Jina li dikana sebze û mêwe dixebite: Bila jin li pey xeyalên xwe herin

  • 09:01 28 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
AMED - Havva Aksal a 46 salî debara xwe bi dikana sebze û mêwe dike. Havvaya ku di heman demê de beşa Îlahiyatê ya Zanîngehê dixwîne wiha dibêje: "Divê jin xwe ji rolên hişmendiya civaka serdest a mêr rizgar bike û di rêya xwe de bimeşe. Bila jin li pey xeyalên xwe herin."
 
Jinên ku pêşengiya jiyanê dikin di her qadên jiyanê de rengên xwe nîşan didin. Havva Aksal (46) a ku li Pîrana Amedê dijî û debara xwe bi dikana sebze û mêwe dike jî di qada aboriyê de rengê xwe nîşan dide. Havvaya ku 5 sal in vî karî dike dibêje divê jin bikaribe bêje ez dikarim bikim û ez dikim. 
 
'Êdî karekî jin nekaribe bike tune ye' 
 
Havvayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha axivî: "Min û amojina xwe dixwest di karekî de bixebitiyan û me ev cih dît. Me wisa dest pê kir. Di destpêkê de em gelek teze bûn. Me ji tîcaretê fêm nedikir. Ji ber ku em hertim di mal de bûn û em li ser karên aboriyê nesekinîbûn. Di wî aliyî de me hinek dijwarî dît. Lê bi demê re êdî me jê fêm kir û me xwe pêş xist. Êdî karekî ku jin nekaribe bike hema hema  tune ye. Di destpêkê de li dijî karê min nêrînek baş tune bû. Ji ber ku karê dikana sebze û mêwe her tim bi çavekî karê mêran e hatiye dîtin. Lê bi demê re êdî çavên wan jî hînî karê min bûn."
 
'Ji aliyê jinan ve gelek gavên girîng hatine avêtin'
 
Havvayê diyar kir ku ew her tim di nav xebat û tevgerê de bûye û wiha pê de çû: "Gava min hîn ev kar nedikir, dîsa di hundirê mala xwe de min salçe çêdikir û difirot, sebze û fêkî kom dikir û difirot an jî hişk dikir û firotina wan dikir. Dîsa ji berê de diya min salçe çêdikir û difirot şîr, pênîr difirot. An jî min berhemên baxçe kom dikir û bazara wan dikir. Kedeke mezin me dida. Îro beranberiya heqdestê me li gorî demên ewilî hîn baştir xuya dike. Ji bo aboriya serbixwe ji aliyê jinan ve gelek gavên girîng hatine avêtin.
 
'Bawerî û cesareta me bi xwe heye'
 
Havvayê li ser zehmetiyên karê xwe jî sekinî û wiha got:"Em hê jî di karên xwe de hin zehmetiyan dikşînin. Wekî girtina zebzeyan an jî di karên teknîkî de zehmetî çêdibin. Lê bawerî û cesareta me bi xwe heye ku em ê xwe pêş bixin. Gava jin ji bo destpêkê gav biavêje dibîne ku çiqas rê derbas dike. Divê jin bikaribe bêje ez dikarim bikim û ez dikim. Xebata jinê bi rengê jinê xweştir e."
 
'Divê jin di hundirê çerxa jiyanê de cih bigire'
 
Havvayê di heman demê de xwendevan e û di demên xwe yên vala de perwerdehiya dersa Qur'anê dide. Havvayê destnîşan kir ku jiyana jinê bi karên malê bi sînor nîne û wiha pê de çû: "Ez nêzî 30 salan e zewicî me. Heta niha ez  hertim di nav hewildanekê de bûm. Ji bo ku tiştekî bikim, ji bo ku ser bikevim min hewil da û xebitîm. Gava ez hatim zewicandin min hîn dibistan neqedandibû. Lê piştre jî min lîse jî ji derve qedand û niha di heman demê de beşa Îlahiyatê ya Zanîngehê dixwînim. Jiyana jinê bi karên malê û xwedîkirina zarokan bi sînor nîne. Divê jin di hundirê çerxa jiyanê de cih bigire. Divê jin xwe ji rolên hişmendiya civaka serdest a mêr rizgar bike û di rêya xwe de bimeşe."
 
'Bila jin li pey xeyalên xwe herin'
 
Havvayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn wê tu carî nexwestiye di malê de tenê bimîne û wiha got: "Min tu carî nexwest ku di hundirê malê de tenê rûnêm, firaq û cilan bişom. Divê her tim di vê jiyanê de meriv cihê xwe bigire û li pey jiyanek bi wate be. Ez 46 salî me lê xwendevan im. Dibe ku hinek dereng mame lê min daxwazek xwe pêk anî. Li gorî min divê hemû jin cesareta xwe bigirin û li pey daxwaz û xeyalên xwe herin. Bi taybet jî di aliye xwendin û aboriya serbixwe de divê jin hertim pêşengiyê bikin.”