ku herî zêde di nava şert û mercên zehmet de dijîn ajalên di nava bajaran de ne. Mirovan qadên jiyanê yên wan ji destên wan stendine û ew jî di nava bajaran de li dijî tundî û îşkenceya mirovan hewil didin bijîn. Di aliyê tendirustiya wan de jî şaredarî û walî berpirsyar in. Lê belê erka xwe bi cih naynin. Li gel vê yekê Gul Bozan a her roj bi xwarin û vexwarina ku distîne kuçe bi kuçe digere û ajalan têr dike got:" Pêwîst e em bi firaxek nan û av wan têr bikin."
 
Kuçe bi kuçe digire û ajalan têr dike
 
Gul Bozan her roj bi xwarin û vexwarina ku distîne kuçe bi kuçe digere û ajalan têr dike. Her roj vî karî dike û li gorî ku dibêje ew her roj 20-25 ajalan têr dike. Gulê di vê mijarê de diyar kir ku ev erka hemû mirovan e û wiha berdewam kir:"Ajal jî zindiyên vê cîhanê ne. Divê em mirov jî bi vî çavî temaşe bikin. Me weke zindiyên ku difikirin qadên jiyana wan desteser kirine. Me wan birçî hişt û me wan ji jiyana xwezayî qut kir. Ne zimanê wan heye ne jî fam dikin. Pêwîst e em hemû destên xwe deynin ser wijdanê xwe û ji wan re bibin alîkar. Pêwîst e em bi firaxek nan û av wan têr bikin."
 
'Tundiyeke mezin li ser ajalan tê meşandin'
 
Gulê bi lêv kir ger ew alîkariya ajalan nekin jî pêwîst e ew tundiyê li ser wan nedin meşandin û wiha li ser zêde kir:"Di bin navê ol de em tundiyek mezin li ser lawiran didin meşandin. Hinek kes dibêjin dema mirov destên xwe bidin ajalan ev tiştekî guneh e. Hinek kes jî dibêjin heram in. Ajal jî wekî me zindî ne. Ji derveyî sûdê zirara wan çênebûye. Lê em zirarê didin ajalan. Hûn dest nedên jî dest dirêj nekin, tecawiz û îşkence nekin." 
 
'Bila şaredarî erka xwe bi cih bîne'
 
Gulê bal kişand ser bicihneanîna erka şaredarî û walîtiyê û wiha bi dawî kir:"Di mijara ajalan de walî, şaredarî û hemû mirov berpirsiyar in. Weke hinek mirovan şaredarî û walî jî erka xwe bi cih naynin. Bila şaredarî erka xwe bi cih bîne. Gelek ajal nexweş dikevin an jî laşê wan ji ber tundiyê zirarê dibîne. Di vî alî de jî pêwîst e cihê ajalan hebe ku bên dermankirin û têrkirin. Li cihekî wekî Mêrdînê ku ajal lê zêde ne tenê cihek ji bo ajalan heye. Ew cih jî baş karê xwe nake. Em bang li hemû berpirsiyaran dikin ku erka xwe bînin cih. Li gel wê jî pêwîst e welatî bêhtir hestiyar nêz bibin. Parastin û têrkirina ajalan erka me hemûyan e."